helbest

50 views
Skip to first unread message

abdulkadir binğöl

unread,
Jun 12, 2017, 4:44:08 AM6/12/17
to diwa...@googlegroups.com
Ger ne bo nêrîna rûyê tebûya
Min ji van çavan ji hacet
Ger ne bo hatina ba te bûya
Min ji van gavan ji hacet
Ger ne ji hesreta te bûya
Min ji van lavan ji hacet
Ger ne bo wesleta tebûya
Min ji bûk û zava’n çi hacet

Dilbikul

abdulkadir binğöl

unread,
Jun 13, 2017, 2:54:24 PM6/13/17
to diwa...@googlegroups.com

Min li rûyê te nêrrî gula sor hat bîra min

Min li çavên te nêrrî nêrgiz hate bîra min

Min li dêmên te nêrî heyva geş hat bîra min

Min li birhên te nêrî mîhrab hate bîra min

Min li biskên te nêrî eqreb hate bîra min

Min li pirça te nêrî şevreş hate bîra min

Min li lêvên te nêrî şeker hate bîra min.

Min li bejna te nêrî serwî hate bîra min

Min li kezyên te nêrî marê reş hat bîra min

Min li singê te nêrî bihar hate bîra min.

Min li textê te nêrî Fexfûr hate bîra min

Min li hukmê te nêrî Kîsra hate bîra min

Min li eşqa te nêrî Dilbikul hat bîra min.

13-6-2017

Dilbikul

Reply all
Reply to author
Forward
0 new messages