Google Groups no longer supports new Usenet posts or subscriptions. Historical content remains viewable.
Dismiss

Jiyan û Mercên Nû

1 view
Skip to first unread message

KURDISH2000PLUS

unread,
Jul 3, 2000, 3:00:00 AM7/3/00
to
JIYANA LI GOR SHERT Ű MERCĘN NŰ
Shahînę B. Soreklî

Jiyana îroj nema wek ya salęn zarotiya me hęsan e. Rast e, ji gellek
aliyan ve jiyan hęsantir bűye, lę di eynî demę de dijwarî ű zehhmetiyęn
xwe bi wę ve eleqedar dikin kűrtir ű firehtir bűne. Ji aliyekî ve
hebűna telefonę, Internet, ava sar ű germ, otomobîlę, hewcedariyęn ji
bo xwarinę ű gellek pęshkeftinęn xwe bi teknolojiyę ve peywendîgir
dikin jiyan hęsantir kirine, lę li milę din, bęsînorbűna îmkanęn
bidetxistina tishtęn ku mirov dikare bi pereyan bi dest xwe di eynî
demę de jiyana me kirine tękoshîneke bęyî dawî ji bo bidestxistina
pereyan ű vę yekę bandoreke neręnî li tevahiya civatę kiriye.
Bi taybetî ji bo muhacir ű penaberęn koçe welatekî din kirine jiyan bi
pirsgiręk ű kęsheyan dagirtî ye. Ji aliyekî ve mumkin e ku jiyana li
derva ji bo hin kes ű malbatan ji ya li Kurdistanę “rihettir” bęt, lę
li milę din, xwe-îdarekirina di bajarekî bęhűde de, xwedîkirina zarokan
ű xwegîhandina aramiyeke malbatî di nav erf ű toreyîn doh ű yęn îroj de
dijwartirîn kar e ji bo hejmareke mezin ji malbatęn muhacir ű penaber.
Muhacir ű penaber bi hęvî ű xewnęn mezin diçin welatęn din, lę wek
gotineke Kurdan dibęje, “hesabę li mal ű yę li sűkę ne wek hev in.” Ji
aliyekî ve pirsa bękariyę, ji aliyekî din ve fęrbűna zimanekî nű, lę
kęsheyęn herî mezin bi encama wę yekę tęyęn holę dema mirovę muhacir
dibîne ku zaroyęn wî ne wekî ku ew hęvî dike di ręya jiyanę de diçine.
Ji bo nisfshę yekem ji zarokęn muhaciran jî jiyan ne hęsan e. Erf ű
toreyęn bav ű dayęn wan ne wek yęn welatę nű ne; zimanę malbatę ne wek
zimanę civata mezin e ű gellek caran tishtęn ku bav ű day ji wan hęvî
dikin ji taqet ű pękaniyęn wan mezntir in. Ji aliyekî din ve, gellek
zaro di xwendegehę de, li ser taxę ű di navbera çanda bav ű dayę li
aliyekî ű ya welatę nű li aliyę din rastî dijwariyęn mezin tęyęn. Ev
hemî li aliyekî, li milę din, bav ű day her di derbarę zaroyęn xwe de
bi tirs in çimkî li bajaręn mezin yęn welatęn wek Australya, welatęn
ewropayî, Keneda ű Emerîka kęsheyęn xwe bi muxeddetan, dizîkirinę,
lęxistinę, tadeyęn cinsî ű nexweshiyęn wek AIDES ve eleqedar dikin pirr
in.
Hindek bav, dema di armancęn xwe de bi ser nakevin, dema xewn ű xeyalęn
wan bi cîh nabin, dest ji xweperwerdekirin ű jiyana di nav civata
welatę nű de berdidin ű bi tevahî vedigerin bawerî ű prensîpęn
kevneshopî, eshîrtî, yan olî. Ew ji zarokęn xwe wę hęviyę dikin ku li
gor erf ű toreyęn civata kevin ű prensîpęn tundrę mezin bibin.
Wek hemî pisporęn nefsî dibęjin, salęn zarotiyę roleke mezin di jiyana
mirovî de dileyizin. Wek niműne, salęn me di zaroktiya xwe de li
Kurdistanę derbas kirinî dę ta roja mirina bandorę li shexsiyeta me
bikin. Lę divęt em bizanibin ku zarokęn me ne li Kurdistanę, lę li
welatekî din mezin dibine. Wisa jî wek bav ű day, em nikarin ji
zarokęn xwe çaverę bikin ku di raman ű shexsiyatęn xwe de wek me bin,
çimkî tecrűbeya me li Kurdistanę dîtiye ji bo wan kęm-zęde biyanî ye.
Rast e, em dikarin ji zarokęn xwe re behsa erf ű toreyęn xwe,
bindestiya gelę kurd ű taybetiyęn Kurdistanę bikin, lę rastiya ku ew
zaroktiya xwe li welatekî bi tevahî ji Kurdistanę cuda derbas dikine
rola herî mezin di jiyana wan de dileyize. Ji lewre, heke em
bixwazibin ji zarokęn xwe nęzik bimînin, pęwîst e ku em jiyana li
welatę nű ji nizik ve binasin. Divęt em xwe fęrî zimanę welatę em lę
cîhwar bűne bikin, rojname ű kovaręn welatî bixwînin, sîstęma
xwendegehan binasin ű xwe bętir tękiliye jiyana li welatę nű bikin.
Bav ű dayęn ku dixwazin zarokęn wan serkeftî bin, divęt tębikoshin ku
ji bo zarokęn xwe bibin niműneyęn bash, hem di warę kar ű xebatę de,
hem di warę duristbűn ű ceddîyetę de ű hem jî di warę aramiya malbatî ű
peywendiyęn di navbera endamęn malbatę de.
Mirovę welatę xwe li cîh dihęle ű koçe welatekî nű dike, divęt bizanibe
ku parastina tevahiya erf ű toreyęn kevin heye ku ne mumkin bęt. Wek
Kurdęn li welatekî rojavayî cîhwar bűnî ne tishtekî mentiqî ye ku em ji
zarokęn xwe bipęn, bila sed ji sedî xwediyęn eynî ramanan bin, yan bi
tevahî wekî em ji wan dixwazin bikin, çimkî cîhana wan, hem ji aliyę
shűna ew lę mezin dibin de, hem jî ji aliyę dema ew tę de mezin dibin
de, ji ya me bav ű dayan der e. Li milę din, zor grîng e ku em nerxekî
bilind bidin hestęn keç ű jinan çimkî wekheviya jin ű męr di dem ű
dewrana îroj de, bi taybetî li welatęn em lę dijîn, wek prensîpeke zor
grîng tęte dîtin. Di derbarę ręzgirtina ji keç ű jinan de pęwîst e bav
ű day ji bo zarokęn xwe bibin niműneyęn çak. Lę jina kurd jî divęt
erkęn xwe yęn hemdemîn bi cîh wîne ű xwe bike layiqe wekheviyeke ręk ű
pęk. Wekheviya jin ű męr tenę bi gotinan cîh nagire. Da ku
wekheviyeke ręk ű pęk bęte holę divęt hem jin, hem jî męr bi rolęn xwe
yęn malbatî ű civatî rabin. Wekheviya di hemî aliyęn jiyanę de xwe ne
tenę bi mafan ve, lę her weha bi berpirsiyartiyę ve eleqedar dike.
Kesę mafęn xwe bixwze divęt her weha li berpirsiyartiyęn xwe xwedî
derkeve.
Zarokęn me ji Kurdistanę dűr mezin dibine. Xwendina wan, pęsheroja
wan, pęshveçűn yan pashvemayîna wan, serkeftin yan binkeftina wan, ę ne
li gor shret ű mercęn Rojhelata Navîn, lę li gor shert ű mercęn welatę
me yę nű tękevin pîvanę. Ji lewre, zor grîng e ji bo me hemiyan ku em
van shert ű mercan binasin, da ku em bikaribin alîkariya zarokęn xwe
bikin ű da ku em fersendęn serkeftina di jiyanę de ji bo zarokęn xwe
hęsantir bikin.
Helbete, wek endamęn gelekî bindest, gellek ji me nikarin Kurd ű
Kurdistanę ji xwe bîr bikin, ű ji bo me erk ű pęwîstî ye jî ku em gel ű
welatę xwe çi caran ji bîr nekin. Ji mafę me ye ku em zarokęn xwe fęrî
nasnameya kurdî bikin, lę divęt em di vî warî de jî li gor erf ű
toreyęn demokratî ű mirovahî karę xwe bikin, çimkî gellek tecrűbeyęn
jiyanę diyar dikin, heke mirov bi serhishkî ű bęyî tolerans zextę li
zaro bike mumkine zaro ji dest mirovî biçe, yan bibe xwediyę
nefsiyeteke tevlomevlo, çimkî wekî li jor hatî diyarkirin zaroyęn me,
ne li Kurdistanę, lę li shűneke din mezin dibine. Mirovę tęgihîsht ę
gihîshtibe wę encamę ku tenę yęn di jiyana xwe de li derve serkeftî
dikarin di pratîkę de ű ji bo amancęn dűr sűdę bigihînin Kurd ű
Kurdistanę, ji aliyę zanyariyę ve dibe yan ji aliyę aborî ve. Di dem ű
dewrana îroyîn de kurdekî ku li derve di warę xwendina bilind de
serkeftî, yan kurdekî di warę hunermendiyę de pęshkeftî ű yan kurdekî
di warę bazirganiyę de xwedan rol dikare bętir sűdę bigihînin Kurd ű
Kurdistanę ji ewęn ku di nav xewn ű xeyalan de dijęn ű bęyî kar ű
xwendin rojan dijimęrin, yan bi encama sernekeftina li derve xwe
dixapînin ű wisa texmęîn dikin ku ew ę ji derve de Kurdistanę rizgar
bikin. Xwebęja vę yekę ne ew e ku em dest ji karę siyasî berdin, lę ew
e ku em di eynî demę de dest ji xweperwerdekirina xwe ű zarokęn xwe
bernedin ű li gor shert ű mercęn jiyana li welatę nű gavan bi îsrar ber
bi PĘSH ranin, ne ber bi pash.
Jiyan kurt e ű mirov hew dibîne ku zarok mezin bűne. Li dűrewelatiyę,
li bervaciya hindek baweriyan, sal zű derbas dibin. Ji lewre, divęt em
fersendan ji dest bernedin ű pęwîst e em ji bîr nekin ku rola pereyan
di jiyana mirovî de grîng e, lę bextiyarî ű dilshadiya shexsî ű malbatî
ne tenę bi pereyan e. Xweperwerdekirin, zanyarî, tolerans, mentiq ű
ber her tishtî ręzgirtina ji hev ű din re ű aramiya malbatî ji bo
bidestxistina bextiyariyę zor grîng in. Ű bila em haydare wę yekę bin
ku amadekirina tevdęr ű planan ji bo serkeftina di jiyanę de zor grîng
e. Jiyana bi tevahî bęyî plan wek çűna di ręyeke nenas de ye, bęyî
bikarhanîna nexsheyekę.


Sent via Deja.com http://www.deja.com/
Before you buy.

0 new messages