Pêkenîn

8 views
Skip to first unread message

abdulkadir binğöl

unread,
May 28, 2017, 7:33:23 AM5/28/17
to diwa...@googlegroups.com

Esfelessafilîn

 

Jineke gundî dimire. Jina melê cenazê dişû û melayê gund jî nimêja wê ya cenazê dike û wê vedşêrin. Piştî ku merasima veşartinê qediya, kurê jinikê ji melê pirsî:

-Seyda rewşa diya min a wê dinyayê çawa ye, ji min re bibêje?

Mele dibêje:

-Kurê min, ew cenazeya ku jinseydaya te şûştîye û seydayê te li ser de nimêj kirîye, ez hêvî dikim ku cihê wê esfelessafilîn e, înşelleh!

 

-Xwedê ji te razî be, seyda.

 

 

 

Eve helbesta vê pêkenînê: Esfelessafilîn

 

 

Yekî hat cem melayê gund, go: “Seyda va diya min mir.”

Jina Seydayî ew şûşt û we seydayî nimêj ser kir.

 

We piştî defn û telqînê hemû millet vegerya mal,

Belê lawê wê jinkê her ji ber qehrê perîşan hal.

 

Çû ber deryê melê seknî jê pirsî hem jê ra ho got:

“Kul û derdê dêka min tev hinav û hundirê min sot.

 

De bêj ka halê dêka min dê çawa bit wê dinyayê,

Ji ber qehra evê pirsê dikim nakim xewim nayê.”

 

Melê got law, dibêjî çî, nînin qey te ji min bawer,

Bêjim vê tu lê guhdar be, wekîlê te bibit Dawer,

 

Ku jin-seyda te şûştî bit, we min kir bit nimêjê wê,

Wê esfelsafilîna xweş bibit cî û mekanê wê.”

 

Kurê wê got: “sipas Seyda bila mala te ava bit,

Qîza te her bibit bûk û bila lawê te zava bit.”

 

 

 Dilbikul

Reply all
Reply to author
Forward
0 new messages