Li dű koçkirina te yazdeh evîn vemirîn!
Yazdeh caran Qamîţloka te bejna xwe bi ţînę pîroz kir!
Yazdeh xwedayęn kor, bi ţűmiyęn çivîkęn te ţiyar bűn, ţor ű ţaţ bűn!
Yazdeh bęciriyęn li ser kezeba saza te çivyayî miç ű har bűn. Yazdeh
terkęn hovane li bejna spîndarî civiyan. Ű dem derbas bű. Ű baran li
ser axa goristana te bű beybűneke serhiţk. Ű qejműjka naveroka xav ű
keskesorek ű libęn xunavę li zendęn yara te bazin kir. Ű dem derbas bű
ű tevin ű toza ţikestina felekan yazdeh caran bi berbejnokęn XECOKĘ(*)
xwe ţűţtin ű yazdeh caręn din bermaya talana kal negîha tiliyęn li ba
qerimî. Ű hę yazdeh gulle... di çeperęn birînęn te de difîzikin!
“Nefîr ű Nefer” ji hev direvin mîna tirsę, mîna gevizandina pirsę, lę
ne te karîbű pirsę haţ bikî ű ne te karîbű tirsę bihejînî... ű xwîna
jar, xwîna, xwîna kubar, xwîna ku bę hedan difűriya bi ser sînor ű
dorpęç girtin ű lerza mijank ű pîpikęn çavan... Ű xwelibakirina bazan,
keftelefta qiçqiçî diyarî livîna sar dike! Gelo, tu li bîra kę tęyî vę
gavę?! Gelo çend węneyęn te li ser dîwaręn nîvhilweţiyayî pęketîne?! Çi
demsaleke bę fedî ye!
Ű NEWROZ, Newroza çęrgeha Adara te, bęreng ű xeme, będeng ű cîhana wę
ne mîna te dizanî... Cîhaneke lal, mat, tal ű qolincgirtî bi sed rengęn
li hevketî xwe li xaka “bęreng” bi kozik dikin kozikęn tevingirtî, bę
berhem ű bi cirîdę ve mijűlvan!
Ű dîl in... erę em hę dîlęn hev in. Męr in, belę em xęrxwazęn serbirîna
hev in! Zana ramanwar ű li hember hev bę hempa ne, lę li bin lingęn
neyaręn xwe ne.
Bavę Felekę!
Yazdeh Salęn bęxwedî li ezmanę welatę te batoţęn zingar ű kevzeyî
sturehęn xwe çikilandin ű hę jî ţkeftęn li ser parsiwęn te bę liv in. Ű
tękçűn ne tękçűn e, ű rev ű rovîtî, dűrbînî ű rastiya vę serdema bę
dawî ye...
Yazdeh műmęn bi ar li dora gora te emę bi ava bendemanę biçînin ű li
benda hęviya te bin...
Me hę bęhtir ű bęhtirîn bęriya te kiriye...
(Ji kovara AVESTA hatiye girtin)
Sent via Deja.com http://www.deja.com/
Before you buy.