Lîstika şanoyê Hamlet, ku yek ji navdartirîn lîstikên William Shakespeare e, van rojan dê bê çapkirin.
William Shakespeare *
Helbestkar, şanoger, şanonûs û lîstikvanê Îngilîz ê mezin. 23’yê Avrêla 1564’an,li Îngilistanê, li Warwickshireê, li Stratford-upon-Avonê ji dayîk bûye.
Di 26’ê Avrêlê de jî hatiye mohrkirin (waftîzkirin). Di 23’yê Avrêla 1616’an de, li ciyê xwe yê jidayîkbûnê miriye.
Yek ji mezintirîn helbestkar û şanonûsên dîroka wêje û şanoya cîhanê ye.
Bi dehan qerekter û pêlewanên ku bi lîstikên xwe afirandiye, ji hemû serdeman re bûye çavkanî.
Soneyên wî yên ku helbestên dildarî û hezkirinê ne, hê jî kêm helbest hene hatibin nivîsandin û di ser wan re bin.