Google Groups no longer supports new Usenet posts or subscriptions. Historical content remains viewable.
Dismiss

Kurd û Mîdyaya Elektronî

1 view
Skip to first unread message

KURDISH2000PLUS

unread,
Jun 7, 2000, 3:00:00 AM6/7/00
to
Pêshveçûna Mîdyaya Elektronî û Kurd
Shahîn Bekir Soreklî

Bash têye bîra min, dema me ber 17 salan li bajarê Sydeny di dezgeha
radyo ya bi navê 2SER FM de dest bi bernameyeke radyo kir, deng û
behsên di derbarê Kurdan de di çapemeniya navneteweyî de gellekî bi kêm
bûn. Rojname û kovarên Kurdan, li milê din, bi pirranî di dest
rêxistinên siyasî de bûn û nûçeyên di wan de yekalî, û carine bi
hefteyan kevin bûn. Dema rojnameyeke biyanî gotarek yan nûçeyek di
derbarê Kurdan de diweshand vê yekê bi shêweyeke berfireh bala Kurdan
dikishand ser xwe.
Di nav hevdeh salên borîn de shoresheke bêhûde di derbarê pêshveçûna
çapemeniyê, lê bi taybetî di derbarê teknolociya elektronî de cîh
girt. Di destpêkê de bikarhanîna faksê bû egera guhertinên mezin, dû
re radyo û televizyonên bi rêya satelîtan bernameyên xwe belav
dikin roleke mezintri leyiztin û li dû wan bikarhanîna INTERNET û
danûstendina elektronî bandora herî mezin di pêshveçûn û berfirehkirina
rola mîdyayê de leyiztin. Vê pêshveçûnê sûdeke mezin gîhand Kurdan
jî. Çiqa bikarhanîna ev teknolociya nûjen ji aliyê Kurdan de
bi sînor be jî, di nav 10 salên borîn de mîdyaya Kurdî, û
xwetêkilîkirina mîdyaya cîhanî bi pirsa kurdî ve, bi shêweyeke bêyî
hempa ber bi pêsh çûn. Televizyona Med li Ewropa û televizyonên li
bashûrê Kurdistanê roleke mezin di vî wareî de leyiztin. Di nav 3-4
salên borîn de hejmareke ji Kurdên serbixwe, her weha hejmareke ji
rêxistinên kurdî, bi rêya INTERNET jî gavên mezin avêtin. Îroj, ne
tenê malperên kurdî deng û behsan, agahiyan, nivîsaran û berhemên çandî
bi rêya INTERNET belav dikin, lê her weha mûzîk û stranên kurdî jî.
Hejmareke ji kovarên mehane jî nuha bi kurdî û înglizî di INTERNET de
têyên dîtin, ya dawîn ji wan MEHNAME 2000 e.
Guhertina di derbarê Kurdan de çiqa mezin be jî, gellek tisht hîn wek
xwe mane. Çawa ku tenê hejmareke pirr biçûk ji Kurdan rojname û
kovarên kurdî dixwendin, îroj jî hejmareke gellekî biçûk ji wan
INTERNET bi kar tînin. Ji bo Kurdên li Kurdistanê bikarhanîna
INTERNET hema-hema ne pêkan e. Kurdên li derve, li milê din, pirraniya
wan yan nedizanin, yan jî nedikarin kompiyûter û INTERNET bi kar
wînin. Ji aliyekî din ve,
hejmareke mezin ji Kurdan, bi taybetî Kurdên bakur, nedizanin bi kurdî
bixwînin.
Tishtekî din jî li nik Kurdan her wek xwe maye. Dema rojnameyeke
biyanî gotarekê di derbarê Kurd û Kurdistanê de diweshîne Kurd
bipirranî haydariyeke mezin didin vê yekê, lê nivîsarên ji aliyê
rojname û kovarên kurdî de têyên weshandin ew qas haydarî nakishînin
ser xwe. Dema nivîskarekî înglizî, frensî, emerikî, almanî, rûsî,
ereb, yan tirk gotarekê di derbarê Kurdan de dinivîsîne ew gotar, çê
yan xirab, di nav Kurdan de deng dide, heta hindek ji wan gotaran têyên
wergerandin. Ne tenê kesên serbixwe, lê her weh rêxistin û
partiyên Kurdan jî balkêshiyeke mezin didin gotarê. Pirr caran
tishtekî nû di van gotaran de nîne. Li milê din, tishtekî diyar e ku
nivîskarê gotarê agahiyên xwe yan ji pirtûkan, yan ji çapemeniyê, yan
jî ji Kurdan bi xwe girtine, lê dîsan jî gotara nivîskarê biyanî wek
tishtekî pîroz tête hesibandin, bi taybetî heke aliyên ji bo Kurdan
erînî ji yên neyênî zêdetir bin. Li milê din, dema rojnamevan û
nivîskarekî Kurd, hejmara yên jêhatî ji wan çiqa bi sînor be jî,
gotarekê di derbarê Kurdan û pirsa kurdî de dinivîsîne berhema wî ew
haydariya ku Kurd didin biyaniyan nagire. Ne tenê ev. Di dema ku
nivîskarê biyanî bi azadî bîr û baweriya xwe diyar dike de û di dema ku
rêxitinên kurdî û pishtgirên wan mafê vê azadiyê didin nivîskarê biyanî
de, nivîskarên kurd bi pirranî ne tenê xwesansorkirinê bi kar tînin, lê
her weha tûshî dijwariyên li gel rêxistinan û pishtgirên wan têyên. Ev
jî wê yekê îspat dike ku ne tenê di nav Kurdan de baweriya bi hêza
entellektuelîzma navxoyî nîne, lê her weha bikarhanîna prensîpên
demokratî.
Gellek caran dema li Kurdistanê tishtek diqewime divêt mirov li benda
wê yekê bimîne ta kualiyekî biyanî tishtekî di derbarê wê bûyerê de
diweshîne. Wek nimûne, pirr caran rojnameyên YNK û PDK di derbarê
bûyereke ku li Kurdistanê qewimî, yan neqewimî, de dinivîsînin ku “li
gor filan rojnameyê yan filan dezgeha radyo wisa û wisa bûye.” Ev jî
shermezariyeke mezin e, çimkî heke bûyerek li Kurdistanê qewimî be
divêt yên biyanî di derbarê wê de agahiyên xwe ji rojnameyên kurdî
bigirtana, ne li bervacêya wê.
Rojname û kovarên Kurdan yên li meydanê birçiyê berhemên ji zimanên
biyanî hatinî wergerandin in. Ev jî tishtekî zor bash e û di cîh de
ye. Lê tishtê balkêsh ew e ku berhemên soranînivîskaran di rojname û
kovarên bi kurmancî de gellekî bi sînor in.
Berhemên kurmancînivîskaran, li milê din, hema-hema di kovarên bi
soranî de nînin. Jê bêtir, li nik hejmareke ji nivîskarên kurd
dilreshî û nefreteke mezin li hember nivîskarên din hene. Hejmareke ji
van nivîskaran tew xwe wek otorîteyeke di derbarê zimanê kurdî de
dizanin bêyî ku çi bidestxistinên akadêmî li nik wan hebin û bêyî ku bi
xwe berhemên rêk û pêk afirandibin. Ji aliyekî din ve, rêxistinên
siyasî û mirûdên wan pirr caran nivîskarên ku berhemên wan ne li gor
ramanên wan yên hizbî bin boykot dikin.
Di ev qonaxa ku tê de teknolociya di derbarê mîdyaya elektronî û
çapemeniyê de weqa beza û bi gavên mezin ber bi pêsh diçêye de, mirov
wê hêviyê dike ku Kurd jî bikaribin wê yekê jibo pêshvebirina ziman û
çanda xwe bi kar wînin. Li Tirkiyeyê, li bashûrê Kurdistanê; her
weha li Ewropa, Emerîka, Keneda û Australya bi milyonan Kurd, heke hemî
nikaribin teknolociyê bi xwe bi kar wînin jî, dikarin sûdekê (kelkekê,
faydeyekê) jê bigirin.
Heke di nav Kurdan de pêshveçûneke zanyarî û têkoshîneke di derbarê
zimanî de cîh negirin, bêguman e ku ne tenê yekgirtina neteweyî di nav
wan de dê her qels bimîne, lê hebûna neteweya kurdî bi xwe dê sal li dû
salê têkeve tehlûkeyê. Çerxa cîhanê li benda çi neteweyan û koman
namîne, her difertile. Netewe û komên ku ji dest wan neyêt der li gel
wê çerxa cîhanî ber bi pêsh biçin ê di pratîkê de her li pash qonaxa
hemdemî bimînin û heye ku di qonaxeke dîrokiye pêsherojîn de ji holê
rabin jî.
Wek nivîskarê vê kurtegotarê, ji bo xwe erk dibînim ku ji kûraniya dil
rêza xwe pêshkêshe wan hêjayan bikim yên ku li gel kêmbûna katê û
îmkanan jî her tishtê ji dest tête der dikine da ku, bi kêmasî li
dervayê Kurdistanê, pêshveçûna mîdyaya elektronî ji bo
pêshvexistina pirs û zimanê kurdî bi kar wînin. Lê divêt li vir
tishtekî din jî ashkere bibe.
Di nav malperên ji aliyê Kurdan de hatinî damezirandin bikarhanîna
kurdî zor kêm e.
Hejmareke ji xwediyên hindek malperan, li milê din, navê Kurd û
Kurdistanê bi shêweyeke rotînî ji bo malpera xwe bi kar tînin bêyî ku
bikaribin tishtekî nû û bi kelk diyar bikin.
Hindekên din INTERNET bi kar tînin, lê mixabin wek mirovên nûpêketî û
bêtecrûbe li shûnaku sûdê bigihîn pirsa kurdî ya gishtî ziyanê
digihîninê. Helbete her kes maf heye INTERNETbi serbestî bi kar wîne,
lê xwebêj divêt ne ew be ku di INTERNET de jî kurd û Kurdistan bibin
hacetekî di destê her kesî de, zanyar dibe, nezan dibe, bêyî ku li nik
wî / wê pêkaniyên rêk û pêk hebin ku di derbarê Kurd û Kurdistanê de
tishtekî çak bigihîne holê.
(11/99)


Sent via Deja.com http://www.deja.com/
Before you buy.

0 new messages