ferec

3 views
Skip to first unread message

abdulkadir binğöl

unread,
Dec 27, 2016, 2:02:50 PM12/27/16
to diwa...@googlegroups.com

 

Kevneşopîyeka Me Ya Wendabûyî: Ferec

Dema berê ji ber ku mîna îro derfeta xelkê ya çûna ba bijîşkan tunebû, deme nexweş diketan bi giştî serî li riyên dijê zanyariyê didan, diçûn ba mele û şêxan, nivîştî didan çêkirin, ji boyî saxbûna nexweşên xwe dua ji wan dixwestin. Ji ber ku cehaletê jî arîkarîya wê bêderfetiyê dikir, xelkê çareseyiya pisgirêkên xwe yên bi vî rengî bi temamî bi ol û oldaran ve girêdidan. Eva hanê li hesaba mele û şêxên berjewendîperest jî dihat ku, loma ewan jî berê wî xelkê nezan nedidan tedawiya heqîqî, dixwestin xelk her tim serî li wan bidin, li ber deriya wan rêz bibin û hewceyî wan bin. Lewre yên herî zêde ewana dizanîn ku di heqîqeta Oal Îslamê de cihê rêbazên bi vî rengî nîne. Lêbelê temayîyê çavê wan tarî kiribû. Loma heqîqet ji xelkê vedişartin.

Yek ji van rêyên çareseriya neilmî ya ji nexweşan re dihate dîtin jî “Ferec” bû. Wateya ferhengî ya “Ferec”ê rizgarbûna ji xem û derd û tengiyê ye. Lêbelê bi giştî ji bo xatûnên ku li ber zayînê bûn dihate bikaranîn. Metna tam ya “ferec” û wateya wê ya Kurdî li jê re:

“Ellahûmme ya farîcel ferec, weya men ‘îndehû mefatîhû-l ferec, emetûn mekrûbetûn, min ummetî Muhemmed. Rehîmellahû li men de’a leha bîl-‘afîyetî wel’ferec. Ellahûmme ferecûke qerîb we saîlû babîke layexîb. Elfatîhe!”

“Xwedayo! Ew Xwedayê ku rizgarkerê ji tengiyê ye û rizgarkirina ji tengiya li ba Wî ye! Jineka ku ji Ometa Muhemmed e di tengiyê de ye. Rehmet li wî be yê duaya xweşiyê û rizgarbûna ji tengiyê jê re bike. Xwedayo fereca Te nêzîk e, yê ji deriyê Te daxwazê bike naxusire. Elfatîhe!”

Dema zayînê jina ducanî nêzîk dibû, bi îfadeya Botiyan dema jina yekê dikete ser destê pîrekan, hema mêrê wê diçû ba mele û tika jê dikir ku ew bo xatûna wî ya ku di tengiyê de ye “ferec”ekê bixwîne.  Meleyê gewr jî dest xwe de diçû ser minareyê û qîr dikir “Ellahûmme ya farîcel fereeeec!” û di demeke kin de yan hin pere distand û ji hêla madî ve heceleka/qezenceka wî çêdibû yan jî li gorî xwe mineteka mezin ya ji wan pereyan jî zêdetir datîna ser pişta wî rebenî û bi vî awayî ji hêla manewî ve qezenceka wî ya cihêreng çêdibû. Ew jina li ber zayîna hinde li ber dilê mêrê xwe eziztir ba, yan jî nestêle ba çûna mêrê wê ya ba meleyî zûtir çêdibû. Dema ferec dihate xwendin jî yê lê guhdarî dikirin bêyî ku zanibin ka ew jina di tengiyê de kî ye, jê re dua dikirin û digotin:

“Ya rebbî tu fereca xêrê jê re rêbikî.”

 Ji xwe armanc ji danxwendina ferecê jî ew bû ku da xelk jê re dua bikin. Lê paşê xelkê ji hev pirsiyar dikir “gelo ew fereca hatîbû xwendin yê kê bû?” û ji hev û din re digotan ku ew ferec bo kîjan jinê tête xwendin. Car dibû ku ji yekî zêdetir jî ferec bihate xwendin. Heta digotin “Vaye me çend ferec dane xwendin jî lê hêjan jî jinik rehet nebû ye.”

Carînan dibû ku wendina ferecê bibûya sedema pêkenînan jî.

Yekî Cizîrî ku nîv-serxweş bû derengê şevê vedigere bê mala xwe. Li ber mizgeftekê re derbas dibe ku tu nabêjî di wê demê de yekî feqe/feqî bi wî dengê xwe yê xweş û zelal dike qîr: “

            “Ellahûmme ya farîcel ferec…”

Ew merivê ku hêjan ji wê alema xwe ya serxweşiyê tam rizgar nebûyî heta tu bibêjî di bin bandora wê ferecê û wî dengî de dimîne. Hema li ber dîwarê wê mizgeftê  disekine û lê guhdarî dike, lê guhdarî dike, lê bi carekê jê têr nabe. Li benda feqî dimîne, hetanî fereca xwe xilas dike û tê xwarê. Zilam li feqî vedigere û:

            “-Seyda, eva ku te dixwend çi bû?”

            “- Ferec bû.

            “-Ferec jî çî ye?”

            “-Ferec ewe ku dema jina yekî li ber zayînê be ev tête xwendin da xelk jê re duayan bike û Xwedê selametiyê bidiyê.”

            “- Ê baş e, heqê te yê xwendina wê çiqas e?”

            “-Du banknot û nîv e.”

            Ji ber ku zilamî dixwest ku feqî careke din wê ferecê bixwîne û ew jî li wî dengê wî yê xweş guhdarî ke. Got:

            “-Seyda, bi Xwedê jina min jî li ber zayînê ye. Eve heqê te, here ji bo jina min jî ferecekê bixwîne.” Feqî nemerdiyê nake, pereyê xwe dixe berîka xwe û diçe ser minareyê û fereca xwe dixwîne. Lêbelê zilamê min û te hêjan ji wê ferecê û ji wî dengê xweş têr nebûye. Dema feqî tête xwarê tikaya xwe ya dawîyê jê dike û

            “-Seyda, wele diya min jî li ber zayînê ye, vaye pereyê xwe bigre û here yekê ji diya min re jî bixwîne.”

            “!!!..”

 

Abdulkadir Bîngol-Nivîskar-Helbestvan

https://www.facebook.com/Dilkul.Ciziri?ref_type=bookmark

Reply all
Reply to author
Forward
0 new messages