Google Groups no longer supports new Usenet posts or subscriptions. Historical content remains viewable.
Dismiss

Sedsaliya Rojnamegiriya Kurdî

1 view
Skip to first unread message

KURDISH2000PLUS

unread,
Jun 16, 2000, 3:00:00 AM6/16/00
to
SEDSALIYA ROJNAMEGIRIYA KURDÎ LI ME PÎROZ BE
Shahînę Bekirę Soreklî

MIQDAD MIDHET BEDIRXAN di sala 1898an de li Qahîreyę yekem rojnameya
kurdî di bin navę KURDISTAN de bi tîpęn erebî weshand. Li gor agahiyęn
di dest de (El Demokratî: 3/98), jiyana rojnameyę çar salan domand, bi
weshandina 31 hejmaran: 1-5 li Qahîreyę, 6-19 li Cinęvrę, 20-23 dîsan
li Qahîreyę, 24 li London, 25-29 li Folkston, bashűrę Îngliztanę ű 30-
31 dîsan li Cinęvrę. Ev jî dijwartiya rewsha Bedirxaniyan ű astengęn ku
Dewleta Osmanî didan pęsh wan diyar dike.

Di vę gotarę de min dil niye di derbarę pirsa rojnamegiriyę ű
rojnamevaniyę de pesin ű senaya Kurdan bidim. Ez ę bi çavekî rexnegir
li rewsha rojnamegiriya kurdî seyr bikim bi amanca diyarkirina çend
egeręn berbendkirina pęshveçűna rojnamegiriya kurdî. Bęyî guman e ku
bindestbűna gelę Kurd roleke grîng di rewsha îroyîn ya rojnamegiriya
kurdî de heye lę ez wisa bawer im ku pirraniya Kurdan di derheqę vę
yekę de kęm-zęde haydar in. Ji lewre gotar ę xwe bętir bi rola Kurdan
ve mijűl bike.

Di warę rojnamevaniya serbest, objektîv (bi mewzűiyet) ű hemdemî de
gelę Kurd bi dehsalan li dű cîhana pęshkeftî maye. Min hay ji
rojnameyekę nîne ku rojane ye, serbest e, serbixwe ye, rojnameyeke ku
ji aliyę hejmareke layiq ji Kurdęn hemî beshęn Kurdistanę de tęte
xwendin. Li milę din, dema mirov rojnameyeke kurdî dide hember
rojnameyęn wek TRIBUNE, DIE ZEITUNG, LE MONDE, yan SYDNEY MORNING
HERALD, mirov pę dihese çiqa rojnamegiriya kurdî li pash maye.

Em hemî kęmasiyęn xwe bi rewsha Kurdan ve peywendîgir dikin dixin stuyę
dewletęn serdest ű stemkar. Bęyî guman, bindestbűna neteweya kurd
roleke mezin dileyize, lę li milę din, dema em bi shęweyeke felsefî li
rewshę seyr bikin, em ę tę bigihęn ku shevreshî dikare tenę li wan
cîhan bidomîne ku ji ronahiyę bępar in. Bi gotineke din, rast e
dewletęn serdar nehîshtine ku ronahî xwe bigihîne Kurdistanę, lę di nav
Kurdan bi xwe de jî çaviyeke zanyariyę çi caran negihîshtiye wę radeyę
ku bikaribe wek agirę ji devę volkanekî shevreshiyę biçirrîne. Heke
çaviyeke wisa di dem ű dewranęn cuda de hatibe holę jî neteweya Kurd
nikaribűye lę xwedî derkeve. Gelę Kurd di gellek shoreshęn çekdar de
beshdar bűye, lę min hay ji shoresheke zanyarî nîne ku di nav gelę Kurd
de cîh girtibe.

Sedsala 21emîn li pęsh dęrî ye, lę mixabin hîn rojnameyeke rojane yan
heftaneye ręk ű pęk li tevahiya Kurdistanę, yan di nav Kurdęn li derve
de nîne. Gelo çima?
Yekem astengęn li pęsh rojnamegiriya kurdî xwe bi ziman ű xwendinę ve
peywendîgir dikin. Hejmareke gellekî bilind ji Kurdan nedizanin bi
kurdî bixwęnin. Helbete sedemęn vę yekę diyar in ű hewce nake li vir
behsa wan bęte kirin. Li milę din, hebűna zarav ű du alfebeyęn cuda jî
astengęn bęhűde li pęsh rojnamegiriya kurdî diafirînin. Çi dewletęn
kurdî nebűne ku bikaribin bernameyeke yekgirtina zimanę kurdî bi ręxin,
bi amanca pęshvexistina kurdiyeke bilind, wek EL EREBIYYE EL FUSHA,
HOCH DEUTSCH, yan STANDARD ENGLISH. Heke dewleteke kurdiye jęhatî
hebűya dę herweha bikaribűya pirsgiręka alfebeya kurdî çareser bike.
Cîhę dax ű mixabę ye ku partiyęn Kurdan çi rolęn grîng ű mezin di
derbarę pirsęn zimanę kurdî de neleyiztine. Bi encama van astengan
rojname ű kovaręn hene jî tenę ji aliyę hejmareke biçűk ji Kurdan de
tęyęn xwendin. Ji aliyekî din ve, Kurdęn xwendinzan jî zor kęm
dixwęnin. Ew jî wek pirraniya endamęn gelęn Rojhetata Navîn bi gishtî
ne kesęn xwendinhej in. Wek niműne, hejmareke mezin ji xelkę Ewropaya
Rojava ű Bakur di rę de, di dema tatîlan de ű li mal ne tenę rojname ű
kovaran dixwęnin lę herweha romanan ű pirtűkęn din. Ev adet di nav
gelęn Rojhelata Navîn de, ű bi taybetî di nav Kurdan de, ji ber
sedemnęn cur be cur nîne. Lewma nezantî ű nîvzanîn didomîne, çimkî
zanyarî ű Pęshkeftina ramyarî ji xwendinę tę. Mebest bi xwendinę ne
çűna dibistanę ye, heta ne ew e ku yek bibęte pijîshk yan mamosta, lę
ew e ku mirov roj bi roj di derheqę heręma xwe ű bűyer ű pęshveçűna
cîhana xwe de bixwęne, herweha xwe di derbarę dîrok ű rewsha îroyîn ya
ramyariyę ű zanistiyę de agahdar bike.

Celadet Bedirxan ber 65 salan di hejmar 17 ya kovara Hawar de van ręzan
nivîdsandine (Mihemed Bekir, Berhevkirina hejmar 1-9 yęn kovara HAWARę,
rűpel IX):

"Xorto! Armanca te rizgarî ye. Rizgariya welat ű milletekî ye. Navę
armanca te Kurd e, kurdanî ye, Kurdistan e(...) Armanca te di shiklę
mirovekî de ye(...) Lingę wî yę rastę bere pęsh, yę çepę berepash
diçit. Lash di cîhę xwe de ye. Xwe ne dide pęsh, ne jî pash, ji ber ku
ji aliyekî ve pęsh ve, ji aliyekî ve pash ve tęte kishandin. Tu zanî çi
ra, xorto? Lewma ko her du ling ne yek in. Navebra wan de yekitî nîne.
Divęt, tu bixebitî van her du lingan bi alîkî ve bilivînî."

Belę, Celadet bang li xortęn kurd yęn ber 65 salan dike, lę gelo ji 100
000 Kurdęn wę demę yekî va gotina Celadet Bedirxan xwendibe? Heke ber
65 salan ji 100 000 Kurdan yekî gotineke wisa xwendibűya heye ku rewsha
gelę Kurd îroj cawaz bűya.

Astengeke din nebűna erf ű toreyęn demokratî ye di nav Kurdan de. Li
gel ku partiyęn Kurdan ji bo demokrasiyę tędikoshin jî, di nav wan bi
xwe de demokrasî gellekî bi sînor e ű yan jî rewsha li Kurdisanę wan
neçar dike ku dest bi tevahî ji demokrasiyę berdin. Li milę din, li nik
nivîskaręn Kurd bi xwe jî ew zanistî ű îmkana nivîsandina
objektîv/mewzűî nebűye ű hîn îroj jî bi sînor e. Dema mirov bala xwe
dide rojname ű kovaręn kurdî, mirov dibîne ku nivîskaręn Kurd xwe bi
pirranî bi pirsęn siyaseta kurdî ve, rasterast, yan nerasterast,
eleqedar dikin, her kes li gor zanîna xwe. Di nav wan de zor kęm kes
hene ku xwendina rojnamevaniyę di zanîngehan de kuta kiribin.

Pękaniya wan ya li dervayę vî qalibî gellekî bi sînor e. Ev nayę wę
xwebęję ku di nav Kurdan de rojnamevanęn tęgihîsht nînin. Hene, lę bi
pirranî, yan bękar in, yan jî neçar bűne ji dezgehęn nekurdî re
bixebitin ji ber sedemęn aborî, siyasî ű yęn din. Hindekęn din
nedizanin bi kurdî bash binivîsînin. Li milę din, çiqa rojnamevan ű
nivîskaręn kurd ji dewletęn serdar bitrisin jî, tirsa wan ji partiyan ű
mirűdęn partiyan zędetir e. Tenę di nav çend salęn borîn de piçek
pęshveçűn hatiye holę ű hindek nivîskaręn li derve ű çendekęn li hundir
dest pę kirine bętir bi azadî binivîsînin, lę hęn jî nedikarin, yan
newęrin tevahiya rastiyę binivîsînin. Bi gotineke din, tevahiya rastiya
di derbarę rewsha siyaseta kurdî de hîn nehatiye nivîsandin! Gellek
tishtęn bi siyasetę ű bi rewsha civakî ya Kurdan ve peywendîgir ta roja
îroj wek tabű dimînin, yanę di bin palasę de veshartî ne, ű axiftina li
ser wan tenę bi kustepist ű bi dizî dibe. Rojname ű kovaręn partriyan,
li milę din, propagandîst ű yekalî ne. Amanca wan bi pirranî zędetir
berjewendiya teng ya partiyę, tűjkirina hestęn mirűdan ű belavkirina
demagociya ręxistinę ye. Hejmareke ji rojnameyęn ku xwe wek serbixwe
didin nasîn herweha kęm-zęde bi eynî metodęn ajîtasyonę bi rę ve diçin
ű bi pirranî ji nivîsaręn objektîv ű berfireh bępar dimînin. Rojname ű
kovaręn kurdî bi pirranî, wek tęte gotin, *di nav dohnę xwe de
diqewirin* ű ji bűyer ű pirsęn cîhanî yęn siyasî ű zanyarî dűr dimînin.
Bi gotineke din, çapemeniya kurdî hema-hema xwe ji tevahiya cîhanę bi
dűr xistiye ű *di nav dohnę xwe de diqewire.* Bi encama vę shęweya
rojnamegiriyę, kesęn dikarin bixwęnin jî bi pirranî tęyęn męjîshushtin,
dibin mirűdęn partiyan, dibin neynikęn eynî raman ű metodan, yan jî
dest ji xwendina rojname ű kovaręn kurdî berdidin.

Rojnameya ARMANC ku di sal 1979 de li Swęd dest bi jiyanę kir wę demę
bi xwe rojnameyeke demagociyę ű propagandaya siyasî ya ręxistinî bű. Lę
ARMANC bi derbasbűna salan re ber bi pęsh çű, bű rojnameyeke tevahî bi
kurdî ű kęm-zęde serbixwe. Li dű 18 salan ű 178 hejmaran ARMANCa di sal
1979 de li Swęd dest bi weshanę kiribű rawestiya. Çima? Ji ber ku
rojname bi alîkariya aborî ya dewleta swędî, wek pirraniya weshanęn
kurdî li wir, derdiket ű dema alîkariya aborî kęm bű, ARMANC jî
rawestiya. Sedemeke din, wek Műrad Ciwan, endamę redaksiyona ARMANC di
hejmara dawîn de(hejmar 178: 6-7/97) dinivîsîne ev bű:

"Rojnamęn ku di nava Kurdan de tęn derxistin, yan li bal hęzęn siyasî
yęn îllęgal, yan jî li bal komelęn li derveyî welęt tęn derxistin. Ev
komele jî hemî di bin tesîra hęzęn siyasî de ne, siyaset destę xwe
diręjî nava her karę wan dike. Adeta rojnamexwendin di nava vî milletî
de gellekî kęm e. Rojnamęn ku tęn belavkirin, yan bi say, sherm, an
tirsa siyasiyan e, yan jî ji bo nîshandana terefdariyeke siyasî ye. Tu
caran tu rojname bi saya kirrîn ű alîkariya xwendevanęn xwe ne jiyane."

Hindek ji me babetę rojnamevaniya kurdî ya li holę wek li berjewendiya
gelę kurd dizanin. Lę tecrűbeyęn li welatęn din bash diyar dikin ku ev
metodeke shash e ű ji bo amancęn dűr ne li berjewendiya çi gelan e.
Dema mirov tecrűbeyęn li weltęn Yeketiya Sovyętî ya berę, Yűgoslavyaya
berę, Albanya, Spanya, Çîlę ű heta Çîna îroj dide ber çav, mirov digihę
wę encamę ku męjîshushtina xelkę, afirandina mirűdan ű rębirrîna li
tradisyonęn demokratî, toleransę, hevpejirandinę ű rojnamevaniya bi
mewzűiyet dikarin ji bo amancęn dűr tenę ziyanę bigihînin rewsha
gelekî. Xwebęja vę yekę ne ew e ku ramanęn nishtimanperweriyę ű daxwaza
azadiyę bęyęn berbendkirin, lę ew e ku bashtirîn rę ji bo perwerdekirin
ű tęgîhandina endamęn neteweyekę bikarhanîna tradisyonęn demokratî ű
rędana ji bo bîr ű baweriyęn pirralî ű cudashęweye ye.

Gelshęn li jor hatinî diyarkirin hindek ji wan egeran in ku dibin
sedemęn afirandina astengęn mezin li pęsh rojname ű kovaręn kurdî, wek
nizimtiya kalîteyę ű dijwarbűna frotina wan. Wekî Murad Ciwan jî li jor
diyar kir, li Kurdistanę bi xwe bi pirranî tenę ew rojnameyan dikarin
jiyana xwe bidomînin heke ręxistineke siyasî, yan dewletek, li pash wan
be. Li dervayę Kurdistanę dîsa tenę ew weshananan didomînin ku
ręxistinęn siyasî li pash wan in, yan jî dewleteke biyanî alîkariya
aborî dide. Li welatekî wek Swędę gellek rojname ű kovaran dest bi
weshanę kirin, wek Rizgariya Kurdistan, Kurdistan Press, Armanc,
Berbang, Mamostay Kurd, Roja Nű, Gizing, Kulîlk, Îsot, Roj Bash, Nűdem,
Çira, Helwest, Vate, Dugir, Zend, Dîdar ű yęn din. Di nav van rojname ű
kovaran de yek jî nîne ku bi encama frotinę xwe îdare kiriye ű
domandiye. Gellekan ji wan tenę salę 3-4 hejmar weshandine ű hindek ji
wan, wek Kurdistan Press, Armanc, Mamostay Kurd, Îsot, Roj Bash ű Dîdar
neçar mane ji ber sedemęn aborî rawestin. Heta li Stenbolę be ku tę
gotin bi milyonan Kurd lę dimînin rojnameyęn kurdî di warę xwe-
îdarekirina aborî de tűshî gellek dijwariyan tęyęn. Heke nifshekî ku ji
xwendinę hej dike, nifshekî ku rojnamevaniya bi kalîte ű mewzűiyet
teqdîr dike neyęt holę ev dijwariya li pęsh rojname ű kovaręn kurdî dę
her bidomîne, wekî ku ev bűn dora 70 salan didomîne. Bi encama vę
rastiya li holę, gotina ku dewletęn serdar xwendina kurdî qedexe dikin
ű ji lewre Kurd ji xwendinę bępar in nedikare wek gotineke sed ji sedî
rast bęte pejirandin. Heke li tevahiya Ewropa rojnameyeke rojane, tew
hema heftane, bi zimanę kurdî nebe ku xwe bi saya frotinę îdare dike,
wę demę yan gotina ku li Ewropa dora milyonek Kurd hene ne rast e, yan
Kurd nikarin rojnameyeke layiqe frotinę derînin, ű yan jî gotina ku
dijmin nahęle Kurd bixwęnin ne yeke bi tevahî rast e. Camęręn wek
Celadet Bedirxan ű Dr. Kamęran Bedirxan hîn di salęn 30an ű 40an de
bizav kirine ku ji bo Kurdan rojname ű kovaręn bi kalîte biweshînin. Li
gel fîdakariya wan ya bęhempa ű li gel ku wan weqa hewl dane alîkariyę
ji hukmata frensî ű yęn din bigirin jî di dawiyę de ew neçar mane hemî
kovaręn xwe rawestînin ji ber ku pishtgiriyeke aborî di nav Kurdan bi
xwe de nebűye ű berhemęn wan tenę ji aliyę çend kesan de dihatine
xwendin.

Celadet ű Kamęran Bedirxan di derbarę vę pirsę de peywendî li gel
Kurdęn hemî beshęn Kurdistanę danîbűn ű kovara HAWAR bi alfebeya erebî
dest pę kiribű, lę çi alîkariyeke ręk ű pęk ku berdewamkirina wan
berheman misoger bike negirtibűn. Kovara HAWAR di sal 1932 de dest pę
kiribű ű di 1943an de rawestiya bű. Kovara RONAHÎ di sal 1942 de li
*amę dest pę kiribű ű li dű weshandina 28 hejmaran di 1945an de
rawestiyabű ű kovara ROJA NŰ ji aliyę Kamęran Bedirxan de sala 1943an
li Bęrűtę hatibű weshandin ű li dű weshandina 73 jimaran di sal 1946 de
dawî dabű weshana xwe. Celadet ű Kamęran Bedirxan hebűn ű jiyana xwe
pęshkęshe gelę xwe kirin, lę mixabin ew dilshikestî ű perîshan man ű
gelę Kurd yę nexwende nikaribű di wę demę de ji leheya zanyariya wan
sűdę bigire. Kamęran neçar ma ji bo jiyanę biçe Parîsę ű Celadet li
dawiyę neçar ma biçe li ser zeviyęn xelkę, ji welatę xwe dűr, çandiniya
pembű bike. Li nęzikî *amę ew bi encama qezayeke motora ava bîra xwe
dimire. Celadet di 22ę nîsana 1951ę de ji kebaniya xwe Rewshen re vę
nameyę dinivîsîne (Hemresh Resho, di pęshgotina berhevkirina hejmar 24-
57 yęn HAWARę de):

"Ez dixwazim berî mirina xwe, ku ne dűr e, tishtekî biçűk ji we re
bihęlim. Ma ev ne hewce ye? Tishtę ku ez dixwazim, xwedę bi destę min
bigire. Bawer dikim ku ez bi pęwîstiyęn xwe, ji bo gel ű welatę xwe bi
awakî çak ű bętir jî rabűm, ű nuha divę ji bo mala xwe jî tishtekî
bikim."

Mirovekî jîr ű zanyar ew qas fîdakarî ji bo gelę xwe kiriye lę wî gelî
nedikaribűye wî ű sę-çar endamęn malbata wî xwedî bikin. Dema di nav
neteweyekę de mezinmirovekî wek Celadet Alî Bedirxan, li dű ew qas ked
ű xebata neteweyî ű çandî, biçe ji xelkę re çandiniyę bike, dilsar ű
perîshan bimire, wę demę ew netewe ne layiqe vęketina çirayęn ronahiyę
ye ű dę hęn bi salan di shevreshiya nezantiyę de vegevize. Rewsha vî
gelî di warę xwendin ű zanyariyę de do wa bű ű îroj jî ta radeyekę wisa
ye. Nivîskaręn Kurd, rojnamevanęn Kurd, hunermend ű zanyaręn Kurd hîn
jî bi pirranî perîshan ű dilshikestî dimînin. Ew bi pirranî yan ji
aliyę dewletęn serdest de tęyęn girtin ű kujitin, yan jî dibin nęshanęn
kevir ű shijikęn îhaneta partiyan, ręxistinęn kevneperest, mirűdan ű
nezanan; yan seri datînin ű xwe dixin nav penabertiyeke hundirîn, ű yan
jî welęt li cîh dihęlin ű direvin derve. Wisa jî ew męjiyę zanyar yę li
Kurdsitanę heye jî beshekî mezin ji xwe wenda dike. Girtina qedir ű
nerxę xizneyęn zanyariyę yęn neteweyî di nav Kurdan de yan nîne, yan
tenę bi dev e, ew jî bi pirranî li dű mirina mirovekî nerxbilind. Bi
dehan sharezayęn kurd diçin li welatęn biyanî dibin penaber ji bo
xatirę pariyek nan, hunermendęn neteweyeke ku tęte gotin hejmara
endamęn wę ji sîh milyonan bętir e nikarin hezar kasętęn xwe bifroshin,
rojname ű kovaręn hęja radiwestin çimkî pęnc sed xwendevanęn wan
nînin, ... Zarav ű alfebeyęn cawaz li pęsh yekgirtina zimanekî wek
asteng dimînin, di demekę de ku dahola propaganda ű pękhanîna mirűdan
didomîne, kesęn bi gotinę comerd ű bi kirinę miqris bęhejmar dimînin,
feylesofęn nexwende ű nîvzan bętir dibin, derewîn ű mizawir ű
bazirganęn bi kurdayetiyę pirr dibin, ű helbete rojnamegiriya kurdî di
rewsheke wisa de bi gavęn gellekî hędî ber bi pęsh diçe.

Bęyî guman gellek asteng ű dijwariyęn din jî hene li pęsh rojnamegiriya
kurdî, wek stemkariya dewletęn ji sharistaniya pęshkeftî dűr (wekî li
jor hat gotin, min nexwazt di vę gotarę de behsa dewletęn serdest
bikim, çimkî kurdekî ku hay ji stemkariya wan nebe nîne), nebűna
hejmaręn bilind ji kadiręn jęhatî ű pękan, bęparmayîna ji teknîka
nűjen, pirsgirękęn civakî ű gellekęn din.

Min hęvî ji Kurdęn li derve heye ku rojname ű kovaręn bash yęn welatęn
ew lę dimînin bixwęnin ű fęr mewzűiyetę, toleransę ű demokrasiyę bibin;
ne ku li dű mayîna 20 salan li derve ji gundiyęn xwe bętir li pash
bimînin ű ji sharistaniya hemdemî tenę qaqilan bi dest xin. Çawa be, li
welęt gundiyęn wan bi derbasbűna salan re li gor îmkanęn xwe berepęsh
diçin. Zihniyeta hindek kesęn li derve, li milę din, her wek xwe
dimîne, yan wek zihniyeta hejmareke ji muhacir ű penaberęn *cîhana
sęyem ű çarem* heku diçe berepash diçe (niműneyek: pishtgiręn
musilmanęn tundrę yęn Cezayir). Min hęvî heye ku Kurdęn li derve
tishtekî eręnî bidin welatę bapîr ű dapîran. Min hęvî heye ku ew
partiyęn Kurdistanę fęr toleransę ű hevpejirandinę bikin, ne ku bibin
mirűd ű li ber agirę belavokan rabin dîlanęn nefret ű ajîtasyon ű
serhishkiyę. Min hęvî heye ku ew xwe fęr xwendina kurdî bikin,
pishtgiriya rojname, kovar, nivîskar ű hunermendęn Kurd bikin.

Pęwîst e bęte gotin ku di nav çend salęn borîn de hejmareke ji nivîskar
ű rojnamevanęn jęhatî hatin holę. Hęvîdar im bikaribin bętir sűd
bigihînin gelę Kurd. Îroj li derve ű hundir, li gel hemî asteng ű
dijwariyan jî, rojname, kovar ű bernameyęn radyo ű televizyonę bi kurdî
hene ű bivęt nevęt ew ę rojnamegiriya kurdî berepęsh bibin. Li milę
din, kesęn bi îradeyęn polatî, çiqa hindik bin jî, di nav nivîskar ű
rojnamevanęn kurd de hene ku her bizavę dikin ziman ű edebiyat ű
rojnamegiriya kurdî qenctir ű çaktir bikin. Pęwîst e ew bi dil ű can
bęyęn pîrozkirin.

Ez ę bi van ręzan gotara xwe bi dawî wînim:

Heke gelę kurd bixwazibe wek beshekî ji cîhana pęshkeftî di sedsala
21emîn de cîhę xwe bigire, pęwîst e bi gavęn gellekî bezatir ber bi
pęsh biçe ű xwe ji sinçiyęn sherűde yęn pashvemayînę, herweha ji
metodęn retorîk yęn siyaseta welatęn Rojhelata Navîn ű hawayęn
propagandîst yęn stalînîst ű behsîst azad bike. Yan na, ew ę cîhę xwe
di nav neteweyęn cîhana 4emîn de misoger bike. Ji ber ku va gela ne
xwedan dewlet e pęwistya herî grîng li ser milęn partiyęn siyasî yęn vî
gelî ye. Gelę kurd hewcedarî bi rojname ű kovaręn çak heye ku bikaribin
tishtekî nű ű bi kelk bidin wî, herweha bi dezgehęn radyo ű
televizyonęn serbixwe (ma ew ę ne bash be, wek niműne, heke partiyęn
wek Yeketiya Nishtimanî Kurdistan, Partiya Demokrat ya Kurdistan ű
Partiya Karkeręn Kurdistan di nav hev de salę milyonek dolar bidin
komîtiyeke serbixwe ji bo damezirandin ű biręvebirina dezeheke radyoye
serbixwe. Bila navę wę Radyoya Zimanę Kurdî be ű bila roję du-sę saetan
bernameyan pęshkęsh bike, bernameyęn ji siyaseta partriyan ű ajîtisyonę
ű hęvotinę dűr, bernameyęn ku bikaribin zimanę kurdî ber bi yekgirtinę
bibin, çanda kurdî zindî bihęlin ű Kurdan di warę zanistiyę ű
sharistaniyę de perwerde bikn. Ma amanca her sę partiyan ne ev e?!!!).
Gelę Kurd hewcedarî bi xwendinę, zanistiyę ű pęshveçűna ramyarî heye,
hewcedarî bi zimanekî standard, bi alfebeyeke yekgirtî heye ku
bikaribin hestęn neteweyî hęvan bikin ű Kurdan ji ev cudabűn ű
jihevbelavbűna malwęran azad bikin. Partiyęn siyasî divęt tębikoshin ku
li gor mercęn nűdemî gavęn xwe bi hev re ranin, yan na, lashę neteweya
kurd, wekî ku Celadet Bedirxan pęsh 65 salan gotibű, dę her di cîh de
bimîne, gavekę bere pęsh ű yekę berepash biçe. Bila em hęvî bikin ku di
nav 10 salęn dahatű de çirűskęn ronahiyę bibin tîręj ű rę li pęsh gelę
Kurd rohn bikin da ku bikaribe bi serbilindî serę xwe di nav gelan de
rabike ű jiyaneke ji ya me hęsantir ű bi rűmetir ji bo nifshęn
pęsheroję misoger bike.

Bila sedsaliya rojnamegiriya kurdî li me hemiyan pîroz be!

(Pashgotin: Heye ku nivîsandina gotareke wisa li keyfa gellekan ji me
neyęt ű heye ku kovarine kurdî rę nedin weshandina wę jî. Wekî kurdekî
ku ev bűn sîh ű sę sal li dervayę Kurdistanę, lę di eynî demę de di nav
pirsa kurdî de, dimîne, min nivîsanidina wę pęwîst dît. Hejmareke ne
biçűk ji nivîskar ű rojname ű kovaręn me, herweha bernameyęn radyo ű
Televizyona MED bi shęweyeke eręnî behsa sedsaliya rojnamevaniya kurdî
kirin; nivîskarine behsa hindek aliyęn kęm yęn rewsha rojnamegiriya
kurdî jî kirin. Hęvîdar im cîhę gotareke bi vę nolę jî di bîranîna
sedsaliya rojnamevaniya kurdî de hebe, çiqa ramanęn tę de ne bi dilęn
hindekan ji me bin jî. Bi dîtina min, dem hatiye ku Kurd bi shęweyeke
bętir rexnegir ű objektîv li xwe ű rewsha xwe seyr bikin, bi amanca
afirandina shert ű mercęn çaktir ji bo pęsheroja neteweya kurd).


Sent via Deja.com http://www.deja.com/
Before you buy.

0 new messages