Di nav şevan de yê herî pîroz û herî bi xêr û rûmet şeva Qedrê ye.
Di vê şevê de kelama û wehya ewul sureta Qedrê de Xwedê Teala wiha dibêje;
“ Bêguman me wê (Qur’anê) di şeva Qedrê (a giranbiha ku karê salekî tê de tê pîvan) daxistiye.
Ma tu çizanî ku şeva Qedrê çi ye?
Şeva Qedrê ji hezar mehî çêtir e.
Ferîşte û canê (pak-cebraîl) tê de, bi destûra perwerdekarê xwe ji bo her karî dadikevin.
Xweşî ye; heya xuyabûna sibê.”
Bi vê kelema Xwedê nezanî û zilmat bela kiriye û senem hatiye şikandin.
Ev şeva ne wek şevên yê din in. Ji vê şevê şunda wahya Qur’anê yanê kelema Xwedê ronî û nûr xistiye her aliyê kaînatê.
Mirov bi kelema Xwedê bûye bi rûmet û “ehsenê teqwîm”
Wehî (peyxam) ji mirovan re hatiye û qedra mirov pê bilind kiriye çimkî ji Xwedayê xwe re bûye muhetep.
Qur’an ji bo mirovan hatiye. Xwedê ewqas ku qedr û qêmetê dide mirovan.
“Qur’an ji me re him dia, him şîfa, him zikir, him Qur’an him pirtûkê şerîetê, him pirtûka dadê, hêm pirtûka îbadetê ye…”
Di vê meha rehmetê de ji bo xatirê Qur’anê îşev bûye şevek pîroz, şeva bi qedr û rûmet.
Ferîşte îşev bi destûra Xwedê dadikevin, kom bi kom tên rûyê erdê, îşev herî zêde merivan re nêzîk dibin. Ferîşte ji Xwedê dixwazin û dibêjin “dia û ibadetê bawermendan bipejîrîne”. Ferîşte xeberê didin Xwedê “ evdê te Te ji bîr nakin,Tu jî wan ji bîr neke ey Xwedayê alemîn, falan evdê te ji dil bangê te dike, îşev efê ji Te dixwazin.”
Ferîşte di vê şevê de helwest û lebatê meriv di nêzîk de dibine û dibe şahîd.
Îşev baxşandinê bixwazin, merhametê bixwazin, merhemeta Xwedê gelek pire û fere ye.
Xwedê her şev û her demê de me kare bibexşîne û dibexşîne lêbelê îşev hê zêdedir dibexşîne
Meriv bi dia û eciztiya xwe û ji Xwedê re dibe evd. Wê gavê evd jî Xwedayê xwe zane û xwe jî zane.
Îşev ezmen, stêrk û heyv jî şahît dibe.
Îşev şecde bikin ji Xwedayê xwe re dema secdê Xwedê ji me re pir zêde nêzîk dibe.
Di vê şeve de kelema Xwedayê xwe bixwînin, dia bikin ku Xwedayê Teala me bibexşîne, me ji gunehan azad bike, me bike merivê pak û bixêr.
Kî bi baweriyê, dilsozî û ji dil vê şevê xwe jîndar bike Xwedê xêr û bereketê ê bidiyê. Di jiyana mirov de ku bira karê xêra çê bibe.
Qedr û qîmeta me bi gorana kirinên me nin bi helwestên me tên pîvandin.
Bira di bîra me de hebe ku em her şevê xwe karin bikin wek vê şeva Qedrê. Car jî di vê şevê de em tev dia bikin û ji Xwedê bixwazin ku: bira birakûjiya Kurd û mislimanan hew be û xwîn êdî nerjê, bira Kurd û misliman tev jiyanek bi rûmet bijîn. Û laneta Xweda li ser zalim û minafikan bibarînin ku Xwedê wan qehr bike.
Paşa Amedî
Nivisekî gelkî xweş bu.Xwedê ji te razî be mamoste.
--
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
---
You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to diwanxane+...@googlegroups.com.
For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out.