Ger shêr nebin li dor û ber
Rovî û çeqel tên meydanê;
Heke nezan bûn pêxember
Hêvî namîne l' cîhanê.
Zarok birçî seg dixwin têr,
Ciwanmêr digirîn, ker dibin mêr:
Xwelî l' serê wî gelî be
Dema kete shûna dewêr.
Roj hemî resh, shev rohn dibin,
Tav ber brûskan deng didin;
Leshger dibin gur har dibin:
Mirov bêziman lal dibin.
Hezar carî spas Yezdan,
Em bûn masî nebûn însan;
Derew niye di nav me de,
Ne kes xwe difroshe b' peran.
Sent via Deja.com http://www.deja.com/
Before you buy.