Ev Çi Husn e Ya Îlahî!
Ev çi husne ya îlahî wek ji Cennet hatye der
Wê dema çavê mi pê ket aqil û hiş çû ji ser
Hûrî eyn e ya îlahî yan jî Belqîsa Seba
Yan Zîna şehrê Cizîrê ya dile Mem kir keder
Aslîxan e ya Îlahî ya Kerem kirbû gurrî
Yan jî Leylaya di Qeys e ya dur û gewher xeber
Ev çi dîdar ya îlahî şewqê da deşt û çiya
Ku hîcap ser bêt hilanîn xef dibit Şems û qemer
Ev çi dêm in ya îlahî, sorgula geş ya bihar
Yan jî wek berfa çiyayî, damle xwîn rijyayî ser
Ev çi birhin ya îlahî wek hîlalê asîman
Teşbîhê ewrê biharân jê dizên tîr û tever
Ev çi lêv in ya îlahî jê dizêt ava heyat
Dê bijît hetta hetayî yê devê xo deyne ser
Ev çi bêhn e ya îlahî mest û serxweş dikirit
Ji Xeten hatiye şandin ya dibêm miska Teter
Ev çi gerden ya îlahî kehniya Kewser e ew
Werd û reyhan ber hişîn bûn, lew tejî gul sing û ber
Dilbikul mecrûhê işqe bo wê dema çavî pêket
Bû evîndarê wê lewra her dinalit dem-seher
Dilbikulê Cizîrî