helbest

7 views
Skip to first unread message

abdulkadir binğöl

unread,
May 28, 2017, 11:32:39 AM5/28/17
to diwa...@googlegroups.com

Helbestên Remezanê:


Ax lozîne lozîne, 
Ka kîlokê zû bîne.
Peran paşê bistîne
Niho li cem mi nîne

Ax lozîna bigoz e
Li cem min pir pîroz e
Ya rast ji bo min doz e
Bo xwarnê min da soz e


Dilbikulê Cizîrî


Lozîne: Şêrînayiyeke xelkê navenda Cizîrê ye. Ev şêrînahî nemaze di meha rojiyê de li kuçe û şahrêyênn Cizîra Botan tên firotin. Bi rastî ez bixwe jî gelek jê hez dikim. Digel ku ez nexweşê şekerî me jî lê piştî fitarê teqez divê ez hinkê bixwim.

abdulkadir binğöl

unread,
May 30, 2017, 4:30:38 AM5/30/17
to diwa...@googlegroups.com

 

 

Helbesta Fitarê ya Roja çarê

 

Va fitar hat nîskê bînin

Paşê xurmê paşê av

Goştê sor pey da werînin

Da ji hestî kim belav

 

Goştî dûr kim ez ji hestî

Herwekî aşiq û mestî

Bavêjim dêv her bi destî

Hem pijandî hem jî xav

 

Sofre deynin derkî xalî

Ger bê wir mûdîr û walî

Nanêrim vî al wî alî

Wê dema ez ketme nav

 

Wê dema ez ketme navê

Dilbikul lê ket silavê

Têrbûnê j’çavê xwe bavê

Ta tejî kit ew hinav

 

 

Dilbikulê Cizîrî

Reply all
Reply to author
Forward
0 new messages