Tu Ya Min î

4 views
Skip to first unread message

abdulkadir binğöl

unread,
Nov 29, 2016, 2:35:35 PM11/29/16
to diwa...@googlegroups.com

Abdulkadir Bîngöl’ün Şiir Defterinden
Ji Lênûsa Helbestan a Abdulkadîr Bîngol

Tu Ya Min î

Dinya hemû bêjit ne jî
Tu ya min î ez yê te me
Ta min hebit aql û mejî
Tu ya min î ez yê te me

Çar zaliman êsîr kirî
Ser’erd û bin’erd tev birî
Tu bû’y sebep aqil firî
Tu ya min î ez yê te me

Ez dîn kirim eşqa xedar
Va min nema sebr û hedar
Lew ez ji bo te hewcedar
Tu ya min î ez yê te me

Ez Mem, tu jî Zîna min î
Hem ruh û hem jîna min î
Her dem li ber bîna min î
Tu ya min î ez yê te me

Şev ta seher karim girîn
Hundir tijî cerh û birîn
Ferhad ez im tu yî Şirîn
Tu ya min î ez yê te me

Qet bê te najîm ey hebîb
İşqê kirim ez endelîb
Va bûm bîmar tu yî tebîb
Tu ya min î ez yê te me

Ez Dilkulek xemgîn û jar
Derd û mereq min kirne bar
Her ez dikim qîr û hewar
Tu ya min î ez yê te me

Dilbikul
Reply all
Reply to author
Forward
0 new messages