Kolana Bexçe
Di şerê Cîhanê yê duwemîn de jina leşkerekî ji mêrê xwe re nameyekê dişîne:
-Di gundê me de mêrê ku destê wî kar bigre nemaye; hemî beşdarê şer bûne. Ji mecbûrî ez bexçeyê xwe merr didim. Mêrê wê yê leşker hema bi nameyekê bersiva jina xwe dide û têde holê dibêje:
-Nebit ku tu bexçe mer bidî. Lewre di bin de çek veşartî ne.
Ji ber ku nameyên leşkeran dihatine xwendin, rojekê tabûreke leşker têne mala wî û biboneya çekan bibînin her dera bexçe dikolin. Bes, tu çekan peyda nakin.
Zilam piştî deh rojan nameyeke din ji jina xwe re dişîne û têde holê dibêje:
-Ez dibêb qey êdî tu dikarî sebzeyê xwe biçînî.