Were Bilbil Ez û Tu
Were bilbil ez û tu
Bixwînin em di gel hev
Bikin arî hevûdû
Ji siharê heta şev
Bikin behsa evînê
Teşbîhê Mem û Zînê
Gorî bikin vê jînê
Dem biborit holê tev
Ya te sorgul ya min yar
Tu xulxul ke, ez hawar
Hewa germ be, yan jî sar
Esla nebit bo me rev
Em bi hev ra bibêjin
Cerg û dilan bipêjin
Rondikên xwîn birêjin
Heta em kor bikin çev
Tu ser darê, ez bin de
Bisojin wekî find e
Car car bikin gazind e
Weslê bixwazin ser hev
Yên te pirr in, ya min yek
Qamet-elîf, çav-belek
Bawer nekî ka wer fek
Bêjî qey horî ye ev
Ez Dilkul, tu birîndar
Lê em herdu evîndar
Bo demê bin goyîndar
Ta yar bo me bit gihev
13. 03. 2016
Dilbikulê Cizîrê