Matematîka bi kurdî û avakirina zanistê -I-
Demajoya avakirin û avabûna sazî û pergalên neteweyekê û lêanîn û
lêguncandina wê ya roja îroyîn, bi zehmetî û çetinî, biêş û qolincî tê
derbaskirin; û ev dem ne ji ber dûrûdirêjbûna demê, lê belê ji ber
dijwariyê gelek zêde didome…
Ev yek di çend beş û warên wekî ziman, zanist, polîtîka, çand, toreya
giştî de hê zêde beloq dibe û xwe dide der.
A me kurdan jî, em di roja îroyîn de di nav vê demajoyê de ne û her
roja ku diçe, ev dijwarî û çetinî, qolincên navborî û behsa xeberê
bêtir xwe bi me didin hisandin. Her çiqas di warê çand û toreya giştî
de ev çetinî û qolinc zêde çênebin jî, ev yek bêtir ji bo ziman û
zanistê ne lê ye. Ji ber ku çand û tore jiyanî û pratîkî ne û xwe di
hundirê xwe de nû dikin û tên jiyandin.
Lê ziman û zanist ne wisa ne. Her çi qas endam û dînamîkên wan ên
geşbûn û pêşdeçûnê yên hundirîn roleke xurt û girîng dilîzin jî, ziman
di warê wergerê de, zanist jî di warê adaptasyonê de hewceyî ziman û
zanistên din e ku ew jî di nav zimanên din de ne.
Her wekî, Galileo jî ji bo zanistê gotiye, “Zanist, di wê pirtûka
mirêsdar de ku navê wê ‘gerdûn’ e û rûpelên wê vekirî ne, nivîsandî
ye. Lê belê, heta ku em bi zimanê wê yê ku pê hatiye nivîsandin hîn
nebin, nikarin wê pirtûkê bixwînin. Ev ziman Matematîk e. Ne mimkûn e
ku mirov bêyî vî zimanî ji hevokeke vê pirtûkê jî fêm bike.”
Û matematîk jî beşeke ji zanistê ya mantiqî ye. Di her beş û aliyê
jiyanê de heye, cih girtî ye û ji bo jiyanê jênager e. Tevî ku di xîm
û bingeha xwe de zanisteke mantiqî ye jî, xwedî zimanekî taybet e û
zimanekî ku wekî ‘zimanê matematîk’ hatî binavkirin heye.
Çawan ku zimanê axaftin û nivîsandinê yê gelan, ji sembolên di nav
alfabeya wî zimanê de cî girtine pêk tê, alfabeya zimanê matematîkê jî
ji sembolên wekî, ‘x,y,1,2,3,[], <>, =, ∏, α, %....’ pêk tê û bi van
sembolan, hevokên ku hem ligelheviya mantiqî û hem jî hevokên fêmbar
ku ji mantiqên wan tê fêmkirin, tên sazkirin.
Matematîk, di dîrokê de, bi taybetî di hin herêm û cografyayên dinyayê
de pir bi xurtî hatiye bikaranîn. Di her herêm, beş û cografyaya ku lê
matematîk hatiye bikaranîn de, zimanê wî gelî, bi hemû xweserî û
taybetiya xwe ya mantiqî ve, wekî zimanê têgihîştandina mantiqa
matematîkê û hînkirin û hînbûna matematîkê hatiye bikaranîn.
Her wiha, di matematîka rojhilatê û di ya Rojhilata Navîn de,
matematîka Misiriyên kevn, matematîka Hîndistanê, matematîka
Mezopotamyayê (matematîka Mezopotamyayê; ji aliyê sumerî, akadî,
babîlî, asurî, huriyî, persî… ve bi xurtî hatiye bikaranîn û ji ya
Misirê pêşketîtir e), di matematîka Ewropayê de jî, matematîka yewnanî
wekî bingeh û destpêkê hatiye bikaranîn. Û ligel vê yekê, di
matematîka van hemûyan de zimanên cuda cuda yên axaftin û nivîsandinê
hatiye bikaranîn. (Misirî; erebiya kevn, Sumerî; sumerîkî, aramiya
kevn, Asurî; suryanîkî, Yewnanî; latîniya kevn û yewnaniya kevn,
Persî; farisiya kevn û erebî…)
Îcar piştî van agahiyên kurt ên der heqê têkiliya matematîk-jiyan,
matematîk-ziman, ziman-matematîk de, ez ê li ser van bingehan berê xwe
bidim pirtûka ‘Matematîk’ ku vê pêla dawî bi zimanê kurdî hat
weşandin.*
Serê pêşîn, min divê ez car din berê we bidim destpêka nivîsa xwe û vê
bêjim. Gelê kurd, wekî neteweyekê, di demajoya avakirina dem û dezgeh
û pergal û sîstemê de ye. Helbet di vê demajoyê de çi kar û tevkarî,
ji kîjan alî ve û ji aliyê kê ve bê kirin, sûd û havilek tê de heye.
Lê bi şertê ku nebe sedema şaşitî û çewtiyên ku dûre hewcetiya
rastkirinê çêbibe ku rastkirina wan ji ya destpêkê zehmetir û
dijwartir e.
Ji ber vê yekê jî, divê xebatên wekî, amadekirina pirtûkên tip, fîzîk,
matematîk, ekonomî, felsefe, psîkolojî, sosyolojî, pîrikî, hemşîretî,
endezyarî, mîmarî, spor, dad û hiqûqî, teknolojiyê, ji aliyê wan kesan
ve ku hem di vî warî de perwerdehî dîtine û hem jî di zimanê kurdî de
zal û serdest in were kirin. Û ev kar ne ew kar in, ku kesek bi tena
serê xwe bike; divê ji bo van karan kêmtirîn sê kesên ku xwedî van
taybetiyan in bên ba hev; divê ev kes xebat û lêkolîn û lêgerînên dûr
û kûr bikin da ku siberojê di têgih, nav û navlêkirin û têgihbarkirina
navên di van dîsîplînan de hene, şaşîtî û çewtiyên mezin û beloq
dernekeve pêş.
Min carekê di nivîseke xwe ya di A. Welat de, pêşniyaz li TZP Kurdî
kiribû ku xebatên di vî warî de jî wekî proje bidin destpêkirin. Bi
boneya vê nivîsê ez dikarim pêşniyaza xwe ducar bikim û bêjim; hewce
ye projeyeke bê çêkirin û kêmtirîn pênc kesên hay ji ziman û
matematîkê heyî di nav vê projeyê de cih bigirin, kar bikin û li gelek
herêman bigerin û wekî mînak;
a) Kesên ku dê li herêman belav bibin, dê hosteyên kurd ên lêkirina
dîwaran peyde bikin. Ji ber ku, ev hoste gava dîwaran lê dikin, bi
kurdî pîvan û geometriyê bi kar tînin; ligel vê geometriyê nav û gotin
û têgih û navlêkên bi kurdî yên geometrî û endezyarî û mîmariyê jî bi
kar tînin. Ji ber vê yekê, mirov dikare di vî warî de gelek nav û
navlêk û têgihên geometriyê berhev û peyde bike.
b) Kesên ku dê li herêman belav bibin, dê herin tevnxaneyan. Ji ber ku
tevnker û korsker li wir gelek şikl û dirûvên geometrîk radiçînin û li
gorî jiyanê û ji ber karê xwe navek li wan şikl û dirûvan dikin.
c) Û gelek rê û metodên din.
Her wiha bi vî awayî dê gelek beş û aliyên jiyanê têkeve nav vê
berhevkarî û peydekirina nav û têgihan û dê nav û navlêk û term û
têgihên matematîka kurdî ji nav matematîka jiyanê were peydekirin, ne
ji ferhengên ku bi du zimanî hatine amadekirin.
Nivîskarê pirtûka Matematîk a bi kurdî, di pêşeka pirtûkê de dibêje,
di sala 2007’an de dest bi amadekirina pirtûkê kiriye, kedek daye,
serê xwe bi nav, têgih, navlêk, mantiq û zimanê matematîkê re
êşandiye. Lê ciyê dax û mixabinê ye ku di amadekirina vê pirtûkê de,
hem di warê lidûhevrêzkirin û sîstematîzekirina mijarên matematîkê de,
hem ji aliyê teknîk û metodolojiya pirtûkê ve, hem jî ji aliyê zimanê
ku wekî çavkanî û referans hatiye girtin ve, ketiye nav hin şaşitiyan.
Carekê, diviya berî her tiştî, berî ku qala mijarên matematîkê,
kirariyên tê de were kirin, ferhengeke term û têgih û nav û navlêkên
matematîkê ya bi kurdî bihata çêkirin û ji aliyê lijneyeke maqul û
pispor ve bihata pejirandin; dûre berî her tiştî wek broşurekê bihata
belavkirin. Pê re jî ev ferheng, ji aliyê dor û alî û kesên têkildarî
mijarê ve bihata erêkirin. Dûre, diviya amadekirina pirtûkan ji pola
yekem ku bi hînkirina têgihên pîvan û hejmaran dest pê dike, bihata
destpêkirin.
Lê mixabin wiha nebûye; mijarên di pirtûkê de, li gorî sîstema
hînkirina matematîkê ya perwerdeya li Tirkiyeyê, ji pola 6’an dest pê
kiriye, hin mijarên pola 7’an jî ketiye navê û hin par û beşên pola
8’an jî tev lê bûye. Yanî bi vî rengî û awayî, mirov nikare bêje,
destpêka hînbûnê ye, an broşureke li ser matematîkê ye, an pirtûkeke
danasînê ye; bes wekî destpêkekê tercîhkirî xuya dike û hin mijar û
beşên bingeha matematîkê jî tê de hene.