KURDISTAN JI NÛVE TÊ DAGIRKIRIN...

0 views
Skip to first unread message

botan goyi

unread,
May 31, 2008, 6:59:04 PM5/31/08
to serxwebûn
Belê hevalên delal dibe ku we hemuyan serlêdana R.T Erdogan ya amedê ji nêz ve şopandibe.
       Tayîp erdogan gaveke nu, sefereke nu liser kurdistanê de di be, Dewleta dagirker eve 80 sale bi tu rê û rêbazê nekariye gelê kurd tam entegreyê tirkbunê bike.
Ew gava dawî hem ji aliyê artêşê ve hem jî ji aliyê Komarparêzan ve alîkarî dibîne, ev têtê wateya ev projeya GAP ê pêngava dewleta dagirker a jibo bişaftin û tunekirina ziman, çand, dirok xaka gelê kurde.
       Ez di vê xalêde bala we bikişinim ser pêngava projeya gap ê a destpêkê di sala 1979 de ji aliyê sûleyman Demîrel ve hatiye avêtin. Ev gava he beriya destpêkirina Tekoşîna Azdiya Kurd a sala 1984 de hatiye destpêkirin. Yanî mexseta dewletê ne weke wan gotî başbuyîna aboriya herêmê " wê terorê bê bandor bike ye" tam tersîwê talankirin û şêlandina nirxên kurdanin.
sedemên Projeya gap ê pir alîne. 
Ya yekemîn li gora wê demê metingeriya liser kurdistanê ye, yanî kurdistan wê hemu enerjiya tirkîyeyê bi cih bîne hemu alavên xak û xwezeya kurdistanê wê ji bo berjewendiya dewletê bên bikaranîn.Yanî birq (elektîrîk) a lî kebanê tête afirandin di kargehên tirkîye yên li Kocaelî , Stenbol û Kayserîde têne bi karanîn. Gelo berjewendîya gelê herêmê dî vî warîde çîye?
Ya duwem bi avakirina bendav (baraj) an, kelepûrên dîrokî têne tunekirin,dimîne bin avê de, Ev jî bê re (kök) bê bin kirina gelê kurd û xaka kurdistanê ye.Em dizanin şariştaniyên mezin, herdem li derdora çeman,li keraxên avê, li dolên mezin, nîştecihbune û şaristani, zanisti lî dora çemên weke dîcle û firat hatîne ava kirin. Daxwaza dewletê tunekirina mîratê ku ji bav û kalên me ji mere mayîne, bê şop kirina dîroka meye, bê şop kirina dîroka gelên mezopotamya yê ye. 
 Ya sêyem avakirina bendavan bandoreke xirab liser axê dike ew axa 50-70 salî bîmîne dibin avêde, êdî tu berhem nikarine jê bêne hildan, êdî bikêr çandiniyê jî nayêt.
Ya çarem Bendavên têne çêkirin bi sedan gund û nafçe di bin avê de dihêlê. Ew kesên niştecihê van nafçe û gundan neçarê koçberîyê dibin, yanî dest jî ax û mala xwe berdidin dikevin der û kolanên xelkê. Ev jî palenek ji şerê teybete ku gel jî reyên wî, ji bingeha wî bi qetine lî varoşên bajaran neçarî hemu cure jiyani bike. Li bajarên Tirkîye ziman û jiyana wan a kurdewarî bi wan bide ji bîrkirin.
       Êdî em dibinin ka bendav wê çent alîkariyê jibo aboriya herêmêre bike? bendavên têne çêkirin di demeke kinde têne avakirin. ew gelê herêmê heta avakirina bendavan xilasdibe bo mînak 7 salan wê liser înşaata bendavê bi xebitin, lê ka pîştî 7 salan wê çî pêşeroj jibo gel bête danin? Em bêjîn lî deşta heranê 50 hezar karker bi çandînîyê dan mijulkirin, kirin xwedi kar. Lê gelo ma ew bendava li MUNZUR ê, ew bendava lî HESKÎFÊ wê çi sudê (kâr) bide gelê herêmê?  ji xeynî talankirin û xera kirina xak û kelepurên dîrokî.
Teyîp erdogan behsa 22 bendav, 19 termîk santralan dikir. Ji wan bendavan wê yek lî ser çemê dîcle lî kêlega CIZÎRA BOTAN lî geliyê qesirgê were çêkirin, dîsa wê bi sedan şkeft û medrese ya Feqîyê Teyran bimine di bin avê de.
Nîyeta dewletê ya çêkirina van bendavên di rojevêde ne jibo aborî yan îstîhdama gele. Nîyata wê weke me li jor rêzkiriye.
Nîyeta wê  ji hev qetandina çîyayên kurdistanê ye di nava çîyayande tuxuf danîne.
Yanî ew bendava lî qesîrgê (kasrik) bê çêkirin di navbera çîyayê CUDÎ û çîyayê GABAR de tê çêkirin, ev tecrît kirin û rê birîna Şervanên azadiye. Bendava MUNZUR ê ji bo eynî niyetîye.
Ez minokek dawî lîser termîksantralan jî bîdîm; Dewletê sala 1999 lî Sîlopî termîk santralek çêkiriye ku kargehek yekemîne, qaşo ew jibo îstîhdama gel û afirandina enerjî yê.
      Komira bi kûkûrt ya şirnexê li wê santralê tête şewîtandin û ceyran tête afirandin.
Vî santralê li wê herêmê dî 9 salande rêjeya(oran) penceşêrê %80 zêdekiriye, di van 9 salande jinên ku zarokên wan jiber diçin(dûşûk) %60 zêdebune.
Êdî gel weke berê ji rez,bistan û zeviyên xwe berheman nagirin.
     Ma eve îstîhfam? Ma wê kurdan bi jehrdayîn mal û xak dibin avaêde hiştinê têr bikin*
Ne wele ji xudê bawerbikin niyeta dewletê ne dostanîye, niyeta dewletê ne parastina maf, azadî û dîrok û dewlemendîya herêmêye. Jî xeynê wê nûde dagirkirin, ji nûve mêtîngeriye, Şêlandin û bê şop û bê war kirine...
    
 
 
Reply all
Reply to author
Forward
0 new messages