Hejmara nû ya Zendê derket

4 views
Skip to first unread message

RodinRojhilat KURDISTAN

unread,
Aug 15, 2009, 12:08:56 AM8/15/09
to KURDITGROUP
Hejmara nû ya Zendê derket


Hejmara nû ya weşana Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya Kovara Zendê
derket. Kovar bi mijarên cur bi cur careke din di gelek warên wekî
wêje, ziman, çand û dîrokê de bi dosyayan dê xwendevanên xwe têr
bike.

12/08/2009


Hejmara nû ya weşana Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya Kovara Zendê
derket. Kovar bi mijarên cur bi cur careke din di gelek warên wekî
wêje, ziman, çand û dîrokê de bi dosyayan dê xwendevanên xwe têr bike.
Di vê hejmara Zendê de jî dîsa der barê ziman, wêje û dîroka kurdî de
gotarên cihêreng cih digirin. Di warê zimên de mijara ku di vê hejmarê
de ji xwe re cihekî berfireh dîtiye fonetîk e. Azad Zal di vê hejmara
Zendê de nivîseke berfireh li ser deng û tîpên kurdî û ahenga di
navbera wan de amade kiriye.

ZARAVAYÊN KURDÎ
Ji bilî vê nivîsê Zana Farqînî li ser awayê raderîn ê lêkeran
radiweste û Samî Tan jî bi sernavê “Di dîroka pêşketina kurdî de cihê
Cizîrê” gotarek nivîsandiye. Her wiha Dilawer Zeraq, Feratê Dengizî,
Laura Shepherd bi nivîsên xwe yên der barê zimanê kurdî de bûne mêvanê
vê hejmara Zendê. Di vê hejmarê de rewş û taybetiyên zaravayên kurdî
jî bûye mijareke sereke. Li ser vê mijarê di Zendê de du hevpeyvîn û
nivîsek cih digire.

REWŞA MUZÎKA KURDÎ
Nivîseke girîng a vê hejmara Zendê jî der barê Celadet Bedirxan û
Hawarê de ye. Ev nivîs ji aliyê Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan ve hatiye
nivîsandin. Di vê nivîsê de Aydogan tîşkên roniyê dixe ser gelek
aliyên tarî yên kovara Hawarê û danerê wê Mîr Celadet Bedirxan. Di
warê dîrokê de Mihemed Ronahî bi gotara xwe ya bi navê “Merwanî û
şaristanî” li ser dewleta Merwanî û şaristaniya wê dewletê bi hûrbînî
radiweste. Her wiha di warê dîrokî de nivîseke girîng jî der barê
“Rojnameya Şerq û Kurdistan” de ye. Di vê hejmarê de nivîseke din a
şayanî dabaşkirinê nivîsa Vedat Yildirim a der barê muzîka kurdî de
ye. Yildirim di vê nivîsa xwe ya bi navê “Metropolbûn û muzîka kurdên
li Tirkiyeyê” de li ser rewş û taybetiyên muzîka kurdî ya niha
nirxandinên balkêş kirine.
Ev hejmara Zendê jî bi nivîsên der barê ziman, wêje û dîroka kurdî de
balê dikêşe ser xwe. Kesên ku dixwazin xebatên lêkolînî yên kurdî
binasin dikarin ji Zendê sûd û kelk wergirin. STENBOL / DÎHA

Reply all
Reply to author
Forward
0 new messages