Qalin Tirk İsmet

0 views
Skip to first unread message

Ayhan Geverî

unread,
Mar 31, 2007, 5:15:28 PM3/31/07
to diwa...@googlegroups.com
kekê Selim
Ez li dijî wê me ku Kurdên me derheq vî bêedebî de wextê xwe pûc bikin û bipeyivin..
bo çi, çima?
 
lewra 10-12 sal berê insanan jê re name dişandin ku digotin "tu çima derheqê kurdan de tiştekê nanivisi, evqas zulmê dibînin.." Wî jî digot "ez tehemmula hebûna wan nakim êcar çima derheq wan de binivisim.."
 
Wêca divê Kurd navê wî neêxine devê xwe..
 
Par em çend heval ligel Ali Bulaç rûniştibûn û çend roj berê jî Ali Bulaç ligel Kalın İsmet di Sky ê de li ser meselên "netewî" axivtftibû.. paşî me ji Kek Ali pirsî ku ka ev İsmetê beredayî çima wisa qilîzo ye.. wî got: Walla ben de sordum programdan sonra nedir bu saçma fikirler?
 
Ali abi digot, İsmet gote min: "Valla cepte para yok çocuklarla problemlerim var iş yok..  ne yapayım?"
 
Tabi gava Ali Abi wisa digot dilê min rehet dibû û min digot oxxxweeşşş...!!
 
YAni babo her kê bêpere bimîne yan jî ji jina xwe qutekê bixwe radibe dibêje "Kürtler..."
 
Kekê Selim , te çend xeber nivisine û dizanim ka çiqas hêrs bûyî .. Wella min jî çend nivisin lê min paşî jêbirin min got li me nahê..
 
Wekî din Özel İsmet mixabin bi xêra Kurdên me yên bêeql wisa kete bazara şohretê..
hin Kurdên bêeql ji bo konferansa wî radibûn ji Stenbolê radibûn diçûne Bursayê..
 
Ev Qalin İsmete nebû malê tu kesî, ne bû malê Çepê, ne bû malê Muslumanan ne jî yê hin kesên din..
 
baş bû ku ji bo "Tirkçîtîya xwe jî tu muşterî peyda nekirin.."
 
Min soz dabû xwe ez li kû İsmetê Qalin bibînim ez dê şeq û toqatekê lêxim.. Paşî min li Parka li hember Büyükşehir Belediyesiyê dît. min niyet kir ku ez lêxim lê ez fikirîm bila bi xêra zerba min "prim qazanmiş neket"..
 
yani bila insanên wisa bizirin. em nebihizin.. em li karê xwe binêrin..
di vê grobê de behsa tercumeya klasikan tête kirin.. çima me lejneyek wisa nine ku salekê de 100 heb kitab bêne tercumekirin.. ha belkî Selim abê tu bibêjî ka dê kê çap bike..? rast e lê bila berhem bêne tercume kirin çapxane dê peyda bibin..
 
her wisa keko ez dibêjim ji bo çapa Antolojîya xwe li min bigere çi dibêjî:) wella bêhenek..
 
ez li benda telefona te me..
 
û pêle bila İSmetê Qalin jî di nava agirê we de bisoje û biteqe..
Keko ji te rica tu serê xwe bi van tiştan neêşîn tabi serê me jî:)
tu bi kerema xwe bo me behsa şairên Soran bike.. yan ji behsa "me" bike..
dizanim ku kutubxana ta têra vê diket ku em Kurd bibêjin ha ji we re "edebiyetek millî/netewî." 
 
babo Qalin ismet hun dibêjin: "mucevher çamura süşmekle degerinden bir şey kaybetmez."
 wêca sen çamur atmaya devam et.. em xwe dizanin..
 
Ya ev bênamusene ecêb in insanan didin axiftin..
 
yanî li vê diyalogê binêrin:
 
"Ev arayan Kürt ögrenci:
-Amca eve bakmıştık.
 
Amca:
- Nerelisiniz evladım?
 
Ev arayan Kürt ögrenci:
-Diyarbakırlıyım/Vanlıyım/Adıyamanlıyım/Agrılıyım..
 
Amca:
- Bir şey olmaz oglum hepimiz insanız/muslumanız..."
 
aha hal eve ye.
 
ulan oxlim ma sanki Kürt olmak bir şey olma sebebi midir.. bilinaçtında Kürdü kuyrulu görme pisligi var hala..
 
"ha siz kürt müsünüz? ha bir şey olmaz.. sonuçta hepimiz insanız." ha erê sen tam insansın ama ben eksik insanım..
 
em ji wan bigerin lo
işimize bakalım millet..
 
ligel silavan
biborin maila min jî tevlîhev bûye. zira o Kalin Özel İsmet bahsi açılınca xwûna min dikelije..
 

 
On 3/31/07, selim temo <seli...@gmail.com > wrote:
Gelî civatê,
Ev Îsmetê tewş, bêşerefekî temam e. Binihêrin, di sala 1970yî de edîtorê kovara "Halkın Dostları" bû. Di hejmara dehemîn de (Adar,1970) çend werger ji helbesta Kurdî weşandin. Van wergera Ataol Behramoğlu ji Rûsî wergerandibû. Bi vî awayî yekem car helbesta Kurdî di kovareke wêjeya Tirkî de cih girt -di bin edîtoriya (ji qewlî Kurdên Hayistanê/Ermenistanê "redaktor") Îsmet de. Vêca ev -bila hizûr li min negre, lê ez ê ya xwe bibêjim- qeşmerê han, îro vê dibêje.
Ava ye serê 5 salan li ser helbesta Kurdî dixebitim. Min ji 300 helbestvanî helbest hilbijart, dît û wergerand Tirkî. Antolojiya min gihîşt 2000 rûpelî. Îca tê de, nebêje "wêjeya netewî", têr û ser têra vê îfadeyê tişt hene. Lê mixabin geh bi zîtkên "Çılgın Kürtler"an, geh bi zirta weşanxaneyê "mezin", saleke din jî dereng ket û ma serê payizê. Îca ez nadime kesî, ez ê bi derfetên xwe çap bikim. Hingê ew ê kesên mîna Îsmet şermezar bibin yan na, ez miraq dikim. Lê zanim ku Îsmet kûçikekî temam e, şerm li dora wî tune.
Êdî dema ez çav bi tiştên wusa dikevim, mîna we dûman ji serê min dikişe.
Bessssssssssssss e
Selîm Temo

selim temo

unread,
Apr 1, 2007, 5:25:24 PM4/1/07
to diwa...@googlegroups.com
Merheba,
Divê mirov yekî mîna İsmet Özel nexe şûna zilama û bersiva wî nede. Hevalê Ayhan jî vê dibêje herhalde. Lê divê qet nebe em bi wêjeya xwe zanibin. Divê di vê pêvajoyê de "berhem/eser" bên afirandin. Ji bo vê yekê jî, bi ya min, rola wergervanîyê mezin e û grîng e (Min di 100. hejmara Nûbiharê de jî got; erê jixwe Xwedê ji me ateîstan stendiye, lê gelo çima Misilman û melayên me metnan ji Erebî û Farisî wernagerînin? Metn û dîwanên di dest wan de dernaxînin holê? Gidî, em çûn, haya me jê tune. Hinek mele hene ku di malên wan de bi hezaran pirtûk hene, tenê ew dixwînin, tenê ew bi wan zanin. Ew tev gencîneyên me ne. Malê me ne. Yaw em xesirîn, kesirîn, qey her kesî li wêjeya Kurdî rabe, mecbûr e her tişt ji nû ve kişf bike? Divê berhem hebin ku hinek/em jî li ser wan bifirikirin, binivîsin, bidin naskirin. Danasîna wan, elzem e, şird e, heyatî ye...).
Dema mirov dest bi helbest yan nivîsê dike, ji mirov kirî ku kesî pêşiya mirov tu karî nekiriye. Ev yek, şaşiyeke xweş e, rind e! Mirov piçek ji nava xwe razî ye, şûr simbêle mirov nabire (Jin jî di nav bedewiya xwe de dixesirin)! Tabî ev yek ne rast e, tu tişt tune ku bêyî rabirdû û dahatûyê ava bibe.
Bi taybetî dema mirov dikeve qada Kurdologiyê, mirov dibîne ku gelek berhem hene, lê ji wan re sererastkirin divê. Wergervanî ne tenê ku mirov rabe ji zimanekî berhemek wergerîne zimanên din. Mîna helbesta klasîk, ji helbesta nûjen re jî "werger" divê. Mirov nikare helbesta klasîk wergerîne zimanê wê bixwe! Mînak di pirtûkeke Walter Andrews de çar beyt, bi 36 rûpelî tête şîrovekirin. Ji bo helbesta nûjen jî mirov kare wergervanî mîna "rexnevanî"yê bi kar bîne. Ne ku mirov li ber helbestine nivîseke helbestkî binivîse.
Wêje kaniyeke gurr e. Helbet ew ê pirr dîtin hebin, helbet ew ê li ser her metnê çendin şîrove hebin. Lê dema mirov wêjeya xwe bi zimanekî xurt nikaribe wergerîne, dema mirov mîna nivîskar û rexnegirên zimanên din ne entelektuel be, ew çi bibêjin, heqê wan e! Tabî, ya İsmet paşa ne tê de, lê ew ê xelk û alem ji kû zanibin ku wêjeya Kurdî dewlemend e, xwedî dîrok û taybetmendiyên xwe ye?
Xwezî antolojî vê gavê li qada wêjeyê bûna, hingê ew ê kur û keçên xelkê bidîtina ka ev wêje çiqas dewlemend e, mezin e. Gelî civatê, ez piçek kêmaqil im, dema coşa min radibe, ez nikarim xwe bigrim. Dixwazim îdîayên min ji alî kesên din ve bên şîrovekirin, tabî dema antolojî çap bibe û belav bibe. Lê ez vê bibêjim, ev ne "pesindayîn" e. Ne tiştekî şexsî ye. Ev pesindayîn, pesindayîna helbesta Kurdî ye. Mînak di nava sedsalên 9. û 12. de tam 13 helbestvanên jin hebûne. De ka bibêjin, di kîjan wêjeyê de tiştekî wusa heye? Sebir gidî sebir, nema!
Lê ez ê yeka din bibêjim, qey gelo em ne bixwe bixwe ne! Min di nameya din de got ku yekem car wergerên ji helbesta Kurdî di kovara Halkın Dostları ya di bin edîtoriya İsmet de derketin. Ava İsmet bû yek. Em werin ser Özdemir İnce. Vê camêrî jî bi Ataol Behramoğlu re antolojiyek amade kir, bi navê "Dünya Şiiri" ku 4 cîld e. Di wir de helbesta Kurdî jî heye. Ev bû dido. Yê sêyemîn, Muzaffer İlhan Erdost e. Ev camêrê ku vêgavê neyartiyeke mezin li dijî Kurdan dimeşîne û bi eslê xwe ji Kurdên Bayburtê (yan Gumuşxane bû?) ye, di sala 1965an de bi Cemal Süreya re li ser mesela wergerên ji helbesta Kurdî dipeyive. Rebenê Cemal Süreya newêre, bizdandî ye, napejirîne. Ava me sê kes derxist holê ku îro neyartiya gelê Kurd dikin. Hevalê Ayhan dibêjê, Kurdên bêaqil ji bo İsmetê min û te, ji Stenbolê diçûn Bursayê. De ka em li ser Muzaffer û Özdemir jî bibêjin. Ez jî yek ji wan bêaqila me ku min jî li ser Özdemir İnce nivîsek weşandiye û pesnê wî daye (Kavram/Karmaşa, 1996)! De ka werin vê şermê, vê hetkê!
Ne ku em tenê bi Kurdayetiya xwe hereket bikin, em tenê li ser bindestiya xwe siyaset û raman ava bikin, em ê her dem li pey xeletiyên wiha bin.
Ê devê min vebû, ez nasekinim! Cahit Sıtkı Tarancı û Yaşar Kemal jî ji helbesta Kurdî wergeran çêkirine, lê neweşandine. Ez niha li pey wan im! Yaşar Kemal cihê yên xwe ji min re got, kengê be jî ez ê wan derxînim, lê cihê yên Cahit Sıtkı ne diyar in.
Gelî civatê,
Em qet xwe neêşînin. Min berî vêga bi 5-6 seetan hevpeyvîneke Şahînê Bekirê Soreklî wergerand. Di wir de dibêje: "Ger neyarên Kurdan yên ji normên şaristaniya mirovahî dûr zimanê kurdî berbend bikin tawana (sûc, S.T.) wan ji Kurdên ku xwedî li zimanê xwe dernakevin ne mezintir e.  Dema komeke ji mirovan li welatê xwe xwedî li zimanê xwe dernekeve ew (li) nifşên pêş xwe îhanet dike, bapîr û dapîrên xwe di goran de şermezar dike û pê li namûsa gelê xwe dike.  Di heman demê de, ger komeke ji kesan  xwedî li zimanê xwe dernakeve ew bi zanîbûn yan bêyê zanîbûn hevkariyê bi neyarên neteweya xwe re dike, xwe nizim dike, xwe û zarokên xwe ji koka xwe dişo û çanda mirovahî birîn dike."
Ka ji vê rastir tiştek heye?
Silav ji Anqera şewitî,
Selîm Temo
Reply all
Reply to author
Forward
0 new messages