Cana Min

4 views
Skip to first unread message

abdulkadir binğöl

unread,
Dec 16, 2016, 1:52:58 PM12/16/16
to diwa...@googlegroups.com

Cana Min

 

 

Ji hîcrana te ey dilbera şêrîn

Sebr û hedar qet min nîne cana min

Wek mecnûn ez dikim nalîn û qêrîn

Te heram kir bo min jîn e cana min

 

Tu şev li xewnê yî, rojê xeyalê

Qor û zeîf bûm ez şubhê hîlalê

Pîr û kal bûm ketim li binya malê

Carek min li birê bîne cana min

 

Carek tenê li rûyê min binêre

Da ez wê cemalê bibînim têr e

Bila bibit bo dêbabê te xêr e

Îşev bimbarik e, în e cana min

 

Gîsûyên ser milan şubhê reşmarê

Qurban bim, bo rêveçûnê, reftarê

Çavek yê te eger bête bazarê

Milkê Şam û Besra tîne cana min

 

Umrê min derbas bû bi nalenalî

Ezê bimrim bi vî şiklî fesalî

Çima rûyê xwe tu didî wî alî?

Ma te li Dilkulî kîn e cana min

 

Dilbikulê Cizîrê

Reply all
Reply to author
Forward
0 new messages