Google Groups no longer supports new Usenet posts or subscriptions. Historical content remains viewable.
Dismiss

Hêvî ku Resh Girêda

0 views
Skip to first unread message

KURDISH2000PLUS

unread,
Jul 14, 2000, 3:00:00 AM7/14/00
to
(Ji malpera ROJA TEZE hatiye girtin)
HĘVÎ KU RESH GIRĘDA
Ozgur Basut

Her demsalek xweţîyeke xwe heye. Lę li gor min cîhę biharę cudaye...
Çawa ku kulîlk li piţtî berfę ajdidin ű rengîn dikin jîyanę, ax ű dar
xwe nűhdikin; hîsęn mirovan ű hęvîyęn mirovan jî wusa rengîn dibin, xwe
nűh dikin. Mîrov di vę demsalę de li hember zehmetîyęn jîyanę
xweţbîntir dibe. Ewręn evînę li ser serę mirovan dizivirin... Ez jî vę
bîharę di nav wan hîsan de bűm ű bi wan hîsan ketîm havînę. Lę tim kęf
xweţ nîn bűm. Ji ber ku ez Kurd im ű tiţtęn ku di sîyaseta Kurdan de
dibin (ew girav ű buyeręn wî) min jî aciz dikin. Lę dîsa jî hęvî ű
xeyalęn mezin dibin ronahîya dilę mirov. Ya min jî wusa... Wę roję min
karę xwe zű qedandibű (kar tu carî naqede dizanim, lę min ya bernama wę
roję qedand; ez wusa difikirîm). Di dilę min de kęfeke bę sedem -an jî
bi min wusa dihat- ű rűyekî bi ken xwe avęte derva. Fikirîm, berîya ku
ez herim li Beyoglîyę divę ez rűyę solęn xwe yęn bi toz bidim boyax
kirin ű bibriqînim wusa herîm. Jî ber ku ezę herîm semta Stenbolę ya bi
nav ű deng(!) divę ser ű guhęn min paqij be; havîn e, dinya germe milet
bi kęf(!) e, kę dizane ku wę çi bibe?.. Bî vę armancę min çavęn xwe
gerand ku ez yekî ku solan boyax dike bibînim ű min dît. Sę çar zarok
li ber sandiqęn xwe yęn boyaxę rűniţtibűn ű benda kesęn wek min bűn ku
solęn wan boyax kin ű peran qezencbikin... Li gor gotinęn wî ew 9
salîye ű di nav hevalęn xwe de yę herî piçűk e. Yekî hűrik, çav piçűk ű
por reţ bű Elî.
- Tu ji kîjan bajarî yî?
Çavęn min nihęrî ű qet deng nekir. Min careke din ję pirs kir;
- Tu ji kîjan bajarî yî?
- Tu xelkę ku yî?
- Ez xelkę Agirîyę me. Lę tu?
- Agrî
- Binęr em ji eynî bajarîne...
- Ka te got ez ji Agirîyę me, tu çawa dibî hemţerîyę min... Em çawa
dibin hemţerî min ję re got. Min çend pirsęn din jî ję kirin; hinek bi
tirs be jî bersîv dan. Yęn din jî tev li sohbetę bűn... Giţk ji ber
eynî derdî hatine van deran. Di nav wan de tenę Ehmet hetanî sinifa
sisęyan xwendîye. Daxwazęn wan eynî ne; gelek pere ű sandikeke
mezintir... Bęrîya welat dikin, qasî ku tę bîra wan. Daxwaza vegera
welat di dilę wan ę piçűk de ji xwe re cîhek dîtîye lę ew dibęjîn ędî
veger zehmet e... Ji ber ku ew gundę wan ę ku wek xewnekî di bîra wan
de ye ędî tune, ţewitandine. Li vir jî xanîyekî wan tune, lę ew
dibęjin 'li vir em qe nebe peran qezenc dikin.'
- Abę dengę Yasîn pir xweţ e! Elî wîsa got ű xwest ku ez bi Yasîn
stranekę bidim gotin. Yasîn dixwaze bibe hunermendekî(!) wek Ozcan
Deniz.
- Senin îçîn axladîxîm yalan mi yalan mi?
(...) Ędî ew kęf ű rűyę ken ji min dűr ket. Gava ku min Medîne ya 11
salî dît bi wî halî, xemgînîya dilę min her ku çű zęde bű. - Abę ne
olir bîr tane al, ne olir abla... Bi soleke qeliţî ű porę ji tozę gewr
bűyî, bi vî alî geh bi wî alî de diçű ű dihat, ku destmalan bifroţe;
dibe ku ji bo nanekî... Qefesa singa min ji dilę min re teng dihat,
gewrîya min diţewitî, kelogîrî bűm. Dîbe ku ev keser ne ji bo rewţa wan
zarokęn Kurd bű. Dibe ku ji bo zaroktîya xwe ez wusa dil teng bűm. Dibe
ku zaroktîya min hat bîra min... Rojęn çűyî kongrek ji bo mafęn zarokan
civîya ű zarok li ser mafęn xwe ű pęţeroja xwe hatin ba hev. Lę ji bo
zarokęn Kurdan ji duh heya îroj çi guherî? Di bin çengekî min de sergîn
ű di bin yekî de defter wusa diçűm mektebę; ew yan bi sandiqa boyaxę
yan jî bi destmalan (ew jî ku dibistanekî bibînin). Dibe ku ev be
guherîn... Wek ferdekî para min di vę encamę de, rewţa van zarokan de
heye. Kesęn ku em kirine vî halî wek rewţa me Kurdan li ber çavan ű
dîyar e. Ew in ku pęţeroja me ű hęvîyęn me ji me dizîn. Belę hęvîyęn me
ű pęţeroja me dixwazin reţ girędin ű vę gilęyî jî dixwazin bi destę
Kurdan biţidînîn; namzetę vî karî jî amade ne. Gunehę gelę Kurd ű
taybetî yę zarokan giran e. Ev guneh jî li stuyę kesęn walatparęz,
ţoreţger ű ręxistinęn Kurd e. Divę her ferdek li ser vę rewţa sîyaseta
Kurdan ya dawîn ű li ser rewţa zarokęn Kurd baţ bifikire. Li hember wan
kesęn ku bi alîkarîya dijmin dixwazin hęvîyęn me reţ girędin yekitîyek
xurt pęwîst e.
De... vę yekîtîyę bi zűtir pęk bînin ku bila hęvîyęn zarokęn me
gulvedin...
(Ji malpera ROJA TEZE hatiye girtin: 7/7/00)


Sent via Deja.com http://www.deja.com/
Before you buy.

0 new messages