Abdulkadir Bingöl’ün “De Were Nekene!” adlı Fıkralar Kitabından
Ji Kitêba Abdulkadîr Bîngöl (Dilbikulê Cizîrî) ya “De Were Nekene!”yê
Mîrê Botan û Xulamê Wî Yê Kirêt:
Mîrê Botan rojekê xulamên xwe hemûyan kom dike da ku li derdê wan guhdarî ke. Di vê navberê de çavê wî li xulemkî ku heta tu bibêjî kirêt e dikeve. Gazî wî xulamî dike, jê re holê dibêje:
-Kuro xulam, malmîrat ev tu çiqas kirêt î. Bi Xwedê dilê min bi jina te ve dimîne ku çawa tê berê te de.
Xulam jî nemerdî nake, bersiveke xweş dide mîr:
-Mîrê mine eger tu jina min bibînî bi Xwedê wê dilê te bimîne min ve.