Ji kitâba Abdulkadîr Bîngöl a NÛBİHARA MEZİNAN
Beşa Pêşî: Tirkî-Kurdî û Kurdî-Tirkî
Mefaîlûn/ Mefaîlûn/ Mefaîlûn/ Mefaîlûn
Bo “bûklûm” bêje “tewq” û “tew”, “dîmender” navê “ekran”e
“Edat”-“daçek”, “jîrik”-“bîlmîş, “înekçî” jî “çêlekvan”e
“Gelarêzan” û “qirjal”ê bo “Bircê Akreb”ê bêje,
“Hitim” ew korê zikmakî, “înîltîlî” jî “nalan”e.
“Etor” û “balîloçk” û hem jî “balol”ê “dûrûm” zane,
Ji bil wan hersêkan “balîloç” û “hop”ê li cem dane.
“Ezîk”-“pincir” ewê nav e, bo “alîgir” jî “yandaş” bêj
“Verîmlî”(2) navê “adan”ê ji bil wê jî hem “doxurgan”e
“Yûzûstû” bêje “devdevkî, bo “laserkê” jî hem “telsîz”(1,)
“Boşanma” ger nezanî tu “telaq” û hem jî “ berdan”e
Bo “kiskanç”(2) tê gotin “çavnifş”, bo “kaç”a tirkî “çend”(1) bêje
Eger tu “şerpeze” pirskî bizanî ew “perîşan”(1)e
“Mîçirtên” navê “dortyûz dort”, belê bo wê mecaz bêje,?
Eger “kîlîtlemek”(2) pirskî: “qefaltin” hem jî “dadan”(2)e.
“Cesûr yûreklî” ger pirskî “dilawer” bo wê xweş nav e.
Tu “kulm” û “girmik” û “gurmist”, “kol” û “incik” digel dane,
“Geyîk”-“pezkûvî” hem “mambiz” “şivir” bo ya sisê bêje
“Rêkûpêk”(1) navê “dûzenlî” we hem “satûrn”(2) jî “astan” e
“Rikak”-“tişta gelik hişk” û “kramp”-“firk” û we hem “şebk”e,
“Zûlûf” “bisk” û “regez”-“unsur”(2); “delal”, “bangîn”: “çixirtkan”(1)e.
Genîşlîk”-“ber”(5)”, “dûgel” “devlet”, “îkîlî” navê “dumend”ê
“Sitem” bû “zilm” û “çap”(1) “baskî”, “kirîz” “buhran”(1) û “qeyran”e,
“Bezok” û hem “beza” herdu ji wan re “koşucu” bû nav,
Hemû ev “yumruk” in hem jî “çepûl”, “zele” “tokat” zane.
“Uxurlu” wê “biyom” nav e, “bipêûpar” jî eynî nav
“Gurur”-“anor” û “qurnasî”, “kolay” “hêsan”(2)û “asan”e
Eger tu “tix” ji min pirskî “sîx” û “derzok” û hem “nêk”e.
“Prensîp”-“distûr” û “rêzik”(1) we hem “kurma” jî “mezran”e.
“Nivişta stû” eger pirskî bo wê tu “berbejin” bêje,
“Hûkûmet” bêj bo “xwermend”î we navê “birc”ê “polan”e
“Hilawistin” ji bo “asmak”(1), we hem “patron” jî “karsaz”e.
Eger tu “xêrnexwaz”, belê ew navê “dûşman”(2) e
“Eger” hem jî “sedem”(1) herdu di tirkî da “neden” nav e.
“Posa”-“dund” û “seyîs”-“meyter, “reaya” “tat” û “goran”(2)e,
Ji bo “hêşîn”(1) bibêj “mavî”(1), “temel”(2) “hîm”(1) e we “hirç” “ayî”,
“Fizûlî” ew “dedîkodu” bo “hûcre” tu bibêj “şane”(2).
Belê bo “zeng” û “zengar”ê we “zincar”ê bibêj tu “pas”(1)
“Gemî”-“keştî”, “eyar”-“post”(2) û “dokûmhane”(2)-“darêjxane”.
“Semaver” ger nezanî tu “semawer” tu bo wê bêje
Bo “çemçe” tu bibêj “çemçik”, “zemîn”(2) “navko”, “verî”-“dane”
“Lebatî” nav ji bo “aktîf”(1), “celeb(1)-“bîçîm”(1)- “posat”-“pusat”,
“Pîrek”-“kadin”(1) we “qîr” jî “zîft” û tu “qertaf”(2)ê jî “ek”(2) zane.
“Qitî” û “pîk” û “tehlîşk” û “bejik”, “arû”, “ficik”, “şarax”,
“Tirozî” hem bi tev “acur”(1) “isîvermek” jî “tîndan”e.
“Mehîn û hesp enî spî bit, dikarî bo wê “beş”(4) bêjî,
“Kelû” û “çerx” bû “donence”, “dîşî şahîn” jî “terlan”(2)e.
Heelbestên Remezanê (Bila rojî ji bîra me neçe)
Mef’ûlû/Mefaîlû/Feûlûn
Îro Remezan jî bûye sêzde
Hêvî ewe îd bê ser me nêzde
Sêzdeh ku xilas bû çarde têtin
Piştî wê teqez dê pazde bêtin
Pazdeh dê bibit bira bo şazdê
Şazdeh dê bo hevdeyê ve bazdê
Hejdeh diçe nozdeya delal e
Hetta bibe bîst û bit kemal e
Bîstûyek û bîstûdo li dor e
Takû biçe bîstûçar li jor e
Piştî wê jixo tê bîstûpênc e
Bîstûşeşê deyne ber de sênc e
Paşê dê biçin bo bîstûheftê
Hetta bigihên bo bîstûheştê
Bîstûnehê dê rojek bimîne
Êdî kederê ji dil derîne
Ya dî Erefat e hem pîroz e
Nêzîk bûye îd çi xoşî roz e
Va min bo anî dem bo cejnê
Da hûn tewînin li ber wê bejnê
Cejna we tevan ji dil pîroz bit
Keyfa wê rojê mehûj û goz bit
Hetta Remezanekî dî hatî
Şertê bibe xweş ji dil biratî
Dilkul dê dîsa ji bo we bêje
Dê her durr û yaqûtan birêje
Dilbikulê Cizîrî