Bajarê mihendisan li Hewlêrê hat vekirin

3 views
Skip to first unread message

RodinRojhilat KURDISTAN

unread,
Apr 27, 2010, 9:47:40 PM4/27/10
to KURDITGROUP
Bajarê mihendisan li Hewlêrê hat vekirin





Duhî Newzad Hadî waliyê Hewlêrê bi nûneratiya Azad Berearî cîgirê
serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, bi minasebeta damezrandina
sandîkaya endeziyaran (mihendisan), qonaxa yekem a pirojeyê bajarê
endaziyaran li Hewlêr li se riya Hewlêr-Kesnezanê vekir.

di destpêka merasima vekirina bajarê mihendisan, serokê sandîkaya
mihendisan gotarek pêşkeş kir û tê de, bi minasebeta timambûna qonaxa
yekem ya bajarê mihendisan û salroja damezrandina sandîkaya mihebdisên
Kurdistanê, pîrozbahî li mihendisên herêma Kurdistanê kir.

Paşî her bi vê minasebetê Newzad Hadî waliyê Helêrê peyvek pêşkeş kir
û wî di axaftina xwe de rola mihendisên Kurdistanê di avakirin û
geşepêdana herêma Kurdistanê bilind nirxand.

qonaxa yekem a pirojeyê bajarê mihendisan ji 130 xaniyan pêk tê.

Qonaxa duyem a pirojeyê bajarê mihendisan ji 500 xaniyan pêk tê û dê
di demeke nêzîk de timam bine. Ji bilî zaniyan herwesa bazar, yarîgeh,
dibistan, baxçeyê zarokan, senterên rewşenbîrî û civakî û gelek cîyên
çalakiyên di nav bajarê mihendisan de tên avakirin.
Ew pirojeyê ji aliyê kompaniya SRS a tirkî û Biyabana kurdistanî ve tê
çêkirin.

--
You received this message because you are subscribed to the Google Groups "KURDITGROUP" group.
To post to this group, send email to kurdi...@googlegroups.com.
To unsubscribe from this group, send email to kurditgroup...@googlegroups.com.
For more options, visit this group at http://groups.google.com/group/kurditgroup?hl=ku.

Reply all
Reply to author
Forward
0 new messages