Dema min li neynikê nihêrî û rewşa xwe ya kaliyê dît:
Neynik, rastî bibêje
Gelo ev rû yê min e?
Hema kurt ne dirêj e
Bawerya min pê tine
De ka rastî xeber de
Dev ji derewan berd e
Rûyê min li ku erd e?
Yan ya te xapandin e
Te ew bir yek dî anî
Lew li min pirr biyanî
Tirs nînin ji Yezdanî
Tu bûyî wek dijmin e
Lew ê min spî û sor bû
Ne ho zeîf û qor bû
Gelek geş û bi nûr bû
Ka bêj çi lê hatin e?
Didanên wek mirarî
Ew lêvên sorê tarî
Ji cih çûne yek carî
Dibêm yê yekî din e
Rû pir geş bû wek gulê
Ser da dixwend bilbilê
Gelek qîzan tavilê
Ji qehran xwe kuştin e
Xelkê li min dinêrî
Daîm dikirin bêrî
Ji min nedibûn têrî
Lê îro ev yek tine
Neynik, malî ne ava
Te ez xistim ji çava
Te roja min bir ava
Ev bo min wek kuştin e
Ru qurmiçî hemû tev
Neşêm ez jê bikim rev
Ne qirik ma ne jî dev
Ne lêv û ne difin e
Xwezî rojekê dîsa
Xwedê bo min nivîsa
Rengê berê biîsa
Ya min jî her xwestin e
Dilkul ya te çi hal e
Here rûnê li mal e
Tu bixwe bûyî kal e
Neynikê nîne gune (guneh)
Dilbikulê Cizîrî