Ji bo ku merov; welatek-dewletek anjî civakekę, "sivîl" hisęb bike,
divę gelek faktor ę xwe pękhatibin ű tekűzbűnek di civak ę de hakîmbe.
Erę, lę ma gelo çine ev faktor: pękhatîbűn ű tekűzbűn ? Bersiva vę
pirsę, helbet gelek fereh ű diręje. Di nava vę ferehî ű diręjayîyęde:
cografya, tarîx, aborî, polîtîka, psîkolojî ű sosyalpsîkolojî rol a xwe
di leyîzę. Li vir, bę goman faktoręn aborî/ekonomîk ű polîtika herî
giringtirin. Aborî ewe ku civak pę dijî – bi gotineke- din merov karę
weha bibęję: hebűna tiţtan/madî – yęn fizîkî; wek erd, daristan,
heywanat/zîraat anjî febrîka, înţaat, teknolojî, karmendî….hemű awayęn
ku civak jîyan a xwe pę îdare dikeye. Ű polîtîka jî ewe ku bi vę
faktora ekonomîk; bi awakî normatîv ű sîstematîk civakę bixę bixę
haraketę ű aktorîtęta civakę – bę ţik ű ţibhe – hatibę avakirin ű ji
alîyę, hem civaka xwe ű hemjî civakęndinve wek otorîtek hatibę
nasîn/qabűlbűn. Merov karę vę pęvendîya (kî pęvendîke otomotîkîye) di
nabeyna ekonomî ű polîtîka anjî polîtîka ű ekonomî de bi
navę ”Demokrasî” bi kar bęnę. Ji xwe em li vir li ser pirsa ”civaka
sivîl” di sekinin. Madem waye, pęwîstîya demokrasîyę her dîyara ű bę
műnaqeţeye. Ű ev tę wę manę ku ew hemű prosesa di nabeyna polîtîka ű
ekonomîde çębűyîye ű çędibę bi awakî harmonîk, dîyaloga bi piralî ű li
gora esasęn bingeha civaka sivîl ketina jîyana merovan, ya civakîde. Bi
gotinekedin; prosesa demokratîkîyę ye ku civakę bi nav dikę ű civakę
dikę "sivîl".
Erę, gelo gotina "civaka sivîl" bi navarok a xwe ű hemjî bi realîta xwe
çi tęnę bîrame kurdan ? Em ű ”civaka sivîl” çiqas nęzîk anjî dűrî
hevin? Helbet ev babet, di nav ronakbîr, sîyasetvan ű demokratęn kurdan
de, ne tiţtekî nű ű tezeye. Lę - ma gelo, ji realîta ”civaka sivîl”
(hem teorîk ű hemjî pratîk) çiqasî me nasîb ę xwe girtîye ? Ronakbîr,
sîyasetvan ű demokratęn kurd çi xebat ű fedekarî kirine ku "civaka
sivîl" bo gel ę xwe jî bikne nasîb. Bę goman, welat perçe perçeye –
kolonîyęn mezin yęn kurdan ji welatęn xwe durketine ű ev faktor dibine
astengęn (nebűna otorîta ekonomîk/polîtîk) ku civakęn sivîl avabibin.
Lę – partî, organîzasyon/enstîtű, komala, kovar/rojnama ű ţexsîyetęn
kurdan hene ű ne kęminjî. Ma, ka me li gor kapasîta xwe çi norm peyda
kirine/avakirine anjî em çi dikin bo xatirę ku em jî bibne xwedîyę
civakek anjî civakęn sivîl. Welat ű dewletame tuneye; lę ma emę
nikaribin ku civakęn sivîl anjî normęn sivîl/sosyal di organîzasyonen
xwe de: partî ű enstîtűyęn xwe de – komal ű malbatęn xwe de ű heręmęn
xwe de jî avabikin ? Mana em dizanin ku ev komal ű
organîzasyonęn/sîstemęn ku niha hene ű dijîn – wę bibne dendikęn
bingeha Kurdistaneke sivîl ya pęţeroj.
Helbet di jîyanęde nabęt ku hemű tiţt pesimîzm ű tarîtîbe. Ji bo me
kurd a jî wiloye. Ěţaretęn optimîzm ű ronahîyę jî xwîyadikin. Ű ev
îţaret wę hędî hędî me ber bi sivîltîyę bibin: Ez dixwazim bi mîsaleke
pîrozbeha vę hęvîya xwe îspat bikim. Berî bi çend salan, di kongre ya
PDK-Ěran de, serokę partîyę (Mamoste Abdulla) di hat hilbijartin ű
serokę kevn (Mistefa Hic- rî) wezîfa xwe dewrî serokę nű dikir ű her di
komîta merkezî de kar ę xwe berdewam dikir ű niha jî her waye. Li gor
bawerî ű zanabűn a minî tarîx a sîyaset a kurdî, ev mîsaleke yekem e
anjî yekem cara ku weha bűyîye. Serokę ku ji serokatî dikevę anjî
îstîfa dike – yan partîke nűh durist dike anjî wek protesto dadiniţę.
M.Hicrî, wa nekir. Ev prensîb ű daxwaza biręz M.Hicrî hęjayî
pîrozbűnęye. Helbet di civakęn sivîl de, karę ku biręz M.Hicrî kirîye –
her rojaneye. Lę li gor civakęn wek yęn me; ev îţaret ű
delęlęn ”sivîltîyęne” ű wę mîsalęn wilo jî bę goman her zędetir jî
bibin di pęserojęn me de/ű pęwîste jî wa bibe.
(Ji kovara ROJ BASH hatiye girtin)
Sent via Deja.com http://www.deja.com/
Before you buy.