PÊNGAVEK JI TZPKURDÎ

2 views
Skip to first unread message

Haydar Amedî

unread,
Jun 12, 2008, 9:50:29 AM6/12/08
to serx...@googlegroups.com

            PÊNGAVEK JI TZPKURDÎ

 

    Pêngava êdî bese, bi xebat û amadekariya rêvebir û endamên tevgera ziman û perwerdeya kurdî (TZPkurdî)şaxê Wanê û navçeya Colemergê Geverê (10-06-2008)xwepêşandanekî bi heybet li Geverê hate li darxistin, dilşewatên zimanê kurdî ji Wanê, ji Colemergê û Şemzînan jî gelekî kes beşdarê xwepêşandana li Geverê bûn, bi qasî 25000 kes li Geverê li qada fitbolê civiyan û peyamên girîng û watedar dan raya giştî, beşdarên xwepêşandanê piraniya wan bi cil û bergên(kincên)xwe yê netewî û bi rengên sembolig(kesk-sor-zer)tovê kurdewarî li xaka Welêt ajotin, li gorî nêrîna min li hemû dil û mêjiyên kesên kurdewar ew tovê jiyana zimanê kurdî hate ajotin.

 

     Kesên amadekar û beşdarên xwepêşandana pêngava zimanê kurdî di serîde serokê şaxa Kurdî-Der’a Wanê Qahir Bateyî, serokê şaxa Kurdî-Der’a Geverê Besin Baykan, ji qordînasyonê TZPkurdî Hemîd Dilbihar, Şaredarê Geverê M.Salih Yıldız, Şaredarê Colemergê Kazım Kurt, Şaredarê Silopi’yê Mahsun Konur, Şaredarê Cizîr’ê yê berê Aydın Budak, Parlamenter’ê xweser ê Colemergê Hemit Geylani, Serokê DTP ya Colemergê Hasan Guzel, Serokê DTP ya Gever’ê A.Vahit Şahinoğlu, însiyatîfên Dayikên Aştiyê yên Wan û Colemergê, ji ber vê keda wanê hêja û pîroz em spas û hurmetê xwe pêşkêşî wan dikin, divê em tev piştgirî bidin tevgera ziman û perwerdeya kurdî.

 

                     Silavên kurdewarî   Mamoste Haydar



Şimdi aileye katılmanın tam zamanı - Yeni nesil Ücretsiz Windows Live Hizmetlerini şimdi edinin! Buraya tıkla!
Reply all
Reply to author
Forward
0 new messages