serxwebûn
unread,Jun 3, 2008, 5:49:57 PM6/3/08Sign in to reply to author
Sign in to forward
You do not have permission to delete messages in this group
Either email addresses are anonymous for this group or you need the view member email addresses permission to view the original message
to serxwebûn
GAP Sefera Kurdistanê ye
Ocalan: Gelê kurd dê rû nede pakêtên Erdogan
Rêberê KCKê Abdullah Ocalan, hevdîtina hefteyî ya bi parêzerên xwe re
pêk anî û siyaseta serokwezîrê tirk bi tundî rexne kir.
Ocalan, bal kişande ser pakêta GAP'ê û got: "Serokwezîr dibêje ezê bi
GAPê PKK'ê xilas bikim, cezayên hucrê ku j bo min têne xwestin jî
encama vê siyasetê ye. Ew ê bixwazin ku bi peran kurdan bixapînin, lê
kurdên bi xîret û rûmet nayên lsîtikan, hejmara malbatên xwe bi peran
bifiroşin jî zêdetir ji 500'î çênabin."
Rêber KCK Abdullah Ocalan, li ser pirsgirêkên tenduristiya xwe jî
axivî û got: "Di dengê min de pirsgirêk heye, ava di qirika min de
diherike jî min nerehet dike."
'Rê li ber parastina min digirin'
Ocalan, bal kişande ser cezayên hucrê û diyar kir ku bi cezayên hucrê
dixwazin mafên min ê parastinê bê wate bikin û got: "Dibêjin tê nebêje
ez serok im, ez lîder im, tê nebêje kurd, tê nebêje Kurdistan. Beriya
niha min di Dîwana edaletê de jî parastina xwe, bi navê PKK'ê û
temsîliya PKK kir. Min got, 'ez PKK'ê temsîl dikim. Çawa çêdibe ku
niha gotinên ez bi vê temîliy'ê dikim weke suc têne dîtin û dibine
sedema lêpirsîna dadgehî? Ev tê wateya 70, 90 rojan cezayê hucreyê'."
Ocalan diyar kir ku cezayê hucreyê, tê wateya ku ez hevdîtinan nekim û
nikaribim parêznameyên xwe amade bikim, ev rêgirtina li ber mafê
parastinê ye, ez ê serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa bidim. Min
berî niha jî bi rûpelekî, cezayê hucreyê ku bi awayekî kêfî didine min
anîbû ziman û îtîraz kiribû.
'40 milyon kurd dê hesab bipirsin'
Rêberê KCK'ê Abdulah Ocalan, li ser operasyonên artêşa tirk yên dawî
jî rawestiya û diyar kir ku Tirkiye madî manewî ber bi têkçûnekê dibin
û wiha berdewam kir: "Encama operasyonan û şer li meydanê ye. Eger
detshilatdarî ji bo çareseriyê û ji bo aştiyê gavan neavêje şer dê
dijwartir û berfirehtir bibe. Ji ber ku ez van tiştan dibêjim cezayê
hucrê didine min. Şer wê deh qat zêde bibe. 40 milyon kurd jî wê rabin
ser lingan, ji ber ku siyaseta ji holê rakirinê qebûl nakin. Ji ber ku
ez van tiştan tînime ziman, dibêjin tu me tehdît dike. Lê ev rastî
ne.
Ocalan wiha berdewam kir: Dibêjin tu talimatan didê rêxistinê. Ez
talîmatan nadim rêxistinê. Ji xwe eger desthilatdarî gavên aştîxwaz û
çareseriyê neavêje, PKK çekan bernade. Berî niha ew hatin cem min û
gotin; 'tu çima naaxivî, dîtinên xwe nayînî ziman. Niha jî dema ez
diaxivim û dîtinên xwe tînime ziman dibêjin tu talîmatan didî
rêxisitnê' û cezayê hucreyê didine min. Jixwe berxwedana min a li vir
ku di nava sebreke mezin û semaxeke mezin didim tê zanîn. Ev sebir û
semaxa min a li vir ji bo ku di navbera tirk û kurdan de diyalog dest
pê bikê ye. Ji bo çareseriya demokratîk jî, gavên ber bi çav bêne
qebûl kirin, bêne avêtin. Dema Mustefa Kemal Osmanî rexne dikir jî,
pêşniyazên xwe yên radîkal dikir nîqaşê. Çareseriya me jî çareseriya
demokratîk e."
'Li Îmraliyê mîkro dewlet li ser min pêk tê'
Ocalan, li ser mekanîzmaya dewletê jî wiha dibêje: Dewlet çiye...
Devlet, mekanîzmeya îdarî ye... Bi rêve dibe... Lê siyasetê nake...
Mirovên bi dewletê re têkildar hene, ev kes siyasete dikin. Wek mînak:
Li girtîgeha Îmralî, mikro sistema dewletê tê meşandin. Rêvebiriya
girtîgehê heye, karên rêvebiriyê dimeşîne. Ji bilî vê tiştekî din ji
destên wan nayê. Kiryarên li hemberî min, encama siyasetê ne. Siyaset
çi ye? Eger bi du gotinan bê şîrove kirin; siyaset, ji herêmê çûna ber
bi gerdûnê, ji kesayetî ber bi civakê, ku li ser nasname û pirsgirêkên
xwe di nav azadiyê de nîqaş bikin û bînin ziman e. Siyaseta demokratîk
tiştekî wiha xweş e.
'Mehmet Uzun wêjeya kurd nivîsî'
Ocalan bi çend gotinan li ser edebiyatê jî axivî û mînaka Mehmet Uzun
da û got: "Edebiyat çi ye? Jiyana gelê kurd, eger di çarçoveyeke edebî
de bê ziman û pirsgirêkên civakî di çarçoveyeke baş de bêne
nivîsandin, ew dibe edebiyat. Mehmet Uzun, çima ji aliyê hinek kes û
derdoran ve, alaqe nedît? Ji ber ku jiyana kurdan dinîvîsî. Yên din
civaka kurdan nas nakin û eş û keserên gelê kurd nizanin."
Careke din Akademiya Siyasetê
Ocalan, pêşniyaza Akademiya Siyasetê car din anî ziman û got: "Pêwist
e yek daqiqê dereng nemînin û akademiyên saiyasetê ava bikin. Ji bo
siyaseta gelemperî û siyaseta takekesî de akademiyên siyasî bêne
sazkar kirin. Di van akademiyan de wê gel bê perwerdekirin. Tenê bi vê
riyê dikarin rê li ber siyasetên kirêt û gemarî bê girtin. Ew nikarin
kurdan bixapînin. Hinek nivîskar dibêjin, 'Apo siyasetê dizane lê
pereyên wî nîn in.' Rast e pereyên min nîn in, lê rûmeta min heye, li
pey min rûmeta gelê kurd heye. Em ê di pêşerojêde bibînin, dê pere,
yan rûmet bi ser keve."
'Bingeha AKP'ê cihû ye'
Serokê KCKê Abdulah Ocalan, desthilatdariya AKP'ê, di têlkilî û
çarçoveya siayseta Îngilistan û Îsraîl de nirxand û wiha got: "Bingeha
van lîstikan digihîje salên 1926'an. Ev lsîtikên îngîlîzan e,
qralîçeya Îngilistanê belasebeb nehate Titkiyeyê. Mustefa Kemal ev
lîstik dît, xwest rê li ber wan bigire, lê derfet nedan. Di salên
1926'an de, di parvekirina yekemîn a cîhanî de, hegemonya xwe sazkar
kirin. Ev desthilatdarî, di sîstema îroyîn de û li ser laîsîzmê bû.
Parlamenterê Îzmîrê Avran Galantî ku bi eslê xwe cihû ye, ji bo
Mustafa Kemal digot: 'Weke Musa ye' û dixwestin Mustefa Kemal bikin
xwedawend, kirin jî. Lê mirov dikare bingeha vê siyasetê hinek din kûr
bike. Di dema Osmaniyan de, salên 1918'an... Ew vê demê weke hegemonya
duyemîn bi nav dikin. Ew li dijî laîsîzmê ye û îslama nerm e. Hûn
pirtûka bi navê "Zarokên Musa" dizanin. Ev pirtûk, çîroka zarokên
pêxemberan e. Desthilatdariya AKP'ê jî di bingeha xwe de cihu ye. Ez
têkiliyên teva dizanim, ya Gul, Erdogan, Arinç, lê pêdiviya li ser
kesan û rawestandinê tûne ye. Pêwîst e bê zanîn ku ev siyaseta
ingîlîzan e".
Çepgirên tirk û DTP
Ocalan, li ser tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê û DTP'ê sekinî û axaftina
xwe wiha dirêj kir: "Ez ji vir ji bo serokên çepgirên tirk dixwazim vê
bibêjim. Ketine rewşeke xirab, ji Bahçelî jî hêj paşdetir in. Dek û
dolaban nabînin û venabêjin. DTP jî vê yekê nake. DTP ji heqê siyaseta
demokratîk nayê. Heke rast bixebitin û du tûran biavêjin dê hem
piştgiriya gelê tirk hem jî ya gelê kurd bigirin. Di vê rewşê de dê
desthilatdariyên hegemonîk têk biçin, heta ev desthilatdar dê ji sedî
5 jî deng negire. Dê siyaseta demokratîk bi ser keve. Ev kar wisa bi
pevçûn û operasyonan çareser nabe."
Serokê KCKê, diyar kir ku Titkiye ber bi çareseriya pirsgirêka kurd wê
bê ajotin û ji bo çareseirya demokratîk jî dîtinên xwe, riyên
çareseriyê wiha anîn ziman: "Hinek nivîskar rewşenbîr, li ser
çareseriya demokratîk radiwestin dîtinên xwe tînine ziman. Tirkiye wê
ber bi çareseriyê bê dafdan. Ji niha û pê de wê rewşenbîrên tirk,
bêhtirîn li ser çareseriyê rawestin. Lê ez dixwazim ji vir bang li
rewşenbîrên tirk bikim ku lîstikên siyasî bibînin û li gorî wê jî rola
xwe bilîzin. Pêşniyaza min a çareseriyê jî wiha ye: 'Antî tekel, antî
hegemonik, li ser bingeha aştiyê û di çarçoveya demokratîk de
çareserî...' Pêwiste di vê çareseriyê de eniyên civakî teva, nunerên
sazî û dezgehên sivîl, yên pîşeyî û karbidestî di nava honandina
sazkariya demokratîk de cihê xwe bigirin. Hûn çi navî lê dikin bikin,
ne giring e."
'Rûye ola îslamê nerm e'
Ocalan, weke ku di pirtûka xwe ya bi navê "Ji Dewleta Rahibên Sumerî
heya bi Şaristaniya Dewleta Demokratîk" ku di sala 2001'î de nivîsîbû,
ji bo Rojhilata Navîn ronesans pêşniyaz dike, di vê heftê de jî, heman
dîtinên xwe dûbare kirin û got: "Ola islamî, alîkarî û destek dide
gelên xizan û bindest, ola aştiyê ye. Mizgeft di dema Cenabê Mihemmede
jî ji bo çareseriya pirsgirêkan bûn û rola xwe bi awayekî erênî
dilîstin. Pêwist e di roja îroyîn de jî mizgeft heman ro û misyona xwe
bînin cih û ji bo aştî û pêşketina demokratîk xizmetê bikin."
Ocalan destnîşan kir ku, kurd siyaseta demokratîk pêş bixin wê di her
zor û zehmetiyan de ser bikevin û got: "Eger em, siyaseta demokratîk
pêşnexin, em ê winda bikin."
Ocalan gotinên xwe wiha bi dawî anîn: Mahir Kaynak, yek ji wan kesan e
û ku di sazkariya bingehîn a MÎTÊ de xwedî rol û mîsyon e, lêkolînên
baş kirine. Yalçin Kuçuk di pirtûka xwe ya bi navê Dîroka Veşartî de,
gelek tiştên nêzîkî rastiyê anîne ziman û dibêje ez ê nivîsanidina van
rastiyan berdewam bikim. Hêvî dikim ku ser bikeve. Ez silavên xwe ji
dostên derve re, li kesên li dora we û hevalên di girtîgehan de, li
jinan, li ciwanan û di şexsê Mele Abdurrahman de, li meleyên dilsoz
teva dikim."
Kurd bi pakêtan naxapin
Rêberê KCKê Abdullah Ocalan, li ser serdana serokwezîrê ya Amedê jî
rawestiya û Erdogan bi tundî rexne kir û got: Pêwîst e serdana Erdogan
a Amedê weke êrîşa GAP'ê û sefera Kurdistanê bê binavkirin. Ev siyaset
gelekî kevn e, heya bi Gilgamêş û Enkîdu dirêj dibe. Ji bo
desthilatdariyê xwe bi jinan, bi pereyan bi kursiyan dixapînin, xwe
difiroşin. Piştî sefera Îskender, 10 heza jinan re 10 hezar dawet li
dar xist. Napolyon jî mînak e... Dibêje 'pere pere pere...' Bi pereyan
desthialdtairya xwe bi hêz dike. Ji bo min a giring azadî ye. Ji bo
her kesê ku têkoşîna azadiyê dide biçûk mezin, heya dawî rûmeta min
heye. Dikarin min bi riyên cuda îmha jî bikin. Dibêjin dewlet çûye
Amedê rast e."
'Kurd rû nadin pakêtan'
Ocalan rexneyên li hemberî pakêta GAP'ê jî bi van gotinan anî ziman:
"Beriya niha jî ev mijar hate axaftin.Digotin ji bo terorê xilas bikin
12 milyar dolar veqetandine, ev pere bikêrî malbatên hevkar hat. Ev
malbat ji bo pereyan dikarin her tiştî bikin. Lê kurdên birûmet û
xîret vê yekê qebûl nakin. Hinek jî kesayetiyên dewleta islam, an jî
îslama dewletê ne. Ev kes subjektîf ne ajan bin, lê objektîf ajan in.
Pêwîst e gelê me li hemberî van şiyar be. Pêwîst e li hemberî van
şêwazan, li hemberî van rewşan siyaseta demokratîk bi pêş bikeve."
'AKP û hêzên derve'
Ocalan, destnîşan dike ku bi riya AKP'ê tê xwestin ku nijadperestiya
Ereban a Rojhilata Navîn bişikînin û wiha berdewam dike: "Niha
hevdîtinên Îsraîl û Sûriye bi pêşengiya Tirkiyeyê kirine rojevê. Ev tê
wateya ku nijadperestiya ereban bişikînin. Derxisitina min a ji Sûriye
jî encama vê siyasetê ye. Lê Sûriye hatiye dorpêçkirin, ji aliyekî ve
Amerika, ji aliyê din ve îsraîl... Di vê çaçroveyê de wê hinekî din
desthilatdriya AKP'ê destek bikin. El Kaîde li ber çavan e,
Afganistan, Pakistan, Erebistana Siûdî, Mısır dixwaze bike bin
kontrola xwe. Ji aliyê din ve Amerîka, Îngilistan û Îsraîl dixwaze bi
riya îslama nerm bike bin kontrola xwe"
Ocalan li ser nakokiya navbera Îsraîl û Amerîka jî radiweste û dibêje:
"Di mijara El Kaîde de, nakokî di navbera Amerîka û Îsraîl de heye.
Tirkiye dixwaze mudaxeleyî mijarê bike, lê nikare. Li aliyekî Amerîka
li aliyê din Îsraîl... Sedam têk birin. Niha dora Îranê ye. Desturê
nadin ku Tirkiye xweser haraket bike. Amerîka dê pişt Îranê bixwaze ku
40 milyon kurdî li hemberî Tirkiyeyê bi kar bîne. Ez van tiştan tînime
ziman, fêm nakin û talokeyê nabînin. Van gotinên min jî weke talîmat
dinirxînin û ceza didin. Min ev dîtinên xwe berfirehtir di
parêznameyên xwe de anîbûn ziman".
'Dewlet li ser sê bingehan ava bûye'
Ocalan, diyar kir ku kurd vê desthilatdariyê qebûl nakin û got:
"Sîstema laîsîzmê li ser 3 bingehan haitye rûnandin. Artêş, dadgeh û
Zanîgeh... Ev kes û derdor di zihniyeta desthilatdtariyê de hatine
perwerdekirin. Jiyana wan jî di vê çarçoveyê de ye. 80 sal in ku, ev
çîn navendî ya desthilatdariyê ye. Niha berdevkiya wan Baykal dike. Ev
eniya hegemonîk ya yekemîn e. Hêza hegemonîk a duyemîn jî, bi siyaseta
îslamî de ketin pêş û dixwazin desthilatdariyê û sazkariya xwe di nava
delwetê de bi hêz bikin. Desthilatdariya AKP'ê wê Tirkiyê xerabtir ji
dema Ittîhad û Terakkiyan bike. Hevdîtinên Dolmebahçe têne zanîn. Tê
xwestin ku krîza aborî û siyas bikin bin kontrola xwe. Bahçeli, di
navbera her du terefan de ye. Ji bo ku AKP li ser desthialdtariyê
bimîne dixwaze 3 tiştan bike. Yek, krîza aborî veşêre.. Du, pirsgirêka
kurd di çarçoveya ekenomîk de çareser bike... Sê, borse û herka peran
dibin kontrola xwe bigire. Lê, ez bawer nakim ku van xalan pêk bîne.
Eger sernekevê wê AKP belav bibe û têk biçe..."