Ew awirên çavên belek
Aqil nehişt yekcar li ser
Tîrên ji wan tên yek bi yek
Qet qet kirin qelb û ceger
Qet qet dikin cerg û dil e
Ew dilbera rû sorgil e
Ku gîsû avêt ser mil e
Teşîbê mar çêkir xeter
Teşbîhê mar jehrîn dike
Wek Qeysê çolê dîn dike
Şev ta sibê nalîn dike
Lew min şikestin çeng û per
Dilbikul