Google Groups no longer supports new Usenet posts or subscriptions. Historical content remains viewable.
Dismiss

Dr. QASIMLO

2 views
Skip to first unread message

KURDISH2000PLUS

unread,
Jul 18, 2000, 3:00:00 AM7/18/00
to
Bi munasebeta 11emîn Salroja Shehîdbűna Dr. Qasimlo
Shahîn Bekir Soreklî

Yanzdeh sal li ser shehîdbűna Dr. Ebdurrehman Qasimlo re derbas bűn
(Viyena, 13/7/1989), lę hîn jî ew bi ramanęn xwe di nav me de zindî
ye. Ev jî îspateke gewre ye ku armancęn komęn ű hęzęn ne-mirov ku hîwa
dikin bi kujtina giyanekî re mirovekî ji holę rakin armancęn pűç ű
sernekeftî ne. Di dîroka cîhana me de gellek mirovęn gewre di dema
jiyana xwe de bi raman ű fikręn xwe zor pęshkeftî bűne. Hindek caran
hemwelatiyęn eynî dem ű dewranę van shexsiyatan li gor hęza wan ya
ramyarî teqdîr nekirine. Mirovęn wek Leonardo Devînçî, Galîlęyo,
Voltaire, Mozart, Cibran Xelîl Cibran, Kafka ű gellek kesęn wek wan di
dema jiyana xwe de tade ű belengazî dîtine; milletęn wan ű hukűmetęn
wan bi shęweyeke ręk ű pęk xwedî li wan derneketine; tew tade li
hindekan ji wan kirine. Îroj 481 salan li dű mirina mirovę mezin
Leonardo Devînçî tevahiya cîhana me ręzeke bęyî hempa ji ebqeriyeta wî
ya zűkat re digire. Navęn kesęn wek Devînçî ű Galîlęyo dę di nav
rűpelęn dîroka mirovahiyę de ta ku mirov li ser erdę bin bimîne.
Jidaybűna mirovęn bi ramanęn xwe pęshkat di nav neteweyan de carine
heye ku her 20 salan, 100 salan, yan hîn zędetir cîh bigire. Heke
endamęn neteweyekę li hęz ű pękaniya van mirovęn taybetî xwedî
dernekevin, heye ku fersendęn zęrîn ji dest wenda bikin. Mezinmirovęn
wek Selaheddînę Eyyűbî mumkin e her 1000 salî carę jî ji day nebin.
Selaheddîn empiratoriyeke îslamiye meizn li ser hîm ű esasę edaleteke
bęyî hempa damezirand, lę li dű mirina wî ev empiratűriya ji hev belav
bű. 807 salan li dű mirina wî hîn jî tevahiya cîhana îslamî ji
mirovekî wek wî adilmend ű pękan bępar dimîne.
Di dîroka gelę kurd de jî hejmareke ji mezinmirovęn xwedan hęzęn
ramyarî yęn pęshkat hebűn, wek Ehmedę Xanî, Celadet Bedirxan ű
Ebdurrehman Qasimlo ű yęn din. Ji ber ku hemwelatiyęn wan yęn hemdemî
nedikaribűn bi shęweyeke ręk ű pęk pękaniyęn wan yęn ramyarî di çav xwe
re kin ű xwedî lę derkevin, fersendęn ku dikaribűn di qonaxęn męjűyî
yęn jiyana wan de bi dest kevin sęwî man.
Dr. Ebdurrehman Qasimlo yek ji wan sharezayęn gelę xwe bű ku bash
haydare proseya dîrokî, civatî ű siyasî ya milletę kurd bű, lę di eynî
demę de ji hęza dijminî ű rewsha jeo-polîtîkî ya Kurdistanę zor bash
haydar bű. Ew her weha di derbarę erf ű toreyęn milletę xwe çak
agahdar bű, lę di eynî demę de di derbarę zanistiya ramyarî, felsefî ű
siyasî ya welatęn pęshkeftî de tęgihîsht bű. Di nivîsar ű berhemęn wî
de zor bash diyar dibe ku di dilę wî de evîndariyeke bęyî hempa ji bo
Kurd ű Kurdistanę hebű, lę Qasimlo ne mirovekî propagandîst bű. Ew
bętir mirovekî realîst bű ű li nik wî pękaniyeke, qudreteke, gewre hebű
di derbarę cawaziya di navbera daxwaza dil ű îmkanęn di dest de.
Gellek kesan li Qasimlo rexne digirtin, bo çi Hizbî Demokratî
Kurdistanî Îran her li dű dawxwaza xudmuxtariyę ye, ne li dű daxwaza
Kurdistaneke serbixwe. Ber hęzęn shevę dawiyę bidin jiyana wî bi
kurtedemekę, di kombűneke li Stockholm cîh girtî de ciwanine xwîngerm
rexneyęn tűj di derbarę vę yekę de li Doktor girtin. Qasimlo bi dilekî
tiji keser gote beshdaran:
“Di dilę her kurdekî nishtimanperwer de, di dilę her kurdekî ku ji gelę
xwe hej dike de, Kurdistan peyv ű armanceke pîroz e. Lę bi encama ev
rewsha kambax ya em tę de ű bi encama proseya dîrokî ya gel ű welatę
me, nifshę min dikaribű xwe bigihîne vę qonaxę. Ez hęvîdar im ku
nifshę we ű nifshęn li dű we bikaribin xwe bigihînin îmkana daxwazęn ji
yęn me gewretir.”
Yanzde salan li dű li dű koçkirina ev peyayę mezin her mirovekî ku li
nik wî îmkana kűrlęnerînę hebe dikare xwebęja wan gotinęn wî fęhm bike.
Ramanęn Dr. Qasimlo xwendegehek bi serę xwe ne. Bi saya wî ű hevalęn
wî ye ku Hizbî Demokratî Kurdistan, li gel kęmasî ű dijwariyęn xwe jî,
ręxistineke bijarte ye. Ev ręxistina kurdî xwediya çandeke taybetî
ye. Bi shęweyeke gelemper, berpirsiyar ű endamęn wę mirovęn aram,
zimanxwesh in, ű ji sherűdiyę ű serhishkiyę dűr in. Ev jî ta radeyekę
bi encama wę yekę ye ku mamostayęn wan yęn wek Doktor hebűne. Bi saya
kar ű xebat ű berhemęn ręberęn wek Qasimlo ye ku Hizbî Demokratî
Kurdistan endama Ręxistina SOCIALIST INTERNATIONAL, Ręxistina sosyal
demokratęn Cîhanę ye.
Bo çi karbidestęn stemkar gewremirovęn wek Ebdurrehman Qasimlo ű Dr.
Sadiq Sherefkendî dikujin? Çimkî ew ji hęza wan ya ramyarî ditirsin.
Hęzęn sheva resh bash dizanin ku shareza ű karbidestęn welatęn demokrat
ű pęshkeftî ji wan zędetir ręz ű hurmetę didin mirovęn wek Qasimlo. Ev
bîst sal in karbidestęn nű yęn Tehranę li ser karbidestiy ne. Gelo ji
bilî serhishk ű tundręyęn ji sharsitaniyę dűr ręza kę ji wan re heye?
Serokę Îranę yę nű, Muhemmed Xatemî, bash dizane ku karbidestiya vę
recîmę ji rűreshiyę zędetir ji bo welatî nehaniye. Serhishkęn tundrę
hemî stemkarî ű pashkeftin ű sernekeftinęn xwe di bin sloganęn rotînî
yęn bęxwebęj, ewęn wek “merg bo Emrîka” ű “merg bo Israîl” de
vedishęrin. Vę recîmę nikaribűye heta dawiyę bide nexweshiyęn civakî
jî. Wek niműne, hefteya borîn, berpirsiyarekî hukűmeta Xatemî bi xwe
diyar kir ku tenę li Tehranę roję 5 ton muxedderat tęyęn bikarhanîn, ku
di nav ciwanęn Îranę de bi milyonan esrarkęsh ű giyanfoirosh in. Di
nav 20 salęn raberdű de vę recîmę bi milyaran dolar li sher ű li çekan
xerc kiriye, di wę demę de ku pirraniya xelkę welatî di bin radeya
belengaziyę de dijîn. Li milę din, ew Kurdan wek brayęn musilman bi
nav dikin, lę ne amade ne mafę xwe-îdarekirinę bidin wan. Recîma
Tehranę, wek hemî recîmęn ku îroj Kurdistanę parvedikin, bash dizanin
ku xudmuxtariya kurdî, yan federalîzma li gel Kurdan, yekemgava ber bi
serxwebűn ű yekgirtina Kurdistanę ye. Ji lewre ew ji zimanę kurdî,
xudmuxtariya kurdî, federalîzma li gel Kurdan ű ji pęshkeftina gelę
kurd, li kîjan beshî dibe jî, bi tirs in ű bi her awayî tędikoshin da
ku Kurdan li dij hev ű din bi kar wînin. Ew her ji cudabűnę ű ji
veqetandinę bi tirs in. Bo çi bi tirs in? Çimkî li nik wan îmkana ku
bibin karbidestęn adil ű demokrat nîne. Heke adalet ű wekhevî ű
duristî hebęt, kurd jî hewcedarî bi cudabűnę nîne, çimkî Kurdistan
dikare di nav yeketiyeke li gel beshęn din yęn Îranę jî di pratîkę de
hebęt. Lę ji ber ku van karbidestan ne karbidestęn adil ű armancpak
in, ew li dij xweîdarekirina Kurdan in ű her hęvîdar in ku milletę kurd
ę rojekę tęk biçęt. Belam wekű her kes dizane, li dű sedsaleke bi
stemkariyę, kujtinę, girtinę ű neheqiya li dij Kurdan dagirtî, hestę
neteweyî li nik Kurdan îroj ji her qonaxeke raberdű bi hęztir e.
Bi munasebeta bîrhanîn roja shehîdbűna Dr. Qasimlo, ręz ű hurmeta xwe
pęshkęshe can ű giyanę ew gewremirovî dikim, ji Hizbî Demokratî
Kurdistan ű gelę kurd re serkeftinę ji kűraniya dil hîwa dikim. Rast
e, Qasimlo ji rojhelatę Kurdisnę bű, lę belę ew yę tevahiya gelę kurd e
ű ew ę di dilęn hemî kurdęn dilsoz ű nishtimanperwer de her zindî
bimîne.
14/7/2000


Sent via Deja.com http://www.deja.com/
Before you buy.

0 new messages