Bi Metoda Zanistê Rastiya Newrozê
Beriya her tiştî newroza 2009î li tev xweşmirovan pîroz be. Û dixwazim
bibe pêtala azadî û edaletê ji bo cîhanê.
Di dîroka kurdan de Newroz beriya her tiştî nîşana azadiyê ye ji bo
kurdan. Divê em kurd, newrozê bi awayeka rast û dirûst bizanin. Ji bo
vê yekê jî hewcehî bi zanista dîrokê heye. Pir rewşenbîrên kurdan
dîrok nivîsandine. Mixabin ji ber ku bi awayekî zanistî lêkolîn ne
kirine kurdê dîrok nedizanî vê carê xelet dizane. Min peyamên
pîrozbahiyên newrozê yên tev partiyên kurdan xwendin. Mixabin tev
çewtomewto ne. Werin vê carê em bi zanistî û bi kurtî li newrozê
binêrîn. Çavkaniyên min zanistên dîrokê yên wekî; Izady, Kekuyon,
Diakonof, Rowlinson û Cameron in. Tiştên di Şerefname û pirtûka
Ferdowsî de hatine nivîsandin bi tevahî ne bi zanistî û rastî ne. Rast
e Şerefname û pirtûka ferdowsî pir hêja ne lê hêjatiya wan ji kevniya
wan tê. Ne ji metodolojî û zanistiya wan. Werin em Newrozê ji zanistên
dîrokê hîn bibin.
Kurdên medyayê di bin zordestiya Asurên ereb de bûn. Asuran Medya
(Kurdistan) dagir kiribûn. Bacên pir zêde jê di hatin standin. Demek
hat di beriya Îsayî 670îyan de gelê medyayê êdî ji aliyê polîtîk ve li
ser piya bû. Di wê heyamê de pismamên kurdan îskîtiyan jî pareke
Medyayê dagir kiribûn. Êdî ji her alî ve kurdan serhildidan. Ji bo
serhildanê pismamên Mediyan, Elamî û Manaiyan jî alîkarî kirin.
Mediyan û gelên din ên bindest bi rêvebertiya, Bît Karî/Karkaşşî,
Vahmyatarşî/Mamîtuarşu û Dusanî de serhildan. Serokê tevan Xşathrîta
bû. Di demeke kin de serfiraz bûn. Zanistê dîrokê Diakonof dibêje,
piştî ev rêveberên Medyayê serfiraz bûn êdî kurdên Medyayê yên
perçeyên din jî xwe azad kirin û li gel wan yekitiya xwe saz kirin.
Piştî Medya hat azadkirin, li çiyayê Asnavand agirkeke mezin pêxistin.
Ji bo her kes pê bihese. Ji bo wê rojê mediyan digot, "Nava Roaca"
ango Roja nû bi kirmanckî/zazakiya niha jî wekî mediyan tê bikaranîn.
Dema mediyan ev agir xweş kirine 1î meha avrêlê/nîsanê bû. Lê li gor
demsala/teqwîma wê çaxê wûsa bû. Li gor demsala niha dibe 21î adarê.
Lê belê Newroz ne ji bo mizginiya biharê (baharin mûjdecisi ) ne jî
tişteke din derketiye. Newroz roja azadiya û serfiraziya serhildanê
ye.
Mixabin rewşenbîrên kurdan Newroz bi xeletî û çewtî bi kurdan dane
nasandin. Dibêjin Bz. 21î adarê 612'an de Kurdan paytextê Asurê
dagirkirin. Dehakê zalim kuştin û nizanim çi... Hey ho! Yekî bi zansitî
li dîrokê binêre wê vê çewtiyê baş bibîne. Xeletî li ku ne:
1-) Kurdan ne 21î adarê lê 31î tebaxê paytextê Asuran dagir kirin. Di
sala Bz. 612î de. Wê demê kurd ne bindest bûn ne jî di bin zordestiyê
de bûn. Berevajî kurdan zordestî li asurên ereb dikirin. Yanî beriya
dagirkirina paytextê wan nêzî 50 salan bû ku jixwe newroz dihat pîroz
kirin.
2-) Dema gelê medyayê welatê xwe ji bin serweriya Asuran rizgar kiriye
mafdar û şoreşger bûn. Lê dema ji derveyî welatê xwe dagirkirine û axa
wan ji wan standine kurdan zordestî kiribûn. Tiştekî pir şerm û kirêt
e ku îro hinek kurd rabin dagirkirina axa ereban wekî şahiyekê pîroz
bikin. Divê em ji cînarên xwe re xemgîn bibin. Ku qralê ereban ji
tirsa kurdan xwe dihavêje di nav agirî de.
3-) Tu car û tu kes bi navê Dehakî nebûne qralê Asuran. Lê belê li gor
hinek zanistên dîrokê (Izady û hwd.) Dehak qralê Medyayê/kurdan yê
dawîn bû. Yewnanî jê re Astiyages dibêjin. Dehak/Sahak di olên kurdan
yên kevin de Ehlî Heq/Yarîsanitiyê de qralekî kurdan yê pîroz e.
Mixabin farisan wekî mirovekî xwînmêj û hov nivîsandine. Kurd ji wan
pirtûkên antîkurd ji xwe re dikin çavkanî. Jixwe carekî Axameniyên
faris û carekî jî Îskenderê mezin Avesta şewitandibûn. Peyre farisên
Sasanî li gor berjewendiyên xwe dîsa nivîsandin. Kurdên qenc xirab
nivîsandin, yên xirab jî wekî qencan... Çend rûpelên Avestaya kevin hene
lê di wan de qet qala Newrozê nayê kirin. Bi tenê di avestaya paşê
hatiye nivîsandin de heye.
Lê belê divê em têbigihîn ku dîrok zanist e. Lêkolîn û şîroveya dîrokê
divê bi zanistî be. Bi taybetî ev heyam heyama zanist û ragihandinê
ye. Xeletî û şaşî pir zû tên beyan kirin. Lewma dibêjim êmanet zanist
û newroza we pîroz be.
Bedel Boselî
rodi...@hotmail.com