Google Groups no longer supports new Usenet posts or subscriptions. Historical content remains viewable.
Dismiss

HELBESTEK

0 views
Skip to first unread message

KURDISH2000PLUS

unread,
Jul 5, 2000, 3:00:00 AM7/5/00
to
EVÎNA PĘSHÎN -Nivîskar: Eino Leino/Fînlende)(Ji MEHNAME HATIYE GIRTIN)
1
Baweriya xewnan
Te aqilę min biriye.
Wî dîsan vegerîne!
Na, nexwe min, min ę reben, nedizanî bű
çawan bi evînę dilîstî.

Niha ji perîshanan jartirîn im ez
lę bawerę bi xeyalan nakim
dema ku niha
dîsan pęlęn xeyalan diseyirînim.

Dîsan kaniya xewnęn min be!
Tenę bishira te jî dę bextiyariya min bűya
lę em bi hev re hę ciwantir.

Çima çavę xwe badidî?
Di min de hę jî tevger heye;
nexwe tu naxwazî ez biruxim!
2
Ken ű girî
Nekenîm, negirîm hingę
ku cara pęshîn min tu dîtî,
nekenîm, negirîm tucaran
ger girnij jî li ser zimanę min bűya.

Lę dikenîm ű digirîm ęvaran
tevî ku hevala min jî bűyî,
dema ku min gunehęn xwe di tarîtiyę de vediţartin,
qutquta dilę min bű.

Ez rűdinishtim, bi ken, bi girî,
mîna zarokan. Ű li ber singę min bű
hemű jiyana raborî, ya tawanbar.

Ű min daxwaza lęnegirtinę dixwest.
Niha ędî nakenim, nagirîm.
Çima bigirîm? Nexwe bi tenę me.
3
Zarokę tîrmehę
Bę evînę nikarim
ji ber ku dayik ewqas dilgerm bű.
Ez hembęzkirę evînę me,
ű ax, di evînę de xwegermkirin.

Bahozę anîm qeraxęn biyanî.
Serma ę min birecifîne.
Di guhę min de tenę awaz diçingin
ji ber xemgîniya di dil de.

Ez zarok im, zarokę tîrmeha gesh.
Ű hewayek xwesh dixwazim,
ne qerf ű galteya dev.

Ez shashbűyî li berfę nanerim.
Ez ji strana dara gelî hez dikim,
ne ji bilindahiya gir.
4
Çűyî
Ew çűye. Ez jiyanę
mîna daristana çamę gewr dibînim,
ez evîndara dema çűyî, dema abadîn,
abadîniya xeyalan dibînim.

Dibe min pirr ziyan kiribe,
ű gelek xerabî hat serę min jî;
min ęţa tal hesand
ű jan herdem min diqewirîne.

Nakenim, nagirîm, galteyan nakim!
Naxwaza guneha te bi min bę.
Lę keçę, nikarî tu fam bikî,
Çiqas axa ciwan pűç bű,
bi jidestbirina te re, ax;
agirę geţ bű xwelî.
5
Hesa mirinę
Ax, delal, tenę carekę em ę bijîn,
zű ę bibe dora mirina stemkar.
Ma tu qet li ser ponijî,
epla hishbűyî ya gula min?

Ma di singę te de tevgeriye,
ew hilma çirűska agir,
bi niyeta nasîna erd ű asman
bi dîtina herder?

Were, delala mmin! Asman zelal e,
av diteyise ű erd guldar e!
Aniha keshtiya xeyalan dimeshe;

em ę biçűna piţt deryayan.
Deryayan ę seręshiya te bi xwe re bibira:
em dixwazin ji bîr bikin.
---------------------------------------------------------------
Wergerandina ji fîniyę: HUSEIN MUHAMMED


Sent via Deja.com http://www.deja.com/
Before you buy.

0 new messages