BANGEK HÊŞYARÎ YÊ

1 view
Skip to first unread message

Haydar Amedî

unread,
May 29, 2008, 11:15:02 AM5/29/08
to serx...@googlegroups.com

                 BANGEK HÊŞYARÎ YÊ

 

    Hevalno ez berê lêborîna xwe ji hemî endam-nivîskar-xebatkar û moderatorê koma serxwebûnê dixwazim, ez jî wekî birayekî we û wekî hevalekî weyê têkoşînê eynê gavêde jî dilşewatê zimanê kurdî, dixwazim ku hênekî we rexne bikim û hênek jî pêşniyarên xwe bînim ziman, dema mirov rast şîrove bike rexne û pêşniyar armanca wan heman tuştin bes ku armanc ked dayîn û dilsozî be,

 

   Ezê berê rexneyê xwe vebêjim, hevalno 20-25 sal berê mexseda me tevan du rêz nivîsên bi kurdî bû, eynî demê de mexseda me tevan ew bû ku li her derî bi bîrdoziyek netewî têkiliyên me û têgihîştina meyê ji hev bû, dîsa bi eynî mijarêve girêdayî pirsgirêka kurd û kurdayetî di nav dîwarên reş û rûpelên dîroka qirêjde da ku neyê fetisandin û tunekirin xeyalên me bûn, binêrin derfetên niha pêşketinên niha û tiraliya me.

 

   Hemî hevalên kurdperwer û dilsoz re pêşniyara min eviya ye, hevalno bi hêsanî em negihîştin vê astê(merhalê)vaya keda 25-30 sale ku gelê meyê bawermend û bi rûmet têkoşiya ye û berdêlekî mezin daye em gîhandinê vê astê, divê em qîmeta viya zanibin û xwedî lê van heyînan derkevin, berpirsiyariya ku dikeve ser milê me divê em bi cîh bînin, pêwiste her kesekî di cîhê xwede peywîra xweyê wijdanî û exlaqî bi cîh bîne,

 

  Malperên meyê kurdî û kurdewar henin endam tunenin, gelekî mirov henin ku dikarin bi kurdî têda binivîsin tiralî dikin nanivîsin îcar dema axiftine de dibêjin gere wilo be fila û bêvan, her êvaran hemî kes bi taybetî ciwan dikarin malperên xweyên kurdewar berçavan re derbas bikin nivîsên kurdî û kurdewarî bixwînin derbarê kêmasiyan de rexneyên xwe û pêrejî pêşniyarên xwe diyarkin vaya hên ji bo têgihîştinê fêdeye hên jî deyn û peywîrekî şoreşgerî ye.

 

Silavên kurdewarî yê.  

 

              Mamoste Haydar

 

 

 



Gönderin, blog oluşturun ve dünyanızı aileniz ve arkadaşlarınızla paylaşın - Windows Live Spaces, hayatınızı paylaşmak daha da kolaylaştı! Şimdi ücretsiz Windows Live Alanınıza gidin Buraya tıkla!

botan goyi

unread,
May 31, 2008, 4:25:49 PM5/31/08
to serx...@googlegroups.com
 Silav ji bo hemu endamên komê belê mamoste heyder rast dibêt pêweste et lî ziman û destkeftîyên xwe yên netewî xwedî derkevin. De ma em lê xwedî dernekevîn û mezin nekîn wê kesên ne maqul ne ked dayin destkeftîyên civakî bi mezîxinin.
Bona wê ez vî rexneyî lîser xwe jî di pejirînîm ku xeletiyên min ji hene ez wexteke wetadar nadim ser xebat û nivisên liser pirsgirêka cîvaka kurd.
   Bi hîvîya demên xweş û baş dembaş ji hemu endamên komêre...
 
Reply all
Reply to author
Forward
0 new messages