Google Groups no longer supports new Usenet posts or subscriptions. Historical content remains viewable.
Dismiss

Nûçe / Deng û behs

2 views
Skip to first unread message

KURDISH2000PLUS

unread,
Sep 24, 2000, 3:00:00 AM9/24/00
to
Ji raporta nűçeyan ya Beshę Kurdî/ Dezgeha australî SBS hatiye girtin:
23/7/2000

Hęzęn îraqî ji bo hęrîshbirina ser bashűrę Kurdistanę amade ne:
Partiya komonîst ya îraqî îroj ragîhand ku feyleqa 12emîn ya Hęzęn
Komarî yęn îraqî li ser sînorę li gel heręma di bin desthelatdariya
kurdî di amdebűnę de ne ű pękan e her katę ji rojhelatę Kerkűkę, bi
ręya Shemshemal, hęrîsh bikin.
Hęjayî gotinę ye ku bajarę Sulęmaniyę li dervayę “xeta 36an” ya parastî
ye, lę wezîra emerikî ya peywendiyęn derve hefteya borîn dabű zanîn ku
hęzęn emerikî dę będeng nemînin heke hęzęn îraqî hęrîshę bibin ser
heręmęn di bin desthelatdariya kurdî de.
Divęt bęte gotin ku ji męj ve ye alîne behsa wę yekę dikine ku hęzęn
îraqî dę hęrîshę bibin ser heręmęn kurdî, bi taybetî heręma di bin
desthelatdariya YNK de, lę ta nuha tishtekî wisa cîh negirtiye. Alîne
wisa bawer in ku di dema helbijartinęn emerikî de, ű di dema ku
Rűsistan ű Frensa di kiryaręn shikandina ablokeya navneteweyî de di kar
de ne, heye ku hukűmeta îraqî dest bi bizaveke li dij Kurdęn bashűr
bike.

Hevtawanbarkirin ű propagandaya hevrik ye PKK ű YNK berdewam in:
Li dű ku hefteya borîn neh pęshmergeyęn YNK ű gerîlayakî PKK bi encame
sherekî li bashűr cîh girtî hatin kujtin ű hindekęn din brîn bűn,
mîdyaya her du ręxistinan hevtawanbarkirin ű propagandaya li dij hev ű
din domandin. Di dema ku Yekeyiya Nishtimanî PKK bi sherfiroshtinę,
hevkariya recîma îraqî ű sabotekirina mafęn Kurdęn bashűr tawanbar
dikęye de, serokę PKK, Ebdulla Ocalan, ji girtîgeha Imraliyę bi ręya
paręzgeręn xwe beyannameyek di mîdyaya PKK da belavkirin ku tę de PKK
wek temsîldara xeta sosyalîzmę, ashtiyę ű demokrasiyę ű YNK wek
temsîldara xeta neteweperestiyę, pashverűtiyę ű sher bi nav dike.
Ji aliyekî din ve, YNK ji dushema borîn ű vir de dide zanîne ku heręma
Qeredax aram e ű hęzęn PKK vekishiyane aliyę di bin desthelatdariya
hukűmeta îraqî de. Weshanęn ser bi PKK ve, li milę din, ta roja
pęncshemę behsa berdewamkirina sher kirin ű roja eynî dan zanîn ku sher
rawestiyaye.

Firrokeke frensî gihîsht balafirgeha Bexdadę:
Li dű ku firrokeke rűsî li dij biryara Neteweyęn Yekgirtî çű Bexdadę,
duhinî yeke frensî jî li Bexdadę venisht. Di firroka frensî de dora 60
pijîshk, hunermend ű werzishvan hebűn. Ev yeka bű egera bi ręketina
pęlęn nerazemendiyę li nik berpirsiyaręn ręxistina navneteweyî.
Berpiriysarę biręvebirina ablokeya li hember Îraqę, Peter van Walsum,
her weha hukűmeta emeikî, Frensa bi wę yekę tawanbar kirin ku wę bi
rędana ji bo firrokę zędegavî di derbarę ablokeya navneteweyî de
kiriye.
Çűna firroka frensî ji aliyę komeke ji frensiyęn li dij ablokeya li
hember Îraqę berdewam de hatibű organîzekirin. Ji aliyekî din ve, hat
ragîhandin ku hukűmeta urdunî ji Koma Neteweyęn Yekgirtî daxwaz dikęye,
bila rę bide destpękirina çűn ű hatina firrokan di navbera Urdun ű
Îraqę de.
Îroj firrokeke rűsiye din jî ji Mosko ber bi Bexdadę firriya. Tę de
dora 100 berpirsiyaręn rűsî, pijîshk ű werzishvan hebűn, her weha 5 ton
derman.

Endamekî P.D.K.Î hat girtin:
Li gor rojnameya îranî Tehran Times, Hęzęn îranî yęn asayishę li gel
Husęn Pűrmend narincok ű çekine din li Pîranshar girtine. Rojnameyę çi
agahdariyęn din di debarę vę nűçeyę de nedane.

Parlementerekî kurd zędetir haydarî ji bo zimanę kurdî ji hukűmeta
îranî dixwaze:
Rehman Behmenish, nűnerę devera Mehebadę di meclisa Komara Îslamî de,
di kombűneke ji bo bixęrhatina li serokę îranî cîh digirt de li Mehebad
got, zimanę kurdî divęt zędetir haydariya hukűmetę bigire ű giraniyeke
layiqe wî bęte dayîn. Wî ji bo hukűmeta Xatemî pęshniyaz kir ku
tevdęręn damezirandina akadęmiyeke ji bo zimanę kurdî, xwendegeheke
bilind ji bo fęrkirina kurdî ű biręxistina weshanęn rojane ű heftane bi
kurdî tęxe rę. Parlementerę kurd her weha daxwaza destpękirina
projeyęn pîshezaî, çandinî ű danîna xeteke hesinî ji bo tręnę li devera
Mehebadę ji Tehranę kir.
Serokkomarę îranî shema borîn ji bo serilędaneke heręmęn kurdî ku dę 4
rojan bidomanda gihîshtibű Urmiye.

Serokwezîrę Tirkiyeyę sozę guhertinęn mezin li Tirkiyeyę dide ji bo
endamtiya di Yeketiya Ewropî de:
Bulent Ecevît roja pęncshemę soz da, hukűmeta wî dę guhertinęn li gor
shert ű mercęn endamtiya di Yeketiya Ewropayî de bi rę xe, bi taybetî
di derbarę azadiya baweriyę ű ragîhandinę ű dawîdana ęshkencekirinę
de. Her weha soz da ku hukűmeta wî dę tębikoshe da ku karbidestiya
erfî zűtir li deveręn bashűrę rojhelat, yanę heręmęn kurdî, rake. Lę
ecevît çi agahdarî di derbarę mafęn Kurdan, serbestkirina zimanę kurdî,
rola ceneralan ya siyasî ű rakirina cezayę mirinę de nedan.
Çaverę tęte kirin ku Yeketiya Ewropayî di nav çend hefteyęn li pęsh de
bernameyeke shert ű mercęn endamtiyę derbas Tirkiyeyę bike. Dewleta
tirk jî divęt wę demę raber bike ka ew ę bendęn di bernameyę de çawa bi
cîh wîne. Hęjayî gotinę ye ku ta nuha çi nęshanęn li holę nînin ku
diyar bikin Enqere niyet heye ew ę bi kęmasî zimanę kurdî ji bo
fęrkirinę ű ragîhandina di mîdyaya dengî-węneyî de serbest bike.

Nęzikî 400 penaxwazęn neqanűnî li Tirkiyeyę hatin girtin:
Li devera Çeneqeleyę ya bakurę rojavayę Tirkiyeyę 295 penaxwazęn
neqanűnî îroj ji aliyę polîsęn tirk de hatin girtin. Wan ew bizava
dikirin ku xwe ji wir bigihînin welatekî ewropayî. Ta amadekirina vę
bűletenę ne diyar bű ka ew hemwelatiyęn çi welatan bűn.
Ji aliyekî din ve, li nęzikî beshę bakur yę Gola wanę polîsęn tirk roja
çarshemę komeke ji 115 penaxwazęn neqanűnî ű 12 tirkęn ku ew derbas
aliyî Tirkiyeyę kiribűn girtin. Polîsęn tirk penaxwaz wek hemwelatiyęn
Îraqę ű Îranî bi nav kirin.
Çaverę tęte kirin ku qaçaxciyęn mirovan ű penaxwazęn neqanűnî fersenda
hevrikiya di navbera PKK ű YNK de dest pę kirî ji bo bizava girtina
mafę penabertiyę li welatekî rojavayî bi kar węnin.

Shęrko Bękes gefan dixwe ew ę ji KNK istifa bike:
Helbestvan Shęrko Bękes di nameyeke ji Ismet Sherîf Wanlî,
serokę “Kongreyea Neteweyî ya Kurdistan” re rękirî ji KNK daxwaz dike
ku bi shęweyeke vekirî “hęrîsh ű kiryaręn PKK yęn dawîn li hember YNK”
istinkar bike, “yan na, ew ę xwe ji KNK pash ve bikishîne.” Biręz
Bękes di nameya di rojnameya Yeketiyę El Ittîhad de hatî weshandin
diyar dike ku ew endamekî berzî KNK bűye ű “nikare li dij neheqiyan
będeng bimîne.”

Rębirrîna li înqilabekę li Ukranya:
Axifgerekî Istixbaratęn Ukranya ragîhand ku wan rę li cîhgirtina
înqîlabekę birrîne. Bi gotina wî, komeke wek terorîst hatî binavkirin,
xwe ji bo wę yekę amade dikiriye ku navenda noklęrî ya Çęrnobil, her
weha hejmareke ji bendav ű navendęn elektrîgę ű gazę li welęt sabote
bikin.
Hęjayî gotinę ye ku 10 rojan berę istixbaratęn Ukranya dabűn zanîn, wan
bizaveke kujtina serokę rűsî Vladimîr Putin kifish kirine dema ew heyva
borîn ji bo beshdarbűna di kombűneke serokęn welatęn ku berę di nav
Yeketiya Sovyętî de bűn hatibűye paytextę welęt.

Olimpiyad 2000 Sydney
Ta îroj ęvarę di derbarę girtina xelatan de Dewletęn Yekgirtî yęn
Emerîka cîhę 1em, Çînę yę 2yem, Frensa ya sęyem ű Australya yę 4em
digirtin. Lę li gor hejmara xelkę welatan Australya shűna 1em digire
çimkî hejmara danishtvanęn DYE nęzikî 300 milyon ű ya xelkę Çînę bętir
ji 1000 milyon e, di dema ku hejmara danishtvanęn Australya tenę dora
19 milyonan e.
Ji welatęn Rojhelata Navîn tenę navę Tirkiyeyę heye, bi girtina du
xelatęn zęrîn di rakirina giraniyę de. Werzishvankî ji Ermenistanę ű
yekî ji Kuwętę her yekî xelateke ji bronz bi dest xistin.
Ji aliyekî din ve, werzishvanekî ji Uganda tadeyęn cinsî li keçeke 14
salîn kirin ű ji Gundę Olimpiyadę reviya, lę li bajarę Adelaide, dora
1400 kîlometir li bashűrę Sydney hat girtin.
27emîn yaritiyęn olimpiyadę roja yekshemę, 1/10/2000, dę bi dawî werin.


Sent via Deja.com http://www.deja.com/
Before you buy.

0 new messages