Google Groups no longer supports new Usenet posts or subscriptions. Historical content remains viewable.
Dismiss

Sûriye û Mirina Hafiz el Esed

0 views
Skip to first unread message

KURDISH2000PLUS

unread,
Jun 21, 2000, 3:00:00 AM6/21/00
to
Sūriye ū mirina Hafiz el Esed
Bźyī guman, di nav serokźn welatźn ereb de Hafiz el Esed
siyasetmedarekī zīrek bū. Zīrektiya wī bi derbasbūna salan re ber bi
pźsh ēū ū wī dikaribū ne tenź seroketiya xwe biparźze, lź her weha
hejmareke ji tevgerźn ereb ū ne ereb ji bo berjewendiya desthelatdariya
xwe ū Sūriyeyź bi kar wīne.
Di bin karbidestiya wī de Lubnan, heke bi tevahī neketibe bin destź
Sūriyeyź jī, siyaseta wź ū seroketiya wź di bin destź Shamź de būn.
Rźxistinźn filistīnī, bi taybetī yźn radīkal, her weha li Shamź būn.
Di dem ū dewrana Hafiz el Esed de, Sūriye bū yek ji grīngtirīn welatźn
ereb.
Di derbarź Kurdan de, hukūmeta Hafiz el Esed ji destpźka 80yan de cīh
da serokź PKK Ebdellah Ocalan ū fealiyatźn PKK ta radeyeke mezin
serbest kirin, tevī ku bi shźweyeke nīvnixamtī jī. Kampźn PKK li
herźma Beqa ū li nźzikī Shamź vebūn ū endam ū pishtgirźn PKK bi
shźweyeke ashkere yan nīvashkere kar dikirin. Alīkariya Shamź ji bo
PKK domand ta ku ew di bin zext ū gefźn hukūmeta tirk de neēar ma ku ji
birźz Ocalan derēūna ji Sūriyeyź bixwaze. Hukūmeta wī her weha
peywendiyźn li gel YNK ū PDK bash hīshtin ū rź da ku ofīsźn wan li
Shamź ū li ser sīnorź tev Kurdistana Īraqź vebin, tevī ku ew di
destpźkź de ji rewsha li bashūrī Kurdistan bi tirs bū ū kombūnźn di
navbera berpirsiyarźn sūrī, tirkī ū īranī ji 1991ź ū shūn ve domandin
ta ku li bashūr hźzźn 3 partiyźn kurdī dest bi sherź li dij hev kirin.
Li milź din, hukūmeta Sūriyź her wek "bakurź Īraqź" behsa bashūrź
Kurdistanź kir.
Di derbarź Kurdźn Sūriyź bi xwe de, li gel ku rewsha Kurdan di van
salźn dawīn de piēekī bash bū jī, ēi mafźn ēandī yan siyasī ji bo wan
nehatin dayīn. Li ser kaxezźn nasnameyan, Kurdźn Sūriyź her wek ereb
man ū mafź bikarhanīna kurdī di mīdya ū xwendegehan de ji bo wan nehat
dayīn.
Ji aliyź siyaseta hundirīn ve, karbidestiya Hafiz el sed di destpźkź de
gellekī hishk bū. Rexnekirina siyasī bi carekź ve qedexe bū ū wźneyźn
wī divabūn li ser her dīwarī bin. Ji aliyekī din ve, rishwet ū fesad
zźde būn ū neheqiya li xelkź dibū bźyī dawī bū. Bi taybetī di salźn
80yan de ū di dema levandinźn tundrźyźn Ixwan il Muslimīn de
karbidestiyeke hesinī hebū. Lź di van salźn dawīn de Hafiz el Esed ji
tecrūbeyźn xwe fźr bū, mayīna li ser karbidestiyź misoger kir ū dest pź
kir siyaseteke nerm hźdī hźdī bi rź xe. Di van demźn dawīn de her weha
kampaniyayeke li dij fesad ū rishwetź dest pź kir.
Hafiz el Esed dikaribū Partiya Beis jī ji bo berjewendiya xwe bi kar
wīne ū wź tźxe bin kontrola pishtgirźn xwe. Bi gotineke din, Partī di
bin fermana serok de bū, ne ku serok di bin kontrola wź de. Birźz Esed
her weha li brayź xwe Rifet jī hat xezebū, ew ū pishtgirźn wī ji
karbidestiyź bi dūr xistin.
Ji aliyź siyaseta dervayī de birźz Esed ji tecrūbeyźn salan fźr bū ū
mirov dikare wī wek siyasetmedarekī jźhatī bi nav bike, bi taybetī li
gor normźn welatźn cīhana sźyem. Wī dikaribū Emerīka ū welatźn
ewropayī neēar bike ku Sūriyź wek welatekī xwedan roleke grīng di pirsa
ashtī ū istīqrara Rojehlata Navīn de tźxin hesźb. Her weha dikaribū
Sūriyź hem wek welatekī ta radeyeke mezin di bin īdarekirina hukūmetī
de ū hem jī wek welatekī di warź bazirganiyź de nīv-vekirī bihźle. Li
gel ku mīdya bi tevahī di bin destź hukūmetź de ma jī, bikarhanīna
televizyonźn bi satelītź nehat qedexe kirin. Bi salan e ku
hemwelatiyźn sūrī dikarin di mala xwe de seyrī dora 60 kenalźn
televizonź bikin.
Bi kurtī:
Heke mirov karbidestiya Hafiz el Esed li gor pīvanźn welatźn demokrat
shīrove bike, guman tź de nīn e ku ew dīktator bū, ēimkī 1em: ew bi
rźya īnqīlabeke leshgerī hat ser karbidestiyź, ū 2yem: di pratīkź de
partiya Beis, hukūmet, hźzźn leshgerī ū yźn asayishź, her weha
parleman, li gor daxwaza wī bi rź ve diēūn. Ji aliyekī din ve, her
kesī dizanibū ku kurź wī, Dr. Beshar el Esed, ź cīhź wī bigire ēimkī ew
ji bo vź rolź dihat amadekirin.
Lź li milź din, heke mirov karbidestiya birźz Esed li gor pīvanźn
welatźn ereb ū yźn herźmź tźxe pīvanź, mirov dikare bibźje ku ew
mirovekī ji bo Sūriyź ū Ereban nishtimanperwer, zīrek ū jźhatī bū.
Berjewendiya Sūriyeyź ji bo wī zor grīng bū.
Divźt neyźt ji bīrkirin ku di dema pirraniya xelkź Sūriyeyź musilmanźn
sunnī ne de, birźz Esed Elewī bū. Ji bo Sūriyeyź ū karbidestźn wź ev
pirseke zor grīng e. Di dema Esed de, ji aliyź olī de Sūriye ne
welatekī tundrź bū.
Minrina birźz Esed ź valabūneke siyasī ta radeyekź wīne holź. Pirsa
grīng nuha ev e: Gelo kurź wī Beshar ź bikaribe ta ēi radeyź kontrola
hźzźn leshgerī di dest xwe de bihźle ū dijminźn xwe berbend bike, ū dź
ēiqa zū zīrektiya di derbarź siyaseta hundirīn ū dervayī de ber bi pźsh
bibe. Gelo ew ź pirsa ashtiya li gel Israīl hźsantir bike, Sūriyeyź di
warź demokratiyź ū vekirinź de ber bi pźsh bibe, lź gelo ew ź tźkeve
bin bandora rźhishkan ū bi destekī hesinī desthelatdariyź bi rź ve
bibe. Bivźt-nevźt her kes ź li benda cīhgirtina guhertinekź be. Gelo
ev guhertin ēiqa zū yan dereng bźt, em ź di nav 2-3 salan de bibīnin.
Bedirxan


Sent via Deja.com http://www.deja.com/
Before you buy.

0 new messages