3 views
Skip to first unread message

abdulkadir binğöl

unread,
Dec 8, 2016, 2:02:55 PM12/8/16
to diwa...@googlegroups.com

 

Abdulkadir Bîngöl’ün Şiir Defterinden

Ji Lênûsa Helbestan a Abdulkadîr Bîngol


Pozxizêmê

 

Pozxizêmê

Mahî-dêmê

Şub niqêmê

Sergewez

 

Hat ji wê ve

Xunçe lêv e

Lê bi rê ve

Bez bi bez

 

Hate ba min

Bade da min

Dilbera min

Kirbû hez

 

Çarî hilda

Tîr li mil da

Yek li dil da

Pir bilez

 

Çav-xumarî

Gîsû-tarî

Şubhê marî

Kirme gez

 

Zulf û biskê

Bênî-mişkê

Wek dûpişkê

Geztim ez

 

Xuy-pilinge

Sing bi singê

Hat wê hingê

Tirsehez

 

Dil şikandî

Mame mandî

Pir helandî

Cerg û bez

 

Çendî hirse

Hat bi tirs e

Bê bipirse

Kuştim ez

 

Ya rû sorgul

Derdê bilbil

Rast bi Dilkul

Bû xerez

 

Dilbikulê Cizîrî

Reply all
Reply to author
Forward
0 new messages