Pêşketinên nû yên di warê zanist û teknolojiyê de her diçe bi tiştên
nû derdikevin piyaseyê. Di warê zanist û teknolojiyê de zimanê kurdî
jî êdî cih digire û bi pêşketinên nû dilê kurdîhezan xweş dike.
Google Eart bi 5 bernameyên nû dê xizmetê bide mirovan. Ev bername
gelek nûbûyinan jî bi xwe re tîne. Niha bi vê bernameyê mirov dikarin
binê deryayê jî bibîne. Ji bilî vê yekê mirov dikare cemedên ku
dihelin û erozyonê jî bi rehetî bibîne.
Nûbûneke din jî şirîkên naveroka Googleyê National Geographic û BBC bi
naverokên xwe der barê rabirdûya cihên ku hûn lê digerin dikarin
agahiyan bigirin.
Bi kurtasî 5 nûbûnên Google Earthê wisa ne:
Moda firê êdî baştir e û li ser girên hûn difirin bi nêrîneke ji jor
baştir dikarin bibînin. Li ser okyanûsê dema difirin bi rehetî masiyên
binê okyanûsê dikarin bibînin. Cihên hûn lê digerin dikarin qeyd bikin
û ji kesekî din re bişînin. Ji bo vê jî îkona kamerayê ya di menuya
jor de tenê bitikînin bes e. Dîmenên her cihên dîrokî her çiqas tune
be jî, cihên hûn lê digerin dîmenên kevin dikarin bibînin. Ji bo vê jî
îkona saetê ya di menuya jor de tenê bitikînin bes e.
GOOGLE EARTH DIDE GIRTIN
Hate ragihandin ku şebekeyeke narkotîkê ya hindû ku demeke polîs li
pey wan e, bi saya Google Earthê hatine girtin.
TV’A AV NAÇE HUNDIRÊ WÊ
Heta niha saet, telefon, wênekêşên ku av naçe hundirê wan derketibû
piyaseyê. Vê carê televîzyonên ku av naçe hundirê wan hate
hilberandin. Panasonic televîzyonên SV-ME750 û SV-ME700 ku ekrana wan
7 inç e, derxist piyaseyê.
MALPER TÊN ASTENGKIRIN
Li Tirkiyeyê ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyê têne
sansûrkirin gihîşt 1591’an. Ji van 1221 bi DNS’ê (Domain Name Service)
têne astengkirin, 370 jî bi navnîşanê IP û hemû navê rêzejêra wê
(subdomin) ve hatin astengkirin.
MALPEREKE NÛ ÇAVBELEK
Cîhana nivîsbariya kurdî bi hemû leza xwe pêşketina xwe didomîne.
Malpereke nû Cavbelek.com bi îdiayeke mezin dest bi weşana xwe kir.
Malpereke ku hûn dikarin vîdeoyan daxînin, yanî malpereke vîdeo ya baş
e. Rêveberên malperê dibêjin ku ev xebateke nû ye û di rojên pêş de dê
mizgîniya hin tiştên nû bidin.
TELEFONÊN KURDÎ
Ji aliyê fîrmaya TNN telefonên bêrîkê yên zimanê wê bi kurdî derketine
piyaseyê. Telefonên ku buhayê wê di nava 210 û 250 TL tê guhartin de
di encama xebateke 2 salan de derketine piyaseyê.
EMBRIYO HATE KLONKIRIN
Li Çînê di encama xebatên zanistî de bi awayekî serkeftî 5 embriyoya
mirovan hate klonkirin. Tê ragihandin ku ev rêbaz ji bo tedawiya
Parkînsonê de bibe piştgirî. ANF