Tu yî tava neçit ava
Tu yî stêra li ezmanan
Tu yî her roniya çava
Tu yî dermanê her janan
Tu yî werda li nav baxan
Tu yî ew nêrgisa mest e
Tu yî dil xistî nav daxan
Ty yî canê mi kir xeste
Tu yî Qedr û Berata min
Tu yî ya ez kirîm dîn e
Tu yî ruh û heyata min
Tu yî ya dil kirî xwîn e
Dilbikul