Mirin….
Li ser milan sindoqek, ji wê ve tête bêdeng
Dirêjayî du metre, alîk fireh alîk teng
Dixwazin wî veşêrin hêj lê nebûyî dereng
Vaye halê dinyayê ya em li ser dikin ceng
Wê wî bibin bavêjin wê gora teng û tarî
Ji wê gorê ne mumkin jê ra hebit rizgarî
Wî laşê terr û nazik bo maran kin diyarî
Hetta qiyamet rabit wê bikit bendewarî
Dinya hemû ya wî be ka bêjin ma ji feyde
Zêr wek baran bibarin êdî nikare veyde
Ti kes nînin arî kit ne Bekir û ne Zeyd e
Rastî ev e bizane, tu dixwazî bixeyde
10-10-2016
Dilbikul