Di ansîklopediya Ana Britannica ku ansîklopediya cîhanê ya herî mezin
tê zanîn de bi giştî 65 hezar gotar cih digirin. Her wiha di
ansîklopediya Larousse ya bi nav û deng ya fransiyan de nêzî 60 hezarî
sernav cih digirin
14/08/2009
Di ansîklopediya Ana Britannica ku ansîklopediya cîhanê ya herî mezin
tê zanîn de bi giştî 65 hezar gotar cih digirin. Her wiha di
ansîklopediya Larousse ya bi nav û deng ya fransiyan de nêzî 60 hezarî
sernav cih digirin. Wîkîpedia bi slogana ansîklopediya azad derket rê,
di beşa îngîlî ya wîkîpedîa de nêzî 3 mîlyon sernav û di beşa kurdî ya
wikipedia de 13 hezar gotar cih digirin.
Wîkîpedîa di sala 2001’ê de hat avakirin, tenê çend hezar kesên ku bi
aktîf malper bi kar dianîn hebûn lê niha nêzî 500 hezar kes bi awayekî
aktîf malperê bi kar tînin. Wisa tê texmînkirin ku piştî çend rojan
sernavên malperê dê ji 3 mîlyonan derbas bibe. Peyva wîkîpedîa ji
peyvên wîkî û pedîa pêk tê. Peyva ‘wîkî’ ji peyva ‘wîkî wîkî’ ya
zimanê hawaî ye û tê wateya lezgînî û mebesta agahiyê. Peyva ‘pedîa’
jî ji Yewnana Antîk tê û tê wateya pergala perwerdehiya çandî ya bi
rêk û pêk.
Her roj nêzî hezar û 300 sernav li wikipediayê zêde dibin lê
ansîklopediya herî mezin di roja me de bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû
maye. Ji ber ku malper xwedî toreke berfireh e û konrolkirina naveroka
malperê pir zehmet bûye û pê re nayê gihandin. AMED