Zulmê….
Zulmê, ji min dûr keve
Lew ez û tu neyar in
Ne ku hema bi dev e
Li hevûdu dozdar in
Ez ronî me tu tarî
Ez mûnîs im tu har î
Nabin em yek tu carî
Ev hemû aşîkar in
Duaya min ji yê Jor
Bibî şeht û şil û kor
Heta biçî li nav gor
Kevir li te bibarin
5-10-2016
Dilbiku