Dehfa Hebanê

5 views
Skip to first unread message

abdulkadir binğöl

unread,
Oct 6, 2016, 12:35:35 PM10/6/16
to diwa...@googlegroups.com

Abdulkadir Bingöl’ün “De Were Nekene!” adlı Fıkralar Kitabından

 

            Ji Kitêba Abdulkadîr Bîngöl (Dilbikulê Cizîrî) ya “De Were Nekene!”yê

 

 

 

Dehfa Hebanê

 

Zilam û jina xwe ketibûn sohbetê. Di navberekê de zilamî gote jina xwe:

-Rojekê bavêje serê min ez ji bo xwe jineke dî bînim, tu dê qebûl bikî, an na?

-Erê ez ê qebûl bikim, ma wê çi bibe? Hema tu karibî bînî, bîne.

-Soz, tu şerê wê nakî.

-Na, soz be ez şerê wê nakim.

Rojekê jinik çûbû mala babê xwe. Zilamî jî dixwest ku ji vê îstîfadê bike, biryar da ku jina xwe biceribêne. Hema rabû cilê bûkan/bûkanî û qezî avête ser hebanê. Heçî ji dûr ve ev hebana bidîtaba wê zen kiriba ku ew bûke, rûniştiye.

Bû êvar, jina wî hate mala xwe, dema ev dîmen/menzere dît, mêrê wê gotê:

-Ne te gotibû ku tu eciz nabî, hema min jî ji bo xwe ev jina he aniye. Vaye rebenê cilê bûkan lê ye û li wir rûniştiye.

Jinik gellik ecizb bû lê nedixwast ku ecza xwe aşkere bike:

-Na, tiştek nabe, xem nîne.

Jinik hat û çû, hedara wê nedihat. Carekê li ber bûkê re derbas bû û lê kire qîr:

-Tu bî…

Mêrik:

-Çi bûye.

-Ma te seh nekir, bûkê dijûn kire min.

-Na lo, te xelet seh kiriye, rebena Xwedê deng jê dernakeve.

Kêliyek sere çû, dîsa jinik di ber re derbas bû. Vê carê li mêrê xwe kire qîr:

-Bibêje jina xwe bila bes dijûna bike min, welleh ez qebûl nakim.

-Çi bûye dîsa?

-Dîsa dijûn kire min.

-Welleh ez nebawerim ku ew dijûna bike te.

Jinikê kêliyeke dî jî sebir kir, paşê hema ji nişka ve bezî bûkê, bere lê kire qîr “Tu bixwe bî hey…” bere jî dehfek lêda. Bi dehfê re, heban kete erdê. Mêrik gote jina xwe:

-Ka ji xwe ve tu eciz nebibûyayî?

 

             

Reply all
Reply to author
Forward
0 new messages