Google Groups no longer supports new Usenet posts or subscriptions. Historical content remains viewable.
Dismiss

HELBESTEK

1 view
Skip to first unread message

KURDISH2000PLUS

unread,
Jun 19, 2000, 3:00:00 AM6/19/00
to
GAVA TU RADIKEVĪ
Jacque Prevert (Wergera ji frensī: Ahmet Akin)

Gava tu radikevī
Tu, radikevī tu
ez, xewa min nayź
ez te di xewź de dibīnim
min diźshīne ev

Ēavźn te girtī, lažź te yź gir dirźjkirī
ev keyfź dide meriv, lź min bi girī va dike
ū ji nižka ve tu dikenī
di xewź de bi dengekī bilind
li kū derź yī vź demź tu
bi rastī tu ēūyī kū
belkī bi jineke din
ū bi wź re keniyayī, ne bi min re tu

Tu, radikevī tu bi žev
ez, xewa min nayź
ez te di xewź de dibīnim
min diźžīne ev

Ez nizanim dema raketinź tu ji min hez dikī yan na
tu hem pir nźzīkī min ī ū hem jī pir dūr ī
ez tazī ū li te pźēandī
lź mīna ku ez qe li wir nīn in
lź ez dīsa jī lźdana dilź te dibihīsim
ez nizanim gelo ew ji bo min lźdixe
ez tu tishtī nizanim, ez īdī tu tižtī nizanim
gava rojekź tu īdī qe ji min hez nekī
ez wź demź dixwazim ku dilź te lźnexe tu carī

Tu, tu bi shev xewnan dibīnī
ez, xewa min nayź
ez te di hengama xewndītinź de dibīnim
ev dike ku ez bigrīm

Hemū shevan ez digirīm, wek vź ževź
ū tu, tu xewnan dibīnī ū dikenī
lź ev īdī nikare ewha bimeshe
ez ź muheqeq te bikujim ževekź
xewźn te, ew ź dawī lź werin
ū wek ku ez ź xwe bikujim
wź bźxewbūna min jī biqede
herdu lashźn me yźn yekbūyī
wź rakevin di nivīnekī fireh de bi hev re

Tu, tu bi shev xewnan dibīnī
ez, xewa min nayź
ez te di hengama xewndītinź de dibīnim
ev dike ku ez bigrīm

Ū va ye ev roj ū tu ji nishka ve radibī
ū tu bi min re dikenī
tu bi tavź re dikenī
ū ez īdī li shevź nafikirim
tu tim bźjeyźn wek hev dibźjī
"Te ževeke baž derbas kir"
ū ez te dibersivīnim wek nobedarekī
"Belź hezkiriyź min, ez baž raketim
ū wek ku heržev min tu di xewna xwe de dītī"

(Ji NŪDEM, hejmar 33 hatiye girtin)


Sent via Deja.com http://www.deja.com/
Before you buy.

0 new messages